ŞIRNEX - Şandeya HDP'ê malbatên girtiyên ku hatine derbkirin ziyaretkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê tevî Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr serdana malbatên girtiyên ku di 23'ê Cotmehê de li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê hatibûn derbkirin, kir. Şandeya HDP'ê guh li daxwaz û pirsgirêkên malbatan kir û diyar kir ku dê di her şert û mercan deli cem wan bin.
Her wiha wê şandeya HDP'ê sibê jî ziyaretên xwe bidomîne.