Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe

  • rojane
  • 11:29 27 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Zinar Ronî, di nivîsa xwe ya Rojnameya Xwebûnê de bal kişand ser gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên derbarê Rojava de û ev tişt got: “Çawa Enqere gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe desthilata Hewlêrê jî heke ji van xeletiyan venegere ew ê jî hilweşe.”
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 18’ê Mijdarê de di paneleke ku li bajarê Dihokê hatibû lidarxistin de gotibû "Heke Rojava dixwaze li ser lingan bimîne û nexwaze Tirkiye êrîş bike divê xwe ji PKK'ê dûr bike.” Gelek aliyan rexne li van gotinên Barzanî kiribûn û bertek nîşanî helwesta wî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn. Li aliyê din weke Tirkiyeyê qeyraneke aborî, siyasî û civakî li Herêma Kurdistanê ya di bin rêveberiya PDK’ê de jî heye. Nivîskar Zinar Ronî, di nivîsa xwe ya ji bo Rojnameya Xwebûnê nivîsî de bal kişand ser qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê, gotinên Mesrûr Barzanî yên têkildarî Rojava û têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û PDK’ê de. 
 
Tevahiya nivîsa Zinar Ronî ya di Rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin wiha ye: 
 
“Krîza aborî, siyasî û civakî li Tirkiyeyê her roj kurtir dibe. Ev çed rojên dawî bi zêdebûna buhayê dowîzê pergala aborî ya Tirkiyeyê kete nav qeyraneke mezin. Li hemberî vê rewşê rayedar û endamên desthilatê daxuyaniyên balkêş didin. Hinek dibêjin qeyran tuneye. Hinek jî pêşniyarên sosret ên wekî ‘Li cihê goşt bi kîloyan distînin bila bi graman bistînin, li şûna bi kîloyan fêkî û sewzeyan dikirin, bi yekan/heban bikirin’, ‘Pêwist be em ê bi nan û pîvazê bi salan îdare bikin’ dikin. Dibêjin; ‘Kesên ku dibêjin em nikarin xwarinê bixwin bila li gewrebûn û xweşikahiya riyên duble û otobanan binêrin.’
 
BINGEHA KRÎZÊ FERASETA FAŞÎZAN E
 
Beriya şoreşa Fransa kralîçe Antonîtte ji gel re digot ‘Heke nan tune be bila paste bixwin’. Şikir ji xwedê re kralîçeya me tuneye û em ne bi kraliyetê têne birêvebirin. Serokkomarê me heye û fîrst lady Emine xanim heye. Emîne xanim ne kralîçe ye ku bibêje nan tune be paste bixwin. Ew ewqas ne nezan e. Tenê dibêje ‘porsiyonên xwe hinek din biçuk bikin’. Dawiya kalîçe Antonîtte û kral Luîs herkes dizane. Piştî wan gotinan gel rabû serhildanê û kraliyet hilweşand. Her çiqasî behsa nan hatibe kirin jî sedema şoreşê tenê ne meseleya aborî bû. Niha li Tirkiyê jî mijara herî zêde tê ziman aborî ye. Krîza aborî li ser her tiştî tê girtin. Lê em dizanin ku bingeha vê krîzê feraseta antîdemokratîk û faşîzan e. Sedema herî mezin jî şerê qirêj ê ku li hemberî gelê kurd tê meşandin e. Heya niha behsa nelirêti û peywirkirina neheq tê kirin bes behsa şerê qirêj nayê kirin. Di butçeya salane de yek ji muxalîfan napirse ka berdêla vî şerî ji gel re çiqas e?
 
BIHÊLIN BILA GELÊ KURD BIRYARA XWE BIDE 
 
Ji ber krîza aborî li gelek bajaran welatiyan bertekên xwe nîşan dan. Jin, xwendevan, ciwan, karker, rewşenbîr û ronakbîr di her derfetê de nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xuya dike ku hêviya hilweşîna desthilata faşîst her kêliyê xurt dibe. Di rewşeke wiha de hin derdor bang dikin ku kes danekevin sikak û kolanan. Bangewazî li rêxistin û gelê kurd dikin ku danekevin kolanan. Gelê kurd û rêxistinên gel tu destkeftin bi runiştina li malê bi dest nexistine. Lewma bihêlin bila ew biryara xwe bidin. Dema desthilat hilweşiya divê bi her awayî amade bin da ku carek din tu desthilat nikaribe gel û rêxistina gel ji nedîtîve were.
 
DIJBERIYA DEMOKRASIYÊ GAV BI GAV BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIBE
 
Sedema nelirêtî û peywirdarkirina neheq jî dîsa têkoşîna li hemberî gelê kurd e. Dewlet ji bo kesên demokrat û azadîxwaz neyên ser kar peywirê dide hevalbendên xwe. Kesên ku ji bo berjewendiyên aborî werin ser kar jî tu carî li dijî xeletî û neheqiyan dengê xwe bilind nakin. Her ku bêdeng dimînin êdî ew xeletî û neheqî dibin rastiya wan.  Di filmê ‘Dadgehên Nurnberg’ de ji wezîrê dadê yê Hîtler dipirsin: ‘Çima te ev peywir qebûl kir û li hemberî van  kiryaran bêdeng mayî?’ Dibêje: “Fuhrer digot ‘welatê me di bin taluka dijmin de ye. Divê em xwe ji vê talukê rizgar bikin. Heya welat rizgar bibe mafê mirovan dikare were astengkirin, demokrat-sosyalîst dikarin werin girtin.’ Min jî wiha bawer dikir ku mijara sereke rizgarkirina welat e. Lê bi demê re ew rewşa awarte bû rastiya me.” Desthilata AKP’ê û MHP’ê jî di her kêliyê de behsa taluka hêzên derve dikin û dibêjin em şerê rizgariyê dikin. Piştî hewldana 15’ê Tîrmehê zagonên awarte xistin jiyanê û civak bi van zagonan birêvebirin. Jixwe feraseta desthilatê ji ber ku nedemokrat bû zirareke mezin dida welat. Lê piştî 15’ê Tîrmehê hêz hemû xiste destê xwe û xwest li gorî kêfa xwe welat birêve bibe. Dijberiya demokrasî û azadiyê çavê desthilatê kor kir û ew gav bi gav ber bi hilweşandinê ve bir. Niha jî hatiya lêvika tahtê. Piçek din biçe dê wer bibe.
 
Di têkçûna desthilatê de divê herkes giringiya tevgera azadiyê bibîne. Muhalefet jî divê bibine. Heke dixwaze pirsgirêkan çareser bike û bi rastî welat ji krîzê derxe divê vê rastiyê bibîne. Heqîqet wiha ye: Yên ku digotin ‘Kobanê ket, dikeve’ ew bixwe dikevin.
 
KÎ LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ HEVKARIYA DIJMIN BIKE TÊK DIÇE
 
Tenê ne Tirkiye, desthilatên her çar dewletên dagirkeran heke dijminatiya kurdan hê jî bidomînin dê dawiya wan were. Niha li Suriyeyê heke Esad hê jî desthilat be ji ber pozîsyona Tevgera azadiyê ye. Tevgera azadiyê dijberiyeke dogmatîk li hemberî desthilatan nake. Yên bixwazin mafê gelê kurd nas bikin û dewletê bi zagonên demokratîk birêve bibin tevgera azadiyê wan nas dike û ji muzakereyan re jî vekiriye. Heke pirsgirêk bi muzakereyan çareser nebe wê demê riya berxwedanê vedibe. Heman tişt ji bo tevgerên kurd jî derbasdar e. Kîjan tevger û partî li hemberî tevgera azadiyê hevkariya dijmin bikin dê wekî desthilatan têk biçin û hilweşin. Tevgera azadiyê ji destpêkê ve ketiye nav hewldanê yekîtiya neteweyî. Li gel hemû êrîş û hevkariya hinek partiyan jî riya şerê navxweyî venekiriye. Lê mixabin hinek partî û hizb pozîsyona xwe ya dijberiya gelê kurd hê jî didomînin.
 
‘BILA YEK BIBÊJE HIŞÊ XWE BÎNE SERÊ XWE’
 
Serokê herema Kurdistanê Mesrur Berzanî di axaftineke xwe de gotiye ‘Heke Rojava dixwaze li ser lingan bimîne û nexwaze Tirkiye êrîş bike divê xwe ji tevgera azadiyê dûr bike.’ Berdevkên desthilata AKP’ê jî nikarin gotineke wiha bikin. Lê Mesrur li ser navê kurdan gotineke wisa dike. Heman taktîka AKP dimeşîne. Mesrûr di cihê şîretan li Rojava bike bila li rewşa herema Kurdistanê binêre. Çend roj e xwendevanên zanîngehê xwepêşandanan dikin. Li hemberî xwendevanan êrîşên hovane tên kirin. Gelê Başûr di nav krîza aborî de ye. Tirkiyê dest daniye ser hemû çavkaniyan. Kurdistan ji xwe re kiriye  qada meşandina şerê taybet lê Mesrûr dev diavêje Rojava. Bi hezaran welatî yên ku ji ber zilma rêveberiya Hewlerê reviyan; di sînoran de ji ber serma û birçîbûnê can didin. Lê ne xema Mesrûr e. Ew hê jî hewl dide xwe ji Enqereyê re şêrîn bike. Lê bila yek jê re bibêje ku rewşa Enqereyê qet nebaş e. Ya baş bila hişê xwe bîne serê xwe.
 
MESRÛR LI SER NAVÊ DAGIRKERAN ŞÎRETAN LI KURDAN DIKE
 
Di sala 44’emîn a partiyê de tevgera azadiyê li tevahiya cîhanê hatiye naskirin û pêşengiya têkoşîna azadiyê dike. Tevgera azadiyê dibe ku carinan qels bibe, carinan derbe jî bixwe. Lê têk naçe. Tevgera azadiyê hêza xwe ji felsefe û hişmendiya azadiyê digire. Niha herin binêrin yên ku herî zêde rexne li tevgera azadiyê dikin sempatîzanên wê ne. Yên ku herî zêde li rexneyan jî guhdar dikin şoreşgerên tevgera azadiyê ne. Gel bi rihetî rexne dike û lê xwedî jî derdikeve. Cihê rexne-rexnedayîn hebe li wir pêşketin jî heye. Niha ewqas rexneyên ku ji bo tevgera azadiyê tên kirin heke di nav xwe de li PDK’ê werin kirin PDK nikare du rojan li ser lingan bimîne. Nikare rexne ragire. Lewma li ser xeletiyan siyasetê dike. Welat bifiroşe jî kes newêre dengê xwe bike. Îca niha Mesrûr li ser navê dagirkeran şîretan li kurdan dike.
 
Enqereyê baweriya xwe bi DAÎŞ’ê anîbû. Hizir dikir Kobanê bikeve. Lê Kobanê neket. PDK jî baweriya xwe bi dewleta Tirkiyê tîne ku tevgera azadiyê têk bibe.
 
HESABÊN ŞAŞ WÊ JI TEVGERA AZADIYÊ BIZIVIRE
 
Hêzên PDK’ê ji ber DAÎŞ’ê revî revî paş ve vekişiyan. Bang li gerîla kirin ku dakevin bajaran ji bo gel baweriya xwe bi wan bîne û bajaran neterikînin. Lê îro li hemberî gerîla hevkariya dagirkeran dike. Mixabin dîsa jî hêza wan têra têkbirina azadiyê nake. Çawa Enqereyê gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe desthilata Hewlêrê jî heke ji van xeletiyan venegere ew ê jî hilweşe.
 
Gotineke pêşiyan heye:‘hesabê şaş ji Bexdayê dizîvire.’ Lê niha divê were zanîn hesabê şaş ji tevgera azadiyê dizîvire.”
 

Sernavên din

27/11/2021
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike