EDENE - Baran Gul ê li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê dimîne, ragihand ku hefteyeke gardiyan li wan didin.
Baran Gul ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûya Mereşê dimîne, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Gul, ragihand ku gardiyanan li wan dane û wiha got: “Em hefteyeke di bin zextek û tundiyeke zêde de ne. Gardiyan li me didin. Em hemû zextên rûmeta mirovahiyê binpê dikin red dikin û bi tundî şermezar dikin.”