Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk

  • rojane
  • 09:50 21 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Mehmet Dag ê 30 salan li girtîgehê ma, amadekariya derxistina pirtûka ku qala wê dema li Zîndana Amedê maye, dike.

Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê radestî rêveberiya serpel Esat Oktay Yildiran hatibû kirin, bû mijara rapor, pirtûk û fîlman. Mehmet Dag ku ji 34 salan 4 sal di dema darbeya 12’ê Îlonê de derbaskirin, amadekariya pirtûkeke ku şahidiniya wê demê bike, dike. 
 
Mehmet Dag ê 58 salî 34 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kirin. Dema 24 salî di sala 1981’an de hat girtin. Dag, bi Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku di bin rêveberiya Esat Oktay de vegerandin îşkencexaneyê, dest bi jiyana girtîgehê kir û piştî 4 salên di îşkenceyê de derbas bûn beraet kir. 
 
Dag, piştî ji girtîgehê derket û 6 sal şunde di encama îxbarê de di sala 1991’an de hat binçavkirin. Di dema Rewşa Awarte de ku dema binçavkirinê 30 rojbûn di binçavan de 28 rojan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) 36 sal cezayê hefsê li Dag birî. Dag ê ku 34 salan di girtîgehê de ma tevî ku cezayê wî di meha Hezîranê de qediya jî nehat berdan. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Afyonê bi hêceta ne “di rewşeke baş de ye” berdana Dag 6 mehan taloq kir. Dadgeha Înfazê ya Afyonê jî ev biryar di cih de dît. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran îtîraza Dag a li dijî biryarê di cih de dît û biryara berdana Dag da. Dag, 4 mehan dereng di 3’yê Cotmeha 2021’an de hat berdan. 
 
Dag jiyana xwe ya girtîgehê û ya derve nirxand diyar kir ku di 34 salan de ji gelek girtîgehan sewqî gelek girtîgehan haitiye kirin û di vê pêvajoyê de gelek caran rastî êrişên fîzîkî û psîkolojîk hatiye. Dag da zanîn ku piştî 4 salan li Zîndana Hejmara 5’an a Amedê hat girtin tevî hikmê lê hat birîn sewqî Girtîgeha Bandirmayê hatiye kirin û bi lêv kir ku pişt re ji ber ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku sewqî wir hatiye kirin lêgerîna tazî qebûl nekiriye, rastî êrişa fîzîkî hatiye. Dag, anî ziman ku pişt re dîsa sewqî Girtîgeha Bandirmayê tê kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Afyonê tê kirin û wiha got: “Tiştên li van girtîgehan diqewimîn êrişên li Zîndana Amedê li hevalên dihatin kirin dianîn bîra me. Teslîmbûyîn ferz dikirin û hewl didan te û nirxên te ji holê rakin. Kurtasî tecrîdeke girankirî bû.”
 
Dag, bi lêv kir ku armanca girtîgehan şikandina îradeya mirovan û dûrxistina ji armanc û nirxên wan e û tiştên ku şahidiniya wan kirin wiha vegot: “Di sala 1998’an de dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, gelek hevalên me ji bo li dora birêz Ocalan bibin xeleka ji agir hewl dan xwe bişewitînin. Li girtîgeha ez li dimam jî du hevalan xwe şewitandin û şehîd ketin. Vê yekê bandoreke mezin li ser min kir. Lê dîsa jî ji berxwedanê zêdetir çareya me nebû.”
 
TÊKOŞÎNA JIYANÊ 
 
Dag, bi lêv kir li dijî pirsgirêkên pê re rûbirû diman du vebijêrk tenê hebûn û wiha berdewam kir: “Dema bûyerek bi serê mirov hat, mirov mecbûre ku li dijî vê li ber xwe bide. An dê teslîm bibe û ji armanc û nirxên xwe dûr bikeve an jî wê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê heke armanc û baweriya mirov saxlem be girêdayî vê yekê têkoşîna jînê wî li ser piyan dihêle.”
 
‘HER TIŞT HATIYE GUHERTIN’
 
Dag, diyar kir ku piştî derketina 30 salan a derve bi cîhaneke nû re rûbirû maye û wiha pê de çû: “Wê dema ez hatim girtim, li derdora Girtîgeha Tîpa E du xanî an hebûn an nebûn. Hemû zeviyên vala bûn, niha her der bûne avahî. Niha du saetan tu nikarî bigihî wê derê, bi mezinbûna bajêr, şertên wî jî hatine guhertin, mezin bûye. Teknolojî pêş ketiye ji ber vê yekê mirov hinek zehmetiyê dikişîne.”
 
‘RÊ JÎ NÎŞAN NEDAN’
 
Dag, destnîşan kir ku ji Girtîgeha Afyonê êvarî hat berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Afyon, cihekî ku ez nizanim û nasnakim bû. Ji bo ku derkevim ser rêya sereke min ji gardiyan û eskeran pirsî lê ew jî nîşanî min nedan. Dîsa min fêm kir ku dijmin dijminatiya xwe dike. Ez bi xwe di şeva tarî de û cihekî nediyar bi pirskirinê hatim tesîsekê û telefonî malbata xwe kirim. Malbata min piştî 4-5 saetan karî were cem min.”
 
PÊL LI AXÊ KIR
 
Dag, diyar kir ku piştî ji girtîgehê derket dîtîna ewil a xweza û axê hesteke muazzam e û wiha domand: “Piştî ku ez derketim bi salan şûn da tişta min ewil xwest bikim ew bû ku bi piyên tazî pêl li axê bikim û min kir jî. Niha jî dixwazim li nav daristanan bigerim û bikevim nav xwezayê.”
 
WÊ HEJMARA 5’AN BIBE PIRTÛK
 
Dag, bi lêv kir ku li girtîgehê mirov dielime pirtûk xwendinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min gelek pirtûk xwendin. Min di vê pêvajoyê de xebata du pirtûkan kir lê min hêj nav lê nekiriye. Yek li ser pêvajoya şer a sala 1979’an a bi Eşîreta Bûcakan re ye û ya din jî li ser jiyana Hejmara 5’an a Amedê ye. Piştî ku redekte kirina her du pirtûkan qediya ez ê hewl bidim çap bikim.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

22/12/2021
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn