Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê

  • rojane
  • 11:16 21 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Bavê pitik Yûnûs Emre, Ozcan Bînen ku ji ber birîna ceyranê ya DEDAŞ'ê jiyana xwe ji destd dabû, diyar kir ku piştî mirina Yûnûs Emre jî ceyrana wan hatiye birîn û DEDAŞ'ê wî vexwendiya çayê. 

Şîrketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ), di salên dawîn de bi hinceta "deynê nehatiye razandin" , "bikaranîna qaçax" û "derxistina seetan a ser dîrekan" li bajarên herêmê gelek caran ceyranê dibire. Ev birîna ceyranê ya li navçeya Farqîn a Amedê bû sedema mirina pitikê bi navê Yûnûs Emre (2). Malbata Yûnûs Emre li taxa Camî ya navçeyê rûdinê û ji ber ku ceyrana wan hat birîn û pitikê wan nikaribû amûrê hilmijê bi kar bîne jiyana xwe ji dest da. Pitikê ku nexweşiya wî ya bronşîtê hebû malbata wî di 12'ê kanûnê de rakir nexweşxaneyê û rexmî hemû mudaxaleyan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Bijîjkan ji malbatê re ragihand ku ji ber sermayê dilê pitik Yûnûs Emre sekiniye û jiyana xwe ji dest daye. 
 
Piştî ku bûyer ji raya giştî re hat ragihandin DEDAŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî angaşt kir ku ceyrana malê nebirîne. 
 
 
PIŞTI MIRINÊ CEYRANÊ DANE
 
Ji ber serma û şiliyê mala dayik û bavê pitik Yûnûs Emre kam girtiye. Meryem Bînen û Ozcan Bînen ku bi soba erdê mala xwe germ dikin, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
Dayik Meryem Bînen, diyar kir ku 3 meh beriya niha bi kirê ketine mala ku lê ne û piştî demekê çûne cem malbata xwe ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê û piştî ku vegeriyane dîtine ku ceyrana wan hatiye birîn û wiha got: "Heta dema em ji Silopiyayê vegeriyan jî rewşa pitikê me baş bû. Demeke dirêj e ceyrana me tune ye. Zarok hinek nexweş ketibû lê rewşa wî ne giran bû. Dema em hatin jî dikaribû li pey min bigere. Me wî bir mala xizmen me û li wir hilmijê dayê. Piştî em vegeriyan malê min ji hevjînê xwe xwest ku ceyrana me girê bide. Diz ketibûn mala me û qabloyên me dizîbûn. DEDAŞ'ê ji hevjînê min qablo xwest. Ji ber ku rewşa me ya maddî tune ye me pirsgirêk çareser nekir. Bi şev ji ber ku rewşa pitikê me giran bû me wî rakir nexweşxaneya li navçeyê û piştre wî sewqî Amedê kirin. Bi amûrê hilmijê ve girê didin û dimîre. Bijîjk got ku ji sermayê miriye." 
 
TÎM HEFTEYEK DERENG HATINE
 
Bav Ozcan Bînen jî da zanîn ku beriya mirina pitikê xwe ji bo berdana ceyranê çûne DEDAŞ'ê û DEDAŞ'ê bersiva "jixwe ceyrana we berdayiye" daye wan û ev tişt got: "Roja duşemê (6'ê kanûnê) ceyrana tune bû, roja sêşemê jî nehat. Xetê girêdabûn, em jî li bendê bûn ku bên seetê girê bidin. Ji me re gotin, 'Ji malê dernekevin em ê ceyrana we girê bidin'. Em çend caran geriyan; gotin ji ber ku tax bi tax geriyane destê wan têje ye. Heta roja şemiyê ceyran nehat û min pitikê girt û bir mala kekê xwe. Me wê şevê hilmijê dayê û piştre hatin malê. Roja yekşemê hinek aciz bû. Bi şev saet di 03.00'an de me dengê nalîna wî bihîst. Me got belim ji birçîna wiha die. Em rabûn ku halê wî tune ye. Dilê wî sekinîbû. Li nexweşxaneyê 40 deqeyan hewl dan dilê wî dîsa bixebitînin."
 
BIRÎNA CEYRANÊ BERDEWAM KIRIYE
 
Di berdewamê de Bînen, da zanîn ku 3 caran dilê pitikê wî sekiniye û jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: "Piştî vê jî ez çûm DEDAŞ'ê û ji min re gotin, 'qeyda abonê li ser xwe çêbike em bên girê bidin'. Di 16'ê kanûnê de dema ku em ji ser gora pitikê xwe hatin careke din ceyrana me birîbûn. Piştî ku hinek ketin dewrê ceyrana me berdan. Mirov tev xîzanin. Em nikarin serê xwe bişon. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ne tenê ceyran, ev pirsgirêkeke mirovahiyê ye."
 
DEDAŞ'Ê VEXWEND ÇAYÊ
 
Bînen, destnîşan kir ku midurê DEDAŞ'ê duh lê geriyaye û jê re gotiye, 'were çayeke me vexwe' û ev pirs kirin: "Em tev dizanin ku li her malekê nexweşek heye. Kesên ji DEDAŞ'ê tên jî dizanin. Divê mirov fêm bikin. Hat serê min bila neyê serê hin kesên din. Em perê ceyranê dernaxin. Em ji kuderê bînin vî pereyî."
 
MA / Ceylan Şahîn
 
 
 

Sernavên din

22/12/2021
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin
09:50 Wê şahidiniya xwe ya Zîndana Amedê bike pirtûk
09:37 Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
09:19 Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne
09:09 Hevseroka MA-TUHAYDER'ê: Divê her kes li ber binpêkirinên li girtîgehan rabe
09:09 Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin'
09:09 Nobeda Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:09 Weşanxaneya Na ‘Antolojiya Êşên Jinan’ çap kir
09:09 Qeredaxî: Wê her tim bêhna jehrê ji av û axa Kurdistanê were
09:09 Dayika 55 salî ji bo azadî û aştiyê têdikoşe
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2021'AN
20/12/2021
20:40 DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin
20:06 Di 77'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
17:12 Li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence!
16:52 Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin
16:38 Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt
16:28 Cenazeyê Erkmen ê hat revandin li Sakaryayê radestî malbatê hat kirin
15:56 Dayikên Aştiyê li Mêrdînê meşiyan: Êdî Bes e
15:56 Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan
14:43 ÎHD: Bila faîlên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin
14:05 Sarikaya ji wezîfeya xwe îstîfa kir
14:05 Di nav mehekê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin
13:53 Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin
13:17 Agahî ji cenazeyê Erkmen nayê girtin
13:13 Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin
13:01 HDP'ê gel vexwend mitînga xwe ya Pirsûsê
12:56 Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin
11:33 Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê
11:25 Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir
11:20 Rêveberê TTB'ê Bayram: Dozên kiryarên nediyar û parastina mafê mirovan deynê stûyê me ye
10:53 Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'!
10:09 Polîsan cenazeyê Erkmen revandin
09:52 Bêyî ku li benda parêzeran bisekinin otopsiya Erkmen kirin
09:26 Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da
09:25 PDK 113 roj in cenazeyan nade
09:01 Niha jî bi şala xwe têkoşîna edaletê dide
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN
19/12/2021
21:43 Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we
17:53 Nobeta Edaletê: Tecrîd civakê hedef digire
17:32 Li Hewlerê bîlançoya lehiyê giran dibe: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
17:11 Li Rihayê banga kongreya ciwanan: Niha dema ciwanan e
16:50 Fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji Festîvala Filman a Silêmaniyê hat vekişand
16:21 Zarok TV’yê frekansa xwe guhert
16:04 PDK'ê Deriyê Sînor ê El Welîd jî girt
15:57 'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!'
15:42 Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin
15:34 Wê Platforma Zimanê Kurdî li Rihayê nûnertî vebike
15:24 Bîranîna Dayika Taybet: Dayika hemû Kurdistanê ye
15:05 Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn
14:40 Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî
14:27 Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:20 Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir
14:11 Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
14:07 Li Edenê hevdîtina ciwanan: Em tên guhertinê
13:03 29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn
12:47 Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke
12:42 Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin
11:55 Wezîrê Brexîtê Frost îstîfa kir
11:33 Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin
10:55 4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin
10:32 Kaya: Berxwendana Îmraliyê tecrîdê vala derxist
10:01 Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere
09:15 Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne
09:04 Li Sûrê dengê awaz û stranên pirzimanî olan dan
09:03 Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe
09:02 Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn