Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye

  • rojane
  • 09:12 16 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye û çekên kîmyewî bi kar anîne û bang li welatên ku îmzeya wan li bin protokolê hene kir: "Pêşî li ber vî sûcî bigirin." 

Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Tirkiye di van operasyonan de çekên kîmyewî dişixulîne. Bertekên li hemberî vê didomin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel jî diyar kir ku ev yek rasterast girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tirkiye hem li hundir hem jî li derve polîtîkaya şer didomîne. Vê hêza xwe jî ji bêhiqûqîtiya li Îmraliyê digire." 
 
Guzel gotina ku tim bilêv dikin "Dê aştî bi vekirina deriyên Îmraliyê re bê" bibîr xist û got: "Ev bêhiqûqîtî li Îmraliyê dest pê dikin û bandorê li tevahiya jiyanê dikin. Ger em civak li dijî vê tecrîdê bitêkoşin, em ê karibin tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Tevahiya koka tecrîdê xwe disipêre Îmraliyê. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê wekî laboratûvarekê tê bikaranîn." 
 
DIVÊ NIMÛNE BÊN WERGIRTIN
 
Guzel, ragihand ku nûveyên ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar tîne hene û got: "Ev nûve vê yekê nîşan didin. Ji bo ku em vê yekê bi awayekî teqez bipeyitînin divê nimûne bên wergirtin. Divê li laboratûvaran bên vekolandin." 
 
SÛCÊ ŞER
 
Guzel got: "Tirkiyeyê li Serêkaniyê fosofor bi kar anîbûç Ev hat tespîtkirin. Lê çendî hat tespîtkirin jî Tirkiyeyê di warê aborî de alîkariya OPCW'ê kir ku berpirsiyariya wê vekolandina van tişta ye. Ew sazî xwe li bêdengiyê danî. Em naxwazin heman tişt rû bide. Ger tiştekî wisa hebe, divê mueyîdeyek wê jî hebe. Ji lew re ev sûcê şer e. Ji ber sûc e divê tevahiya hikûmetên îmzeya wan li bin wan peymanan hene, di vî warî de tevbigerin." 
 
DIVÊ TEVBIGERIN
 
Guzel, destnîşan kir ku divê dewletên îmze danîne bin Protokola Cenevreyê ku ev protokol bikaranîna çekên kîmyewî, hilberandina wan, depokirina wan û belavkirina wan qedexe kiriye, tevbigerin û got: "Li Başûr sûcê şer tê kirin. Bombeyên kîmyewî tên bikaranîn. Tirkiyeyê jî îmze daniye bin Peymana Cenevreyê. Tirkiyeyê îmze daniye bin gelek peymanên hiqûqî. Lê hemû pîvanên hiqûqî yê van peymanan dieciqîne. Çi dike? Çekên kîmyewî bi kar tîne. Di rewşeke ku nikareji heq wê derkeve çi dike? Hewl dide bi çekên kîmyewî ji heq wê derkeve." 
 
BANGAWAZÎ
 
Guzel, destnîşan kir ku welatên Ewropayê jî li hemberî vê bêdeng in û got: "Welatên Ewropayê û welatên îmze danîne bin Peymana CEnevreyê divê bertek nîşan bidin. Li wir sûcekî li hemberî mirovahiyê tê kirin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Saziyên têkildar demildest divê biçin wir û lêkolînê bikin. Hem divê ji herêmê nimûneyan wergirtin hem jî ji cenazeyan. Partiya me ku dijî polîtîkayên şer e, van operasyonan wekî sûc dihesibîne. Em vê yekê wekî sûcê şer dihesibînin. Divê ev yek bê vekolandin. Kesên ev sûc kirine jî divê bên darizandin." 
 
Guzel ji bo vê bang li parêzvanên mafên mirovan û her kesî kir ku bertek nîşan bidin. 
 
MA/ Eylem Akdag
 

Sernavên din

19/11/2021
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir