Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî û got: “Em ê serweriya rêbiran hilweşînin.” 
 
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi dirûşma “Niha dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li Navenad Çandê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn û hema bêje cih li eywana kongreyê nema. Bi hezaran kesê beşdarî kongreyê bûn bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re berz kirin. 
 
Piştî Koma Ma Musîcê stranên xwe strîn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û xîtabî beşdaran kir. 
 
Kêliya ku Sancar û şandeya pê re ketin salonê bi hezaran kes bi dirûşman wan pêşwazî kir û şandeyê jî gel silav kir. 
 
‘LI BENDA ME BIN EM TÊN’ 
 
Sancar bi kurdî û tirkî beşdaran silav kir û got: “Em tên ku serweriya rêbiriya wan hilweşînin. Li benda me be Stenbol li benda me be. Li benda me be Amed, Hekarî, Îzmîr, Wan. Em hatin û va em tên. Em serweriya rêbiran, zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin. Em ê teqez hilweşînin. Vaye ev coş û girse tirsa nava dilê wan e.” 
 
‘HDP JI BO DEMOKRASIYÊ HEYE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyê bi HDP’ê heye û got: “HDP partiya demokrasî, azadî, aştî, edalet û wekheviyê ye. HDP ji bo demokrasiyê heye. Em ê di demek nêz de azadî û demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.” 
 
‘ME DEK Û DOLABÊ WE TÊK BIR’ 
 
Sancar anî ziman ku aştiyek bê HDP’ê qet ne mimkijn e ku pêk were û got: “Teqez em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em ê teqez li vî welatî jiyanek adil, azad, demokratîk ava bikin. Îqtidar çi dixwaze bila bike. Bila her roj êrişan û operasyonan bikin. Lê belê em tirsa nava dilê wan in. Em carek din bi bîra vê îqtidarê dixin; dozên we yên komployê me ji doza me de neanî xwarê. Me doza we ya Kobanê û doza girtina HDP’ê pûç kir û têk bir. Hevrêyên me li eywanên dadgehan we didarizînin. Hûn nikarin hevalên me bidarizînin. Ji komploya têr nabin. Sê çar roj in dixwazin li ser Cizîrê komployekê çêkin. Îftîrayek nema ku li parlamenterê me nekirin. Ji bo ku Cizîrê tevlîhev bikin, welat aloz bikin çi ji destê wan tê dikin û Cizîr di hedefa wan de ye. Em ê komploya Soylu li Cizîrê amade kiriye, bi serê wan de hilweşînin. Ewilî biçin hesabê dizî û gendeliya xwe bidin, biçin hesabê têkiliyên we yên qirêj ên bi çeteyan û mafyayê re bidin. Ka hûn ewilî vî hesabî bidin paşê rabin komployan çêkin.” 
 
‘XETA SÊYEMÎN PÊL BI PÊL MEZIN DIBE’ 
 
Sancar anî ziman ku êdî dawiya îqtidarê tê û got: “Tenê tiştekî wan heye dikin; dek û dolab, derewkarî û dizekî ye. Çimkî êdî hêza wan nemaye. Hêza gelan a hevpar li vir e. Xeta Sêyemîn ku li ser esasê demokrasî, aştî û edaletê hatiye avakirin her roja ku diçe mezintir û berfirehtir dibe, ev xeta me pêl bi pêl tê. Li vî welatî em ê bibin destpêkek nû. Xilasiya ji vê îqtidarê em ê pêk bînin. Em ê dawî li vê pergalê bînin û îqtidarê biguherînin.” 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand ser mijarên di rojevê de û qala têkoşîna HDP’ê ya ji bo pêkanîna aştiyê kir. 
 

Sernavên din

13/12/2021
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da