NAVENDA NÛÇEYAN - Qanûna ku weke Pakêta 5'emîn a Darazê tê zanîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.
Qanûna Pêkanîn û Topavêtinê û Qanûna Derbarê hin Guhertinên ku divê di Qanûnan de bên Kirin weke Pakêta 5'emîn a Darazê tê zanîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi vê qanûnê kirariyên ji bo radestkirina zarokan ku ji aliyê Dadgeha Malbatê ve dihat kirin radestî Wezareta Darazê hat kirin.