MELETÎ - Li navçeya Şîro erdhejeke bi pîleya 5 pêk hat.
Li herêma Balûkaya ya navçeya Şîro ya Meletiyê, saet di 12.19’an de erdhej pêk hat. Pîleya erdhejê ji aliyê Rasatxaneya Kandîlliyê ve 5 û ji aliyê AFAD’ê ve jî wek 4,7 hat aşkerakirin. Di daxuyaniya AFAD’ê de hat gotin: “Heta niha îxbareke neyînî nehatiye kirin. Kontrolkirina derbarê erdehejê de li herêmê didome. Em geşedanan dişopînin.”