Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin

  • rojane
  • 17:28 27 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê hat birîn li gelek navendan hat şermezarkirin û li dijî zextên desthilatê, biryardariya mezinkirina têkoşînê hat destnîşankirin.

Danişîna biryarê ya doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Leyla Guvenê ji ber îfadeya “Birêz Ocalan” jê dihat darizandin, duh li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî. Cezayê li Guvenê hat birîn li gelek navendan hat şermezarkirin.

AMED

Li dijî birîna ceza Rêxistina HDP'ê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên HDP’ê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Rêxistinên HDP û DBP'ê, Meclîsa Jinê ya HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn. 

EV HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE’

Di destpêkê de li daxuyaniyê Gulistan Atasoy axivî. Gulistanê da zanîn biryara birîna cezayê li Leyla Guven mudaxaleya li dijî siyaseta jina kurd e û wiha got:"Em bi van cezana baş dizanin. Ji bo li îktidarê bimînin sopeyê darazê bi kar tînin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Em ê dev ji daxwaza azadiya xwe bernedin. Dixwazin paşde gavê bidin avêtin lê ew ê bi ser nekevin."

 ‘LEYLA GUVEN RÛMETA ME YE’

Pişt re Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan wiha got: “Em bi israr dibêjin AKP û MHP ev bêhiqûqî ji xwe re kiriye edet. Dixwazin siyaseta HDP’ê asteng bikin. Lê HDP mezintir dibe. Bû partiya gel. Ew pêkanînên zalimane gavê bi me paşde nede avêtin. Leyla Guven rûmeta me ye."

Piştî axaftinan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 

WAN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê jî bi daxuyaniya çapemeniyê, cezayê li Guvenê hatiye birîn şermezar kir. Parlamenter Mûrat Sarisaç, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulderen Varli û Çetin Uyar, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera HDP’ê ya Wanê Nurcan Kayar ve hat xwendin.

‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’

Kayar da zanîn ku kesên fikrên xwe dibêjin tên darizandin û wiha got: “Li vî welatî fikrên azad di bin gefa faşîzma AKP-MHP’ê de ne. Li vî welatî ji ber mirov fikrên xwe dibêjin tên girtin û binçavkirin. Dadgeh veguheriye alava çewisandina muxalefeta civakî. Di şexsê Leyla Guven de li tevahî muxalifan bêhiqûqî hatiye kirin. Daraz di destê desthilatê de ye û pêkanînên keyfî diqewimin. Lê belê em ê hesab bipirsin.”

Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç got: “Cezayê li Leyla Guven hatiye birîn li aştî, demokrasî û têkoşîna jinê hatiye kirin. Leyla Guven rûmeta me ye. Em bi têkoşîna bi rûmet a me ji Leyla Guven girtiye em dibêjin berxwedan jiyan e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajaran û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘BIRYAR NE HIQÛQÎ YE’

Di daxuyaniya ji aliyê Rêveberê HDP'ê ya Colemêrgê Kadîr Şahîn ve hat xwedin de wiha hat gotin: “Biryara derbarê Leyla Guven de hat dayin biryara dijminatiyê ye. Tu aliyê hiqûqî yê biryarê tune ye. Ev biryar ne tenê li dijî Leyla û KCD’ê de ye ev biryar li dijî hemû kurdan e. Ne Leyla Guven ne jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.

GEVER

Daxuyaniya din jî li Geverê ji aliyê Rêxistina HDP’a Geverê ve hat dayin. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Geverê Şilan Aslan axivî û wiha got: “Bila desthilat baş bizanibe ku bi cezayên bi vî rengî nikare Leylayê û me ji têkoşîna me veke. Leyla Guven ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û îradeya rewa ya vî gelî ye. Ew ê têkoşîna me bidome.”

Sernavên din

01/12/2021
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne
09:15 Malbata girtiyê nexweş: Dermanên wî nedan, rewşa wî xirab bû û mir
09:14 Altan: Aboriya welêt ji bo şerê li dijî kurdan hat xerckirin
09:13 Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin
09:06 Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2021'Ê
27/11/2021
21:26 Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin
17:57 Bi hinceta ‘doşek tune’ girtiyan derman nakin