Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim

  • rojane
  • 12:34 9 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu serdana malbata Şenyaşar kir. Kiliçdaroglu got: “Hemû agahî li holê ne. Kes cesaret nake û gav navêje. Ez jî wek lawek te, wek birayê te ez ê vê dozê bişopînim.”    
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku di dozê de edalet pêk were ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Nobeda malbatê di roja 276’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û şandeya pê re serdana Malbata Şenyaşar kir. Malbatê bi dovîza “Em edaletê dixwazin” Kiliçdaroglû û şandeya CHP’3e pêşwazî kir. Parêzerên malbatê jî di serdanê de amade bûn. 
 
 
QETLIYAMEK ORGANÎZEKIRΠ
 
Emîne Şenyaşar qala têkoşîna xwe ya edaletê ya 3 sal û 6 meh in berdewam dike ji şandeyê re kir û got nexweşînên wê zêde bûne. Emîne Şenyaşar dema kêliyên komkujiyê vedigot giriya û hêsir ji çavê wê bariyan û nikaribû biaxiviya. Ferît Şenyaşar li şûna dayika xwe axaftinê berdewam kir û vedestnîşan kir ku komkujî li ber nexweşxaneyê li pêş çavê dayika wî pêk hatiye û got: “Qetliyamek bi organîzekirî heye. Ji ber ku parlamenter di nava qetliyamê de ye, kes dozê venake. Nêzî salekê ye em li ber edliyê ne. Dozger ji me direvin. Dozger bûyerê dizanin.” 
 
‘JI BO HER KESÎ EDALET’ 
 
Parêzerê malbatê Bulent Duran jî agahiyên derbarê dosyeya dozê de bi Kiliçdaroglû re parve kir û got: “Qetliyamek pêk hat. Wezîrê wê demê got, tu têkiliya malbatê bi rêxistinekê re nîne. Ev malbata me tenê esnafiyê dikirin û bi qetliyamek hovane re rûbirû man. Tu kes nehat girtin. AKP’ê qetliyam kir û ji xwe re kir ranta siyasî. Em ji bo malbatê û her kesî edaletê dixwazin.” 
 
KILIÇDAROGLU: EM Ê EDALETÊ BÎNIN 
 
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Em ê bi hev re edaletê bînin. Kujer kî bin em ê bi hev re derxin holê. Hûn edalet ê em ê jî peywendiyên siyasî bibînin. Divê her kesê xwedî wijdan bi malbatê re be. Ev ne rewşeke asayî ye. Ev doz doza dayika ku zarokên xwe winda kiriye ye. Her kesê ku dibêje em mirov in, divê ji bo vê dozê rabin ser piyan. Tu eleqeya vê meseleyê bi çep, rast û partiyekê re nîne. Ev têkoşîna edaletê ye. Em çawa qêrîna dayikekê nebihîzin?” 
 
‘EZ Ê VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIM DAYIKA MIN’ 
 
Kiliçdaroglu anî ziman ku qetliyam li ber çavên dayikê pêk hatiye û wiha got: “Çiqas dozger hatin guhertin. Em zextên siyasî jî dizanin. Lê ew çi dikin bila bikin, em ê edaletê pêk bînin. Em ê ji bo xatirê vê axê her tiştî bikin. Ev xak bêhna edaletê jê tê. Ev der bajarê pêxemberan e. Em jê re dibêjin bajarê pêxemberan, lê neheqî li ser e û bêdaletî derketiye asta herî jor. Tiştek wiha çawa dibe? Pirsgirêk dê li edliyeyê çareser bibe, dadger û dozger dê werin û çareser bikin. Hemû agahiyên qetliyamê li holê ne. Kes newêre gavekê bavêje. Çima? Ji ber ku wekîlek tê de heye. Ne mebûzek heke ez serokkomar bim wê çi bibe? Birayê min edalet, edalet, edalet. Dayik dibêje ez mafê xwe yê edaletê dixwazim. Helbet zarokên wê venagerin, lê dixwaze agirê dilê wî vemire. Em ê van hemûyan pêk bînin, tu qet xem neke dayika min. Çawa ku tu vê dozê dişopînî, ezê jî wek lawek te û birayê te vê dozê bişopînim."
 
Kiliçdaroglû û şandeya pê re kêliyek li gel malbatê Nobeda Edaletê girtin û pişt re ji cihê çalakiyê veqetiyan. 
 
 

Sernavên din

09/12/2021
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin