Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat

  • rojane
  • 12:48 8 Mijdar 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Di ser bombebarankirina Pirtûkxaneya Umut re 16 sal derbas bûn. Hêj bersûc nehatine cezakirin û derbarê wan de beraet tê xwestin. Seferî Yilmaz xwediyê pirtûkxaneyê got ev bersûc piştî berdanê ewilî çûne serdana Suleyman Soylû û ev wêne her tiştî rave dike.
 
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê Mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umut êrişek bombeyi pêk hat. 16 sal di ser êrişê re derbas bû. Tevî ku berpirsên leşkeran Alî Kaya û Ozcan Îldenzî li ser sûc hatin girtin jî heta niha bûyer ronî nebûye û herî dawî dozgeriya Wanê di 21’ê cotmeh3e de derbarê 3 bersûcan de biryara beraetê xwest. Dozger ji sûcdaran bêtir Seferî Yilmaz ê xwediyê pirtûkxaneyê ku mexdûr bûye sûcdar nîşan da. 
 
ROJA BÛYERÊ 
 
Êriş ji aliyê endamên Teşkîlata Îstîxbarata Cendirmeyan (JÎT) Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ve hat organîzekirin. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz ji êrişê sax rizgar bû û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da. Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bû. Xelkê Şemzînanê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz kêliya ku sûc dikirin girtin. Li ser her duyan nasnameya leşkerî û di wesayîta wan de jî kroki û çek hatin dîtin. Di wesayîta aydî fermandariya cendirmeyana Colemêrgê de 3 heb kelaşnîkof, 10 heb şarjor, malzemeyên bombeyê, êlekên leşker û polîsan hatin dîtin. Ew kiryar radestî leşkeriyê hatin kirin û pişt re hatin berdan. Li ser vê yekê xelkê Şemzînanê bi rojan çalakiyan li dar xistin. Dozger û Parlamenterê CHP’ê yê wê demê Esat Canan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, gule li wan hatin reşandin û kesek jiyana xwe ji dest da. Di xwepêşandanên li Geverê de jî Îslam Bartin Ergin Mengeç û Abdulhalik Geylanî jî bi guleyên polîsan hatin kuştin. 
 
BUYUKANIT GOTIBÛ ‘ZAROKEK BAŞ E’ 
 
Di heyama ku lêpirsîn derbarê bûyerê de hat destpêkirin, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Buyukanit ji kiryar Alî Kaya re gotibû “Ez wî nas dikim, zarokek baş e.” Li ser vê gotinê dozgerî ket hereketê û derbarê Buyukanit û hin leşkeran de ji sûcê “hewldana bandorkirina darazê” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Derbarê êrişê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hat vekirin. Di 19’ê hezîrana 2006’an de derbarê kiryaran Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ji sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan” li her yekê 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn. Parêzerê bersûcan îtîrazî biryara dadgehê kirin û di 16’ê gulana 2007’an de dadgeha bilind cezayê hatiye birîn xera kir. Doz ji nû ve hat lidarxistin, di 14’ê îlona 2007’an şandeya dadgehê biryara “bêwezîfeyê” da û dosyeyê şand Dadgeha Leşkerî ya Wanê. Dadgehê di 14’ê kanûna 2007’an de di danişîna ewil de derbarê bersûcan de biryara berdanê da. 
 
CEZA HAT BIRÎN LÊ …
 
Dadgeha Leşkerî di 22’yê çileya 2010’an de biryar da ku dosyeya doz3e bişîne Dadgha Cezayê Giran a Colemêrgê. Li ser dij derketina parêzeran doz ji şûn ve di sala 2011’an de veguhest Dadgeha Cezayê Giran a Wanê. Li ser vê paş de şandina dosyeyê di hezîrana 2011’an de bersûc dîsa hatin girtin. Di 10’ê çileya 2012’an de rûniştina dozê li Dadgeha Wanê hat lidarixistin û ji heman sûcan li her bersûcek 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hat birîn. 
 
DOZGER BERAETÊ XWEST 
 
Piştî hewla darbeyê parêzerên berûcan li ser îtîrafên dozger Ferhat Sarikaya yên derbarê dozê de bi armanca ji nû ve darizandin were kirin, serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dan. Dadgehê di 11’ê cotmeha 2017’an de darizandina ji nû ve qebûl kir û derbarê bersûcan de biryara berdanê da. 
 
SOZÊN XWE NEGIRTIN 
 
Seferî Yilmaz ê xwediyê Pirtûkxaneya Umutê derbarê dozê de axivî û destnîşan kir ku çi ji sozên ji bo ronîkirina êrişê û dozê hatin dayîn, hatin jibîrkirin û li Şemzînanê soz dan xelkê wan lê li Enqereyê ew soz hatin jibîrkirin. Seferî Yilmaz destnîşan kir ku hemû agahî û belgeyên derbarê bûyerê de li holê bûn û tevî ku li ser sûc hatin girtin jî bersûc nehatin cezakirin û got: “Di encama ku AKP û Ergenekonê li  hev kirin de doz bû mijara bazarê û bersûc hatin berdan û beraet hat xwestin. Di meha kanûnê de wê rûniştina biryara dozê were lidarxistin. Wisa xuya dike ku wê ev doz jî bi bêcezatiyê bi encam bibe. Hemû dozên JÎTEM’ê yên li Bakurê Kurdistanê bi demboriyê re tên hiştin û ji raya giştî tên veşartin. Heke di doza Sûsûrlukê de darizandinek rasteqîn û cezakirin pêk bihata wê ne bûyera li Şemzînan û ne jî bûyerên li deverên din pêk bihatana. Heke sûcdar cezayê heq dikin li wan were birîn û kesên fermanê didin werin darizandin, wê îro rewşa ku Tirkiye têde ye pir cuda bûya. Bersûc û berpirsên van dozan hemû serbest tên berdan.”
 
BERSÛC EWILÎ ÇÛYE SERDANA SOYLÛ 
 
 
Seferî Yilmaz diyar kir ku divê kesên siberoja Tirkiyê difirkirin, sazî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û nivîskar xwedî li Doza Şemzînanê derkevin û banga beşdariya rûniştina dozê ya wê di 20’ê kanûnê de were lidarxistin kir. Yilmaz herî dawî destnîşan kir ku ev dozek ji rêzê nîne û got: “Bersûc Ozcan Îldenîz piştî hat berdan ewilî çû serdana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû. Ev wêne baş dide xuyakirin û dibêje ku ev doz ji aliyê kî ve tê parastin.” 
 

Sernavên din

08/11/2021
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir