Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn

  • rojane
  • 12:42 11 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Polîsan piştî hedef nîşandana Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de girtin û lêgerîna avahiyê 5 saet û nîvan dom kir. Polîsan di serdegirtinên malan ên hemwext de jî gelek kes binçav kirin. 

Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Cizîra Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di rojên borî de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû di Lijneya Giştî ya Meclîsê de HDP’î hedef nîşan dabûn. Piştî vê hedef nîşandanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de, polîsan bi ser avahiya navçeyê de girtin û lêgerîn heta saet 10.00’an berdewam kir. 
 
Polîsan di serdegirtina avahiya partiyê de deriyên derve û hundir hemû şikandin û tiştên hundir hemû belav kirin. Li ser mase û kursiyan şopên lingan hebûn. Polîsan wêneyên Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel ku dema qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de hatibûn qetilkirin, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku piştî li Silopiyayê hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar a di sala 2015’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin û flamaya MEBYA-DER’ê bi kêran perçe perçe kirine û avêtine erdê. Polîsan di dema serdegirtinê de dest danîne ser hin materyalên dîjîtal, wêne, flama, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê jî. 
 
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Polîsan, ligel avahiya HDP’ê bi awayekî hemwext li navenda Şirnex, navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Cizîrê Hevserokê MEBYA-DER'a Şirnexê Serhat Kuçuk, rêveberên HDP'a Cizîrê Naîm Înedî û Botan Em, welatiyên bi navê Asya Arslan, Mele Kasim Yîgît, Alî Tûnç, Azîz Ûygûr, Zîndan Mûlû, Velî Ekren, Diyar Olmez binçav kirin. Li Silopiyayê jî polisan Delîl Urek, Tuncay Înal û Nadîr Onûk binçav kirin. Hate hînbûn ku ji ber kesên lêgerîna wan heyî li malên xwe nebûn, Lİ Şirnexê kes nehatine binçavkirin. 
 
Li ser serdegirtina polîsan a rêxistina navçeya Cizîrê ya HDP’ê wê îro saet di 13.00'an de li ber avahiya partiyê daxuyanî bê dayîn. 
 
BERTEK NÎŞANÎ SERDEGIRTINÊ DA
 
Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît bertek nîşanî serdegirtina polîsan a avahiya wan da û wiha got: “Dema em hatin partiya xwe hemû deriyên me şikandibûn. Tevî ku deriyên me yên li hundirê avahiyê vekirî bûn jî ew şikandine. Hemû tiştên di avahiyê de hatine belavkirin. Wan amblem, wêneyên Taybet Înan, Asya Yuksel, Mehmet Tunç perçe kirine. Heta amblema HDP’ê jî çirandine. Em careke din li vir dijminatiya jinê dibînin.”
 
 

Sernavên din

13/12/2021
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da