RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê di roja 230’emîn de li mala xwe didomîne, ev peyam parve kir: “Em bi serdema herî bêedalet a dîroka komarê re rûbirû ne.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 230’emîn de didome. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtiye, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê nobeta xwe didomîne.
HESRETA CIVAKÊ EDALET E
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em bi serdema herî bêedalet a dîroka komarê re rûbirû ne. Her tişt li holê ye lê kes hesabê napirse. Hesreta civakê ya herî mezin EDALET e.”