* Dadgeha Bilind, biryara "bêcezakirinê" ya derbarê 4 polisên ku Mehmet Emîn Gezer ê ji bo pirskirina faîlên birayê xwe yê di Serhildanên Kobanê de hatibû qetilkirin çûbû qereqolê bi giranî birîndar kiribûn de betal kir û beraata polisan xwest.
* Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîne petixan çandiye, bi van gotinan bertek nîşanî xesara ku dikin da: "Me îsal ji binî ve xesar kir. Heta kuderê xesar?"
* Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Gulistan Yilmaz, diyar kir ku kampanya xwe ya li dijî tiryakê dane destpêkirin bi malbatan re didomînin û got ku di têkoşînê de bibriyar in.
* Girtî Hamza Yildiz, diyar kir ku zextên li girtîgehan veguherîne êrişên fizîkî û ev bang kir: "Heke hûn naxwazin cenazeyên me derkevin, serî li cihên pêwîst bidin."
* Derhêner Metîn Ewr ku bi fîlmê "Çerx" zextên di salên 1990’î de li belavkarên zarok hatine kirin vedibêje, diyar kir ku heta astengî û zextên li ser çapemeniya azad bidomin wê çerxa berxwedanê jî bigere.
* Mehmet Yîgît ku 66 sal in pîşeya sifirkariyê dike, da zanîn ku ji bêderfetî pîşeya sifirkariyê dike û hişyar kir ku heke lê xwedî neyê derketin wê tune bibe.
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 231'emîn de wê berdewam bike.
* Parêzerên li doza Denîz Poyraz dinêrin wê li otelek Îzmîrê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo xebatkarên tenduristiyê ji ber şertên xebat û şewbê jiyana xwe ji dest dan wê li ber Fakûlteya Dîcleyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)
* MATUAYDER wê têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê li avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)
* HDP wê budçeya 2022'an ku wek "Budçeya Gel" amade kiriye wê li Mecîsê bi civîna çapemeniyê pêşkêş bike. (14.30)