Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû

  • rojane
  • 09:34 26 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, 40 sal berê pirsa dadgerê ku jê pirsîbû "Kurdistan ku derê ye?" wiha bersivandibû: "Qada berbelavbûna zimanê kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye." 

Kurd, nasnameya wan û axa wan bi polîtîkayên înkarkirin û redkirinê re rû bi rû ne. Ev polîtîka ji dema Îtihat Terakkiyê ve heya niha didomin. Çendî ku kurdan bi bedêlên giran nasnameya xwe anîne asteke ku êdî kes nikare wê înkar bike jî, lê bêtamulî û neqebûlkirina Kurdistanê hê jî didome. Ev alerjiya dewleta tirk a li hemberî kurdan, ev çend hefte ye cardin gur bûye.
 
Çendî ku navê Kuristanê di belgeyên dîrokî yên bi sedan sal berê de heye jî, lê li Sêrtê welatiyê ku ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê re gotibû "Ev der Kurdistan e" hatibû binçavkirin û piştî bertakan hatibû berdan. Bi heman awayî hunermend Veysî Ermîş jî ji ber straneke ku navê Kurdistanê tê de derbas dibe gotibû doz lê hatibû vekirin û dadgehê sal û 6 meh û 20 roj ceza lê birîbû. Herî dawî jî li Wanê esnaf Hacî Tûnç ji ber ku di sohbeta bi Serokê Giştî yê Partiya Guherînê (DTP) Mûstafa Sarigul de gotibû "Ev der Kurdistan e" hatibû binçavkirin. 
 
DOZA SEREKE YA PKK'Ê
 
Înkarkirina heqîqeta kurd û Kurdistanê 40 sal berê di 'Doza Sereke ya PKK'ê' de jî bûbû hêla sereke ya darizandinê. Di dozê de yek ji kesên vê heqîqetê ragihand cîhanê jî Kemal Pîr bû ku di dema 12'ê Îlonê de di "Zindana Jimare 5'an" (Girtîgeha Amedê ya Eskerî) de mabû û di 7'ê Îlonê de di Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'yan de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Kemal Pîr, gava xwendekarê Zanîngeha Enqereyê bûye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye, bîrdoziya wî esas girtiye û tevli rêxistinê bûye. Kemal Pîr, bi bernavê xwe "Laz Kemal", ji Gumuşhaneyê bû. 
 
'EV DADGEHEKE DÎROKÎ YE'
 
Di danişîna 26'ê Gulana 1981'ê de Kemal Pîr, wiha dest bi gotinên xwe dike: "Ez wisa yeqîn dikim ku ev dadgeh, dadgeheke dîrokî ye. Yanî ne dozeke hêsan e; ji tiştekî hiqûqî wêdetir, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Wekî mirovekî dixwazim heqîqet li bara dîrokê eşkere bibin, yanî dixwazim di şexsê min de rastî eşkere bibin." 
 
Pîr, di danişînê de tîne ziman ku ew ferdekî malbateke xizan e û tahdeya pergala kapîtalîst a li Tirkiyeyê ya li hemberî gel, newekhevî û kedxwariya ji ber vê pergalê û tahdeya dewletê ya li hemberî şoreşgeran tîne ziman û destnîşan dike ku di rewşeke wiha de naskirina cîhanê ne bes e, divê bê guherandin jî. 
 
SERKETIN
 
Pîr, destnîşan dike ku wî hêza vê guherînê jî di PKK'ê de dîtiye û dibêje: "Li Kurdistanê tevgera rizgariya neteweyî bû. Wê çaxê tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê, di sala 1974'an de, perçekirinê temsîl dikirin; lê ev tevger xwedî wezîfeyeke danberheviyê bû. Yanî anîna cem hev a şoreşgeran ji xwe re kiribû wezîfe. Ev tevgera ku di 1972'yan de çêbû û niha wekî tevgera PKK'ê tê naskirin, ne tevgerek bû, bizaveke bîrdozî û siyasî bû. Ev tevger danberhevî ji xwe re kiribû wezîfe, danberhev bû û di pêşeroja wê de tiştek hebû, yanî tiştên serketinê. Hê jî heye, ez yeqîn dikim." 
 
NEXŞEYÊN BI VÎNA GEL TÊN XÊZKIRIN
 
Kemal Pîr, di axaftina xwe ya dadgehê de bi taybetî destnîşan dike ku ji ber ku PKK ne tevgereke netewperest bû tevli nav bûye û di parastina xwe de li ber nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn a bi destê emperyalîstan hatiye xêzkirin radibe. 
 
Pîr dibêje: "Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, nexşeyeke siyasî ya ji aliyên bûrjûvayên tevkarên emperyalîzmê, komprador û feodalan ve hatiye xêzkirin. Ev nexşe, ne nexşeyeke antî-emperyalîst e. Ez nikarim wê qebûl bikim. Ez ehlê nexşeyekê wisa me ku bi vîna gelan hatibe xêzkirin." 
 
Pîr, di berdewama parastina xwe de diyar dike ku heya nehatibû zanîngehê haya wî ji kurdan tune bûye û wekî kesekî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê têdikoşe, xwestiye kurdan û Kurdistanê nas bike. Pîr, diyar dike ku piştî van lêkolînan biryar lê daye ku tevli PKK'ê bibe û bi vî awayî heqîqeta Kurdistanê ya hê jî bi polîtîkaya înkarkirinê re rû bi rû ye diparêze. 
 
Diyalogên di navbera Kemal Pîr û dadgerê dadgehê albay Emrûllah Kaya de bi vî awayî ne: 
 
“Dadger Emrûllah Kaya: Qesda te ya ji Kurdistanê ku derê ye?
 
Kemal Pîr: Ez ê vê jî rave bikim. Pêkanîna sînorên neteweyekê bi qadên ziman pêkan e. Bi qada berbelavbûna ziman pêkan e. Li cîhanê hêla wê ya asayî ev e. Di warê zanistî de jî wisa ye. Li Ewropayê avakirina dewletên neteweyî bi vî awayî çêbûne. Lê ji ber ku niha li seranserê cîhanê emperyalîzm heye, newekehevî jî heye û sînorên netew-dewletan jî ne wekhev in. Yanî sînorên siyasî bi awayekî nekwehev hatine xêzkirin. Li di çarçoveyeke asayî de, gava em lê mêze bikin, sînorên welatekî bi qadên wê yên zimanî esas tên girtin. Qada ku ziman lê belav bûye sînorê wê neteweyê ye. Lê sînorê siyasî dibe ku cuda be. Ger dewlet dewletek dagirker be, sînorên wê dibe ku mezintir bin. Ger dewletek, neteweyek qels be û bûrjûwaziya neteweyeke din wê bieciqîne, ew dikare ewk bike. Jixwe tirk kurdan naeciqînin, yanî hêza ku li Kurdistanê serdest e, bûrjûvaya tirk e, ne gelê tirk e. Li Kurdistanê tu berjewendiyeke gelê tirk û kedkarên tirk tune ye. Tu mifha me di statuya wê ya dagirkirî de tune ye. Tu mifha me xizanan di vê statuyê de tune ye. Tew zirar e ji bo me. Ji lew re gava keda mirovên Kurdistanê û serweta wan a binerdî tê Tirkiyeyê, dijminên me yên çînî xurtir dibin û ji ber ku pir xurt dibin, mirovên ji vir diçin di fabrîkeyên me de dixebitin û ev dibin artêşeke kedkaran a yêdek. Patron me ji kar derdixin, li Tirkiyeyê. Tu mifha me tê de tune ye, zirar e. Rewş ev e. Lewma di navbera rizgarkirina neteweyî û tevgerên Rizgarkirina Neteweyî ya Kurdistanê û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de pêwendiyek heye. Ji ber ku min yeqîniya xwe bi vê pêwendiyê aniye û yeqîniya xwe bi biratiya van her du gelan aniye, ehlê dewletên mezin im li Rojhilata Navîn; dewletên bê çînên serdest, dewletên ku çînan ji holê rakin. Lê ez ehlê dewletên mezin ên li ser asasên wekhevî û azadiyê me. Ez ehlê dewletine mezin ên bê çînên bûrjûva, bê çînên serdest, bê feodal û bê kompradora me.
 
Dadger: Min pirsek ji te pirsî. Min got 'Qesda te ya ji Kurdistanê ku derê ye?' Te jî got, 'bi ziman'. Ev ziman li ku derê tê axaftin. 
 
Kemal Pîr: Qada berbelavbûna zimanê kurdî sînorê qethî yê Kurdistanê ye. 
 
Dadger: Ev der ku derê ye?
 
Kemal Pîr: Ev der Dîlokê dihewîne, Mereşê dihewîne, qismek Sêwazê dihewîne, ji wir heya Erziromê, qismek Qersê û ewka wê ya têkildarî beşa Tirkiyeyê wisa ye. Qada berbelavbûnê ya vî zimanî ev der e. Bi awayekî xwezayî..."
 

Sernavên din

27/11/2021
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike