‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye

  • rojane
  • 11:40 30 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Di civîna Desteya Wezîran a KE ku wê îro dest pê bike de, wê biryara binpêkirina DMME’yê ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bê nirxandin. Heger ku Tirkiye li gorî biryarê tevnagere, dibe ku hin ambargo jî bên rojevê.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) îro li Strasboûrgê dicive. Di hevdîtina ku wê heta 2'yê Kanûnê bidome, biryarên binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ên girtî dê bê nîqaşkirin. Tê payîn ku di civînê de biryarên binpêkirinê yên derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsazê girtî Osman Kavala de jî bên nirxandin.
 
DIBE KU BIRYARA AMBARGOYAN DERKEVE 
 
Heger biryara DMME’yê ya ku cezayê muebetê yê girankirî yê ji bo Ocalan, li dijî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike, neyê bicihanîn, dibe ku hin cezayên li dijî Tirkiyeyê werin rojevê. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE’yê re û endamtiya wê jî dibe cihê nîqaşê. 
 
PÊVAJOYA BINPÊKRIINA BIRYARÊ 
 
DMME’yê biryar da ku cezayê muebetê yê girankirî yê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji 15’ê Tebaxa 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, li dijî xala 3’yemîn a DMME’yê ye ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike. Piştî vê biryarê di 18'ê Adara 2014'an de ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî li ser heman mijarê biryara binpêkirinê hatibû dayîn. Tevî ku 7 sal di ser biryara binpêkirinê ya ji bo Ocalan û girtiyên din re derbas bûye jî tu gav nehatine avêtin, saziyên hiqûqî û mafên mirovan çalakî li dar xistine.
 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîxwaz (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 26'ê Tîrmehê de ji bo biryara DMME’yê dabû, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa dabûn. Li ser vê yekê komîteyê cara ewil ev mijar xist rojeva xwe û biryar da ku di civîna ku di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de pêk were de ji bo vê yekê biryarek bide. 
 
JI TIRKIYÊ DU DAXUYANΠ
 
Piştî ku Komîteyê ev mijar anî rojevê, Tirkiyeyê du daxuyaniyên cuda dan. Tirkiye ku di 7'ê Îlonê de yekemîn bersiva serlêdana rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê da, îdia kir ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê tu binpêkirinek pêk nehatiye. Ji aliyê din ve Tirkiye tespît û pêşniyarên di serlêdanê de yên di derbarê "mafê hêviyê" û "guhertina qanûna cezayê heta hetayê ya girankirî" ku îhtîmala serbestberdana Ocalan û girtiyên din derdixe pêş çavan negirt. Balkêş e ku Tirkiye tenê bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şert û mercên fizîkî yên Îmraliyê di salên borî de amade kir. Ji sala 2009’an û vir ve bi hincetên cuda hevdîtina Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re tên astengkirin. 
 
HIQÛQA TAYBET 
 
Di daxuyaniya duyemîn a ku Tirkiyeyê di 7'ê Cotmehê de bi sernavê "Plana Çalakiyê" pêşkêşî Komîteyê kir û diyar kir ku mafê Ocalan û girtiyên din ên "Serbest berdana bi şert" nîne, qebûl kir ku li Îmraliyê "hiqûqa taybet" pêk tê. Di îfadeya xwe de bal kişand ser biryara DMME’yê ya 'Ocalan 2' û îdia kir ku piştî 17'ê Mijdara 2009'an li Îmraliyê rewşeke ku 'mudaxeleya nemirovane' pêk were, nemaye. Ji 2009’an û vir ve hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din re bi hincetên cuda tên astengkirin. Di daxuyaniyê de dîsa îşaret bi biryara DMME’yê hat kirin û hat gotin ku "başbûnan" ên di serdema piştî 17'ê Mijdara 2009'an de li Îmraliyê hatin kirin, hatin nirxandin û binpêkirina beriya sala 2009'an hatiye sererastkirin. Lê belê serlêdana ku di sala 2011'an de li ser navê Rêberê PKK'ê Ocalan ji bo şert û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê pêşkêşî DMME’yê hatibû kirin, nehatibû qebûlkirin.
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

03/12/2021
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin