RIHA - Li navçeya Bêrecûkê, qezayê trafîqê pêk hat û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, li ser rêya Riha û Bêrecûkê qezayê trafîqê pêk hat. Di qezayê de welatiyên bi navê Abdûllah û Mehmet Cengiz, Sûphî, Şahîn û Tekîn Güneş birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrcûkê. Rexmî hemû mudaxileyan jî Abdûllah û Mehmet Cengîz jiyana xwe ji dest dan û tedawiya birîndaran li nexweşxaneyê didome.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.