Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin

  • rojane
  • 16:45 24 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a di roja 39’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbatên girtiyan kir, diyar kir ku tu bendewariyên wan ji desthilatê nînin û ji bo pêkanîna edaletê banga têkoşîna hevpar li muxalefeta demokratîk kir. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam dike. Îro Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana nobetê kir. 
 
Başaran a di serdanê de axivî, diyar kir ku desthilat dijminatiyê li temamî civakê, jinan û kurdan dike û wiha got: “Dixwazin bi polîtîkayên dijminatiyê bi ser kevin. Ji ber vê yekê bi ser me de tên. Dem tecrîdê giran dike, girtiyan tecrîd dike û tedawiya wan nayê kirin. Ev pratîka desthilatê ne nû ye, di sala 1982’yan de li Zindana Amedê jî heman tişt hat kirin. Niha jî dixwazin heman siyasetê bimeşînin.”
 
‘TU DAXWAZÊN ME JI DESTHILATÊ NÎNIN’
 
Başaran, bal kişand ser daxwazên edaletê yên li Tirkiyeyê belav dibin û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê êdî edalet nemaye. Qesir hene lê edalet tune ne. Dayik di demekî dirêje li edaletê digerin. Îro jî dayik li vir li edaletê digerin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê, Dayikên Aştiyê bi salan e li edaletê digerin. Ez bawer im wê lêgerîna me ya edaletê bigihe armancekê. Ji ber vê yekê pêwistî bi wijdana civakê heye. Heke desthilat tu gavan naavêje, tu daxwaza me ji desthilatê nîne.”
 
‘HEMÛ MIRINÊN BIGUMAN Û KOMKUJÎ NE’
 
Başaran, destnîşan kir ku niha siyaseteke her roj tecrîdê kurtir dike tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirinên di meheke dawî de pêk hatin nîşaneya vê siyasetê ne. Di meha dawî de li girtîgehên di bin kontrola Wezareta Dadê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Du ji wan mirinên biguman bûn lê li cem me hemû mirinên bigumanin û komkujî ne. Ji ber ku ew mirin û cînayet li ber çavan pêk hatin.”
 
BANGA HEVKARKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Başaran, dazanîn ku baş tê zanîn ku kî ji mirinên li girtîgehan pêk tên berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bendemayînek û bangeke me ji desthilatê çênebû, îro jî çênabe. Îro dayikên me yên ku ji bo edaletê têdikoşin, banga Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, ya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ji bo wijdana civakê û muxalefeta demokratîk a civakê bi xwe ye. Peywîra me ye ku em îro bi hev re bin, bi hev re têbikoşîn, edaletê bi dest bixin. Ji ber ku desthilat bi nefret, zor, netewperestî û mîlîtarîzmê li ser piya disekine. Peywîra me ya bingehîn hevkarkirina têkoşînê ye.”
 
Fevziye Kolakan a du kurên wê girtî ne jî bi lêv kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û berdana girtiyên nexweş çalakiya nobetê dane destpêkirin û dazanîn ku heke girtiyên nexweş bimirin jî bila di hembêza dayikên xwe de bimirin. Kolakan, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û diyar kir ku bi biryar in heta encam bigire çalakiya xwe bidomînin. 
 
Xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler jî bang li malbatên girtiyan kir ku tevlî nobetê bibin. 
 
 

Sernavên din

25/12/2021
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e