NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’ê ya parêzgeha Selahaddînê de 2 eskerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Li parêzgeha Selahaddînê ya Iraqê, DAIŞ'ê êrişî nuqteya leşkerî ya Artêşa Iraqê kir. Di encama êrişê de herî kêm 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
DAIŞ'ê duh û pêr jî li Iraqê êriş pek anîbûn û di van êrişan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn.