Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin

  • rojane
  • 09:14 9 Mijdar 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Encama DNA'ya ji bo cenazeyê Seyîthan Acay 8 meh berê diyar bûye, lê 467 roj in bi îdiaya "rapor derneketiye" cenazeyê wî radestî malbatê nayê kirin. Dayik Rûkiye Acay, got: "Tiliyek wî jî mabe, ez ê rahêlim cenazeyê wî." 
 
Di 30'yê Tîrmeha 2020'î de li Çiyayê Gabarê 3 HPG'î di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji vana Seyithan Acay bû. Lê 467 roj in cenazeyê Acay radestî malbatê nehatiye kirin. Cenazeyê Acay li Şirnexê di gorustana "bêkesan" de hatiye veşartin.
 
Heya niha malbatê gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye, lê belê dozgeriyê tim angaş kiriye ku mînaka DNA'yê şandine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê û hê encam nehatiye. Lê belê piştî ku parêzerên malbata Acay lêkolîn kirin, derket holê ku encama DNA'yê diyar bûye û di 21'ê Sibata 2021'ê de ji Dozgeriya Şirnexê re hatiye şandin, lê belê ATK'ê encama DNA'yê ji parêzeran re negotiye. Piştî vê malbatê cardin serî li dozgeriyê da, lê dîsan jî tiştek bi dest nexist. 
 
DOZGER LI BETLANEYÊ YE
 
Dayik Rûkiye Acay ku zêdetirî 15 meh in hewl dide cenazeyê kurê xwe wergire, diyar kir ku 3 caran çûne Şirnexê lê tim ji wan re hatiye gotin ku "dozger li betlaneyê ye, dozger guheriye." Dayik Acay anî ziman ku soz daye heya cenazeyê kurê xwe wernegire dê kincên xwe yên reş neguherîne û bi mehan e li bendê ne ku cenazeyê kurê xwe defin bikin. Dayik Acay, bilêv kir ku dixwaze cenazeyê kurê xwe bibe gund û li wir serdana gora wî bike û got: "Dibêjin 'Em misilman in û em di rêya Xwedê de ne, em Qur'anê dixwînin.' Ev çi hal e nexwe. Ev çi mirovahî ye. Kezeba me diperitînin. Çima cenazeyê me nadin me?" 
 
'TILIYEK WÎ JÎ MABE EZ Ê VEŞÊRIM'
 
Dayik Acay, destnîşan kir ku dawî çi dibe bila bibe dê dev ji cenazeyê kurê xwe bernede û dê defin bike. Acay, nûçeyên derbarê kuştina kurê xwe de bibîr xistin û pirsî: "Lê çima cenazeyên me nadin me?" Dayik Acay got: "Ger tiliyek wî jî mabe ez ê rahêlim cenazeyê wî û bînim vira. We got testa DNA'yê. Test jî derket. We kuşt îja çima hûn nadin? Em dixwazin cenazeyê xwe wergirin û defin bikin." 
 
PARÊZER KÛZÛ: DOZGER PEYWIRÊ BINPÊ DIKE
 
Ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Erdal Kûzû jî anî ziman ku daxwaza wan a ji bo wergirtina cenaze bi hincetên wekî dozger ne li cihê xwe ye yan jî dozger guheriye hatiye redkirin. Kûzû, bilêv kir ku lê piştî lêkolîn kirine ku rapora ATK'ê di Sibata 2021'ê de derketiye û ji dozger re hatiye şandin. Kûzû, anî ziman ku piştî vê çûne dozgeriyê, lê dîsa jî tiştek ji wan re nehatiye gotin. Kûzû, destnîşan kir ku divê dozger daxwaza malbatê bibersivîne, lê belê heya niha tu bersiv nedaye û bi vê "sûcê binpêkirina peywirê" dike. 
 
Kûzû, destnîşan kir ku dozger rêbazeke nehiqûqî didomîne û got: "Helwesta dozger a di vî warî de dijî peyman û qanûnên navnetewey»î yên di vî warî de ye." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

12/11/2021
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?
14:49 Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:05 Dadgehê ceza li ‘Kurdistan’ birî!
13:57 Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike
13:16 Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin
12:58 Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim?
12:54 Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin
12:10 Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin
11:20 Li Amanosan operasyona leşkerî dest pê kir
11:20 Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband
10:52 Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin