* Li Şirnexê jînên ku xebat û çalakiyên wan tên astengkirin diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li qadan mezintir bikin û gotin : "Wê hêza wan têrê neke ku me hepsî malê bikin."
* Kader Abay, xwişka Mûhammed Abayê ku di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de ye, anî ziman ku ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li birayê wê hatiye birîn û girtî di warê peydekirina ava vexwarinê de zehmetiyê dikişînin.
* Li gor rapora Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Îdir, Mereş, Manîsa, Agirî û Duzceyê veguehriye pirgsirêkeke kronîk.
* Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaşê di Girtîgeha Îmraliyê de, diyar kir ku li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê rabin.
* Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Înan Yildirim ku cezayê "voltayê" yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn, bi "voltaya azadiyê" protesto kir got: "Heya tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyên me bidomin."
* Emîne Balûr ku piştî têkoşîneke 178 roja cenazeyê keça xwe ya 450 xiram mayî wergirt, got: "Mûyek porê keça min jî bûn, heya min ew negirtana ez nedisekinîm."
* Mizgefta Koçê û Kasir Rabî yên piştî ava Heskîfê kêm bû cardin bi darî çavan ketin, bi makîneyên karî tên xerakirin.
* Girtî Abdulkadîr Baybars 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Îdareya Girtîgeha Kurkçulerê, vê yekê sparta hincetên wekî "pandemîr, asayîş û ewlehiyê".
* Necmettîn Elîk ku ji bo debara xwe bike hem selikan çêdike û di ber re jî xurdeyan berhev dike, anî ziman ku dîsa jî debara wî nabe.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 241’emîn de dê berdewam bike.
* Dadgeha Bilind wê biryara xwe ya li ser 15 sal cezayê ku li Çîlem Dogan hatiye birîn, aşkera bike. (09.00)
* Danişîna 45'emîn a “Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê” dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk bê. (09.55)
* Di Komîsyona Plan û Budçeyê de wê budçeya sala 2022'an a Wezareta Karên Derve û sazî û rêxistinên pê ve girêdayî bên nîqaşkirin. (10.00-17.00)
* Têkildarî darbeya siyasî ya 4 'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê wê li gelek navendan çalakî bên lidarxistin. (10.00-19.00)
* Danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu ku jê tên darizandin dê bê dîtin. (10.30)
* Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re wê li ser girtiyên nexweş û şewitandinên înfazê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyekê bide. (12.30)
* MED-DER wê li navçeya Farqînê bi çalakiyekê nûnertiya xwe veke. (13.00)
* Danişîna doza rojnamevan Devrîm Ayik jê tê darizandin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk bê. (14.00)
* Danişîna 2’yemîn a doza Komkujiya Vartînîsê dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê pêk bê. (14.00)