HATAY - Wezareta Karên Hundir, ragihand ku li çiyayê Amanosan operasyona leşkerî dest pê kiriye.
Wezareta Karên Hundir, ragihand ku bi beşdariya 718 hêzên leşkerî bi navê "Eren Kış-2" li çiyayê Amanosan operasyona leşkerî dest pê kiriye. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn, operasyona ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê ya Edenê tê birêvebirin û leşker, polis û cerdevan di operasyonê de cih digirin.