Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat

  • rojane
  • 11:38 3 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Celal Yildiz ê birayê mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizmên xwe Mehmet Yildiz û bavê wî Latîf Yildiz ên ku ji ber "rêxistina talanker û sûc" damezrandine 110 sal ceza xwaribûn, beramberî bi 2 milyon lîreyê tirk derxist derveyî welat. 
 
Derbarê Mebûsê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî yên ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de bi êrişa li dijî malbata Şenyaşar û kuştina sê ferdên malbatên tên rojevê, îdiayeke balkêş hat kirin. Hat îdiakirin ku Mebûsê AKP'ê Yildiz û birayê wî yê mezin Celal Yildiz xizmên xwe Mehmet Yildiz û bavê wî Latîf Yildiz ku cezayên wan li Dadgeha Bilind hat erêkirin, bi pereyan wan revandin û derxistin derveyî welat. 
 
BERTÎL, SEFELXWARÎ, AVAKIRINA RÊXISTINÊ 
 
Di operasyona bi navê "Şimşek (brûsk)" a li 6'ê Adara 2012'an de li Edeneyê, xizmên rêveberê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî di nav de 35 kes hatibûn binçavkirin. Ji 35 kesan 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin 30 kes serbest hatin berdan. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ji sûcê, "bertîlê, selefxur (tefecîlîk) û avakirina rêxistina sûc” li 8 bersûcan bi giştî 126 sal û nîv ceza birî. Di tîrmeha 2018'an de ji aliyê 8'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Antalyayê ve ev ceza hat erêkirin. Îtîraza li Dadgeha Bilind a li dijî biryarê jî hat redkirin. 
 
WAN REVANDIYE DERVEYÎ WELAT 
 
Ferdên malbata Îbrahîm Halîl Yildiz ê parlamenter û rêveberê AKP’ê jî di nava van kesên sûc kirine û ceza girtine de cih digirin. Yildiz ê AKP’yî bi beramberî pereyan xizmên xwe Latîf Yildiz û lawê wî Mehmet Yildiz di deriyê gumrukê de wan bir Bulgaristanê. Ev rewş ji aliyê Mehmet Yildiz ve hat eşkerekirin. Mehmet Yildiz îdia dike ku keke Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz 2 milyon lîreyê tirk bertîl daye û wan derxistiye derveyî welat. 
 
2 MILYON TL DANE CELAL YILDIZ 
 
Mehmet Yildiz di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de da zanîn ku ji bo dosya ji aliyê Dadgeha Bilind ve neyê erêkirin birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz, Celal Yildiz 2 milyon TL daye. Mehmet Yildiz ê ku li ser hesabê bi navê "Memet Ağaoglu" parve kir, 34 saniyeyên telefonê ku bi Mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz re bi armanca 'gefê’ pêk anîbû parve kir. Mehmet Yildiz di 25’ê cotmehê de qeyda deng girt û wiha got: “Ez bang li Serokomarê xwe yê rêzdar R. T. Erdogan û wezîrê xwe yê birêz Suleyman Soylu dikim. Bila desthilatdarî ji (Celal Yıldız) û parlamenter (Îbrahim Halîl Yıldız) re nemîne. Çimkî ji ber lawaziya aborî ya hevrêyên xwe, kursiyê wî, xizmê wî, hevalê wî têk çûne. Pêşî bi girtina 150 hezar dolaran, paşê bi saya kê ez çûm derve. Min axaftina pereyan birî. Ez we hewaleyî xwedî dikim.”
 
HEVDÎTINEK 34 SANIYEYAN 
 
Peywendiya telefonê ya 34 saniyeyan ku tê de nimreya telefonê ya Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî xuya dike, bi parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz dest pê dike û ji Mehmet Yildiz re dibêje "Kurap tu çawa yî?" Di peywendiya telefonê ya bi kurdî de diyalog wiha ne:
 
- İbrahim Halil Yıldız: Kurap çawayî? 
 
- Mehmet Yıldız: Saxiya canê te wekîlê min. Tu çawayî, başî?
 
- İbrahim Halil Yıldız: Sax bî.
 
- Mehmet Yıldız: Tu musaîdî wekîlê min?
 
- İbrahim Halil Yıldız: Belê. 
 
- Mehmet Yıldız: Wekîlê min ez derketim Bulgaristanê, mala Celal abê (Celal Yıldız) ava be, ew bû alîkar. 
 
- İbrahim Halil Yıldız: Belê. 
 
- Mehmet Yıldız: Tu bi Celal abê re axivî? 
 
- İbrahim Halil Yıldız: Min hêj wî nedîtiye. 
 
- Mehmet Yıldız: Wekîlê min wextê ez hatim, ez pê re axivîm. 
 
GILIYA WAN JI ERDOGAN RE KIR 
 
Mehmet Yildiz di parvekirinek din a di 26ê cotmehê de jî diyar dike ku birayê mezin ê parlementerê AKP’ê (Celal Yildiz) ji wî û bavê wî (Latîf Yıldız) 2 milyon TL standiye û wiha got: “Tenê 200 hezar dan kesên ku qebûl kirine. Pereyê din nedane kesekî din. Ji ber ku yên din nikaribûn pereyan bistînin, hêrs bûn û dosyaya min erê kirin. Hemî navên wan û qeydên deng li cem min hene. Birêz Serokomar (Recep Tayip Erdogan) Min di wêneyê de parve kir ku çima ceza li min hat birîn û pereyê min nedan min. Serokê min, ez dixwazim zêdetir tiştan bibêjim.”
 
Mehmet Yildiz piştî rojekê parvekirinên xwe rakir. 
 

Sernavên din

03/12/2021
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e