Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike

  • rojane
  • 09:00 26 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Shaswar Mame anî ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di aloziyê de israr dike û got: "Prestîja hikûmetê di qada navneteweyî de tune dibe. Ji lew re hikûmet di bêedaletî û diziyê de israr dike."

Li Herêma Kurdistana Federe alozî, qeyrana aborî û siyasî her diçe kûrtir dibe. Hikumeta Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ku nikare welat bi rê ve bibe, serî li pêkanînên antî-demokratîk dide. Her wiha PDK ji aliyekî ve jî di operasyona eskerî ya Tirkiyeyê de ku ji 23'yê Nîsanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didome, lîkariya Tirkiyeyê dike û bi vê re gundên li van herêman vala dike û koçberiyê dide ber gundiyan. Bi hezar kurd jî ji ber pêkanînên PDK'ê, krîz û aloziyên li herêmê berê xwe didin Ewropayê. Welatiyên hewl didin biçin Ewropayê di ser Tirkiyeyê re xwe bigihînin Belarûsê û ji wir jî hewl didin biçin Polonyayê û rojavayê Ewropayê. Heya niha zêdetirî 10 penaberên ji herêmê ji ber şert û mercên dijwar ên li sînorê Belarûs-Polonyayê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rojnamevan Shaswar Mame alozî, krîz û polîtîkaya koçberiyê ya li Herêma Kurdistana Federe nirxand. 
 
'TIRKIYE GELEK HERÊM DAGIR KIRIN' 
 
Rojnameger Shaswar Mame anî ziman ku bi operasyonên Tirkiyeyê yên li Metîna, Zap û Avaşînê herêm ji mirovan tê xalîkirin û got: "Bi vê operasyonê re heta niha li herêmê gelek maf hatine binpêkirin. Bi van operasyonan xweseriya Iraqê û hikûmetê û qanûnên şer hatin binpêkirin. Herêmêke gelek zêde hatiye dagirkirin. Behdînan û herêmên din ên girêdayî Hewlêrê  jî hatine dagirkirin. Di  encama operasyonên Tirkiyeyê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek ji van birîndar bûn û bi sedan jî ji ber pêvçûnan koçber bûn. Heta niha bi dehan gund ketine bin desthilatdariya Tirkiyeyê. Ji xeynî wê jî ew herêmên ku hatine dagirkirin bê daristan hatine hiştin û gelek dar hatine birîn.Vê yeke jî zirareke gelek zêde daye herêmê û xwezayê. Mixabin heta niha jî Iraq û Hikûmeta Herêmê helwesteke berbiçav nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê nedaye. Tenê saziyên mafên mirovan li ser rewşa herêman lêkolînê dikin. Artêşa tirk li herêmê gelek maf binpê kirin. Niha îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de heye. Gelek rojnameger, nivîskar û rewşenbîr vê îdiayê lêkolîn dikin. Bi qasî ku haya min jê çêbû ev sazî li pey belgeyan e ku dewleta tirk li kîjan herêman çekên kîmyewî bi kar anîne û bi kar tîne. Heta niha di vê hêlê de gelek belge jî hatine bidestxistin. Lê mixabin hin nûnerên saziyên mafê mirovan ên navnetewî dibêjin ku ji aliyê Hikûmeta Herêmî ve destûr nayê dayîn ku biçin van herêman û ji nêz ve lêkolîn bikin. Heta niha her tim hatine astengkirin. Ev jî ji vê lekolînê re astengî ye. Jixwe heta niha Hikûmeta Herêmê û Iraqê li ser vê yekê daxuyanî nedane û lêkolînek nekirine. Lê li gorî lêkolînên ku hatine kirin, îhtîmaleke mezin çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bandora van çekan jî li ser xwezaya herêmê û welatiyên ku birîndar bûne pir heye. Tişta ku artêşa tirk li herêmê dike, sûcê şer e." 
 
'NE AMADE NE KU PIRSGÊRÊKAN ÇARESER BIKIN' 
 
Rojnameger Mame, bal kişand ser rewşa welatiyên ku li ser sînorê Belarûsê dimînin û wiha berdewam kir: "Niha bi hezaran welatîyên herêmê li sînorê Belarûs-Polonyayê ne. Ev welatiyên ku dixwazin kbiçin Ewropayê di rewşeke gelek giran de ne. Lê mixabin Yêkitiya Ewropayê ne amade ye ku wan weke penaber qebûl bike û di rewşeke gelek trajîk de ne. Sedema vê pela koçberiyê û zêdebûna vê gendeliyê bêedeletî û pirgirêkên herêmê ne. Tişta ku van mirovan nêçar dihêle rewşa siyasî û aborî ye.Gelê herêmê nikare bi awayekî azad daxwaza mafê xwe bike. Kesên ku daxwaza mafê xwe dikin jî tên girtin û windakirin. Di salên borî de gelek rojnameger hatin kuştin, gelek çalakvan hatin kuştin. Ev hemû dibin sedem ku êdî bêhêvîbûnek çêbibe. Tevî hewledanên welatiyan ji bo ku guhertinek çêbibe jî pêşiya wan hatiye girtin. Her du partiyên desthilatdar, PDK û YNK dest danîne ser xweseriya gel. Heta niha jî ne amade ne ku pirsgirêkên herêmê çareser bikin. Di heman demê de ne amade ne ku guhertinekê jî çêbikin ku rewşa welatiyan baş bibe. Şîrketên wan, malbatên wan û zarokên wan dest danîne li ser zanîngeha, bazirganiyê, hikûmetê û partiyan. Derfetek ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet nehiştine. Ev hemû dibin sedem ku welatî herêmê terk bikin. Heger derfetek ji bo guhertinê nebe û ev pergal her tim bi kuştin û girtinan bersiv bide daxwazên wan ew ê wekî çare serî li penaberiyê penaberiyê bidin. Tenê rêyek ji wan re dimîne ew jî koçberî ye. Li herêmê pirsgirêk roj bi roj zêde dibin. Ceyran û av her tim ber bi kêmbûnê ve diçe. Ji xeynî wê jî bihayê her tiştekî zêde dibe. Ji bo çareserkirina van aloziyan jî tu plan û projeyeke hikûmetê tune ye. Ji bilî çareserkirina van pirsgêrêkan her tim welatiyan sûcdar dikin û dibêjin ku 'Hêzên cuda li pişt van kesan in' ev hemû dibin sedemên bêhêvîbûnê. Jixwe di hilbijartina borî de jî pîraniya welatiyan hilbijartin boykot kir. Ji ber ku baweriya wan êdî bi hilbijartinê jî nema ye. Baweriyan bi tu partiyan nemaye. Çimkî di hilbijartinên berê de partiyên ku soz dan li ser sozên xwe nesekînin. Di gel de bêhêvîbûneke gelek mezin çêbûye. Gel di vî welatî de pêşeroja xwe nabîne. Mixabin ji Kurdistanê derdikevin û li jiyaneke nû digerin." 
 
'PRESTÎJA HIKÛMETA HERÊMÊ NAMÎNE' 
 
Mame, bi lêv kir ku hikûmeta Herêmê ji xeynî polîtîkayên çareserkirinê serî li polîtîkayên dijberî gel dide û got: "Ji xeynî van geşedanan  li Kurdistanê her tim çalakî hene û çêdibin. Welatî êdî ji vê hikûmetê nerazî ne. Jixwe di hilbijartina 10'ê Cotmehê de her tişt xuya bû.  Ev jî peyamek e gelek mezin bû ku êdî welatî vê desthilatdariyê naxwazin. Dixwazin êdî ev herêm ji destê vê hikûmetê bê derxistin û ji nû ve bê avakirin. Jiyaneke bi rûmet dixwazin. Lê mixabin heta niha şert û mercên wisa çênebûne ku welatî jiyaneke li gorî daxwaza xwe ava bikin. Ji ber vê bêhêvîbûnê xwe bi rêxistin dike. Êdî ne tenê ciwan pîr û kal jî koçber dibin. Ev jî hem prestîja hikûmeta Kurdistanê di qada navneteweyî de tune dike û hem jî bandoreke gelek zêde li ser herêmê dike. Mixabin heta vê kêliyê jî Hikûmeta Kurdistanê ne amade ye ku berpirsyartiya vê yekê bigire û dest bi hin guhertinan bike. Hikûmet di bêedeletiya xwe û diziyê de îsrar dike. Tu hêviya welatiyan ji partiyên herêmê nema ye ku guhertinekê pêk bînin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

26/11/2021
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike
09:37 Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin