STENBOL - Ji rojnamevan Zekîne Turkerî ya ji ber parvekirinên xwe yên medya dîjîtal tê darizandin re ceza hat xwestin.
Danişîna ewil a doza rojnamevan Zekîne Turkerî ku ji ber parvekirinên xwe yên medya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê ya zincîrkî” tê darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Turkerî û parêzerê wê Erselan Aktan li danişînê amade bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de Turkerî û parêzerê wê Aktan sûcdarî qebûl nekirin.
Dozgeriya ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir xwest ku Turkerî were cezakirin. Turkerî û Aktan ên li dijî mutalayê axivîn, bi lêv kirin ku wê parastinên xwe yên derbarê esasê de pişt re bikin. Dadgehê daxwaza wan qebûl kir û danişîn taloqî 15’ê Adara 2022’yan kir.