Kedkarê nejibîr ê çapemeniya kurdî: Mamoste Kadrî

  • rojane
  • 09:08 28 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Di ser koça kedkarê çapemeniya kurdî Mamoste Kadrî Kaya re 3 sal derbas bûn. Hevpîşeyên Kaya anîn ziman ku xebatkarên çapemeniya azad gelek tişt ji Mamoste Kadrî hîn bûne. 

 Kadrî Kaya ku li gundê Dêrsilavê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat dinê û demeke dirêj di saziyên perrwedehiyê de karmendî kir û piştî teqawid bû di çapemeniya azad de bênavber 18 salan xebitî û wekî "Mamoste" tê naskirin, di 28'ê Cotmeha 218'an de li Fakulteya Tibê ya Egeyê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
Kaya, cara ewil li Amedê nûnertiya Rojnameya Ozur Bakişê kir. Piştî rojname di 27'ê gulana 2000'î de hatiye girtin vê carê nûnertiya Rojnameya Yenî Gundemê kir û piştî ev rojnamejî di 31'ê Adara 2001'ê de hat girtin vê carê di Rojnameya Yedîncî Gundemê ya heftane de xebitî û paşê li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de dest bi weşana xwe kir, dest bi kar kir û yek ji damezrînerê wê bû û heya ajans bi KHK'ê hat girtin, 29'ê Cotmeha 2016'an jî nûnerê ajansê yê Amedê bû. 
 
Keça wî Rêzan Kaya, hevpîşeyên wî Dîcle Muftuoglû û Mehmet Alî Ertaş, behsa wî kirin. 
 
Rêzan Kaya, anî ziman ku bavê  wê kesekî bisebr, sakîn û bidîsîplîn bû û her sibeh bêyî ku saeta xwe eyar bike, radibû ser xwe û diçû ajansê û got: "Gava dihat malê miheqeq rojname dixwend û gava nikaribû bixwîne jî dida xwendin." Kaya, destnîşan kir ku bavê wê heman tişt ji bo pirtûkan jî dikir û got: "Gava çavên wî nerihet dibûn, pirtûk bi me didan xwendin. Carekê pirtûkeke Medenî Fero da xwendin. Min peyvek jî fêm nedikir, lê wî tevahiya pirtûkê bi min da xwendin bi awayekî bi dengî. Ji min re digot, 'tu jî fêm bike.' Gava min pirtûk distend û dixwendin kêfa wî dihat." Kaya, anî ziman ku bavê wê tim hewl dida amûrên elektronîk tamîr bike û demeke dirêj ji bo tamîrkirinê wê jî aniye cem xwe û hin tişt hînê wê kirine."
 
‘TIM DIDA HÎNKIRIN'
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî got: "Li vê xakê xîtaba ji bo mirovan girîng e. Peyva mamoste, ne peyveke wisa hêsan e ku mirov zû zû li kesan bike. Kesên Mamoste nas dikirin, fêm dikirin ku çima jê re Mamoste tê gotin. Bi her awayê xwe hewl dida bide hînkirin. A rast gava ev nav lê hat kirin, ez bi xwe jî bûm şahid." 
 
Muftuoglû, diyar kir ku Mamoste herî kêm bi qasî midûrê nûçeyan bi nûçeyan û rojevê re eleqedar dibû û nîqaşên di vî warî de dikirin. Muftuoglû got: "Daxilî nav civînên me yên heftane jî dibû. Di ajansan an jî rojnameyan de koma îdareyê bes bi karên xwe re eleqedar dibie. Ev, li gelek deveran wisa ye. Lê Mamoste ne ji wan kesan bû. Daxilî nav rojevê, nîqaşan dibû û fikirên xwe bilêv dikirin û rexne dikirin." Muftuoglû, bilêv kir ku çendî ku Mamoste di warê amûrên teknîkî de ne xwedî perwerdeiyeke taybet bûye jî, lê li tim amûr tamîr dikirin û amûrên wekî "bikêrî tiştekî" nayên vediguherandin tiştine din. 
 
Muftuoglû, di dawiya axaftina xwe de danî ziman ku ji ber ku bi Kadrî Kaya re xebitiye pir kêfxweş û bisiûd e. 
 
RÊNŞANDER BÛ
 
Rojnamevan Memet Alî Ertaş ku Mamoste Kadrî Kaya di sala 2005'an de nas kiriye, anî ziman ku piştî ku di sala 1998'an de nivîskar paşnavê kurdî wergirtin, Mamoste jî paşnavê xwe guherandiye û kiriye navê gundê xwe Dêrsilavê. Ertaş, diyar kir ku Mamoste bi zanebûn, tecrbe û dîsîplîna xwe rênîşander bû ji bo rojnamevanên kurd û got: "Jiyana wî ya kar û ya asayî tevde li gor plansaziyekê bûn. Dizanibû dê bi çi awayî pêwendiyê bi mirovan re deyne. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû." 
 
Ertaş, bilêv kir ku ew û Mamoste nêzî 15 salan bi hev re xebitîne û çendî pir nehatan cem hev du jî, lê baş dizane ku Mamoste kesekî xwedî dîsîplîn bû û bi qîmeta nirxan pir baş dizanibû.
 
Ertaş, bibîr xist ku Mamoste piştî karmendiyê tevli nav çapemeniya azad bûye û got: "Digot, 'Li saziyên dewletê mirov bixwaze jî nikare xizmeta gelê xwe bike. Ji bo em karibin xizmeta gelê xwe bikin, heya ji dest me bê divê em xwe ji dewlet qut bikin. Min ev tişt fêm kir.' Bi vî awayî daxilî nav çapemeniyê bû. Ji bo wî ne kes, gel esas bû. Digot, 'Min xwe li vir nas kir û ez li vir heme.'" 
 
DÊ LI SER GORA XWE BÊ BIBÎRANÎN
 
Dê DFG di salvegera koça Mamoste de, sibê (29 COmet) saet di 11.00'an de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya li Rezanê çalakiyeke bibîranînê li dar bixe. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

03/11/2021
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin
15:06 Li Êlihê wê HDP biçe kongreyê
14:27 Bi ‘tîmên taybet’ bi ser qawişan de girtin
14:06 Ferît Şenyaşar: Em ê di 12'ê mijdarê de dersa hiqûqê bidin dozger û dadgeran
13:50 Apro Dîrîl dîsa hat berdan
13:26 HDP'ê Wezîr Donmez bi dovîzan pêşwazî kir
13:17 Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin
12:27 HPG: Em dikarin alikariyê bidin lêkolînkirina kîmyasalê
12:26 Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
11:53 Di xendeka ku li ser sînor hatibû vedan de cenazeyek hat dîtin
11:32 HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
11:08 ‘Divê cîhan nîşan bide ku li cem Kobanê ye’
11:01 DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
10:44 Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin
09:14 Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm
09:01 Şîroveya gelê Dîlokê ya qrîzê: Êdî kirîna nan jî zehmet e
09:01 Ciwan di têkoşînê de bi israr in: Hewceye berteka gel xurtir bibe
09:01 ‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn'
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'AN
31/10/2021
21:37 Li Cizîrê polisan 3 kes binçav kirin
19:33 Dînlerên ku 7 roj in di bin bin çavan de ne îşkence kirine
19:19 Li Herêma Kurdistanê leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da
17:47 Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev
17:43 Platforma Jinan a Enqerê: Em li dijî cezayên nehiqûqî bêdeng nabin
17:08 Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist
16:29 Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê banga çekên kimyewî
16:20 Parlamenterê YNK'î: PDK Peşmergeyên Roj ji bo armancên xwe bi kar tîne.
16:18 Hevdîtina Erdogan û Biden: Fikarên S-400'an hatin qeydkirin
15:36 'Girtîgehên kelehê berxwedanê yên kurdan e'
12:57 Malbata Şenyaşar: Heqîqet nayên jibîrkirin
12:52 Dîroknasê Rûs: Dibe ku Erdogan 4 milyon Sûriyeyiyan li Rojava bi cih bike
12:15 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
11:37 Ji Taşkesen parastina Kurdistanê: Min rastiyek anî ziman
11:27 Roja Kobanê ya Cihanê: Berxwedan dîrokî jinan bi rêxistin kir
10:58 31 salan di girtîgehê de ma: Pêlêkirina axê bo min xerîb tê
09:56 Derbarê Tûncel û Akdenîzê de du lêpirsînên cuda