Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin

  • rojane
  • 09:53 30 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Endamê DÎB'ê Hakan Dîlmeç, diyar kir ku îqtidar di meseleya kurdî de polîtîkayên şer ferz dike û bi van polîtîkayan xwe li ser pêyan dihêle. Dîlmeç, destnîşan kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku li tevahiya girtîgehan û civakê belav bûye pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye. 
 
Tecrîda li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe kûrtir dibe. 9 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin û serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî an nayên bersivandin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin.
 
Ji Koordînasyona Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Hakan Dîlmeç, polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nirxand. 
 
POLÎTÎKAYA TESLÎMGIRTINÊ
 
Dîlmeç, destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîda li ser tecrîdê heye û got: "Tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên wekî tîpa F'yê derket holê. Bi taybetî polîtîkayeke li hemberî girtiyên siyasî ye. Ev polîtîkaya tepisandinê dixwaze girtiyan teslîm bigire. Li girtîgehan nexasim tevahiya hêzên muxalefeta civakî tên tecrîdkirin. Rewşa li Îmraliyê jî halê qatqatî yê vê tecrîdê ye." 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Dîlmeç, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê tenê bi girtîgehan ne sînordarkirî ne û got: "Niha tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Polîtîkaya tecrîdê û teslîmgirtinê ya li girtîgehan, li tevahiya civakê tê belavkirin. Ev tam bi ser neket, ji lew re girtiyên siyasî li ber xwe dan û hê jî li ber xwe didin. Her wiha tevî parastina nasnameya xwe, hilberîninên xwe yên ji bo derve jî didomînin. Lewma ne pêkan e ku mirov bibêje tecrîd encam gritiye. Niha li hundir mafên mirovan bi tundî tên binpêkirin. Hiqûqeke dijminatiyê tê ferzkirin. Ji ber van pêkanînên çewsîner jî gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiyên nexweş jî nayên berdan. Ev hemû têkildarî tecrîdê ne." 
 
WELAT VEGUHERÎ GIRTÎGEHÊ
 
Dîlmeç, li ser çewisandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî sekinî û destnîşan kir ku îqtidar di çarçoveya neberdana girtiyên nexweş de polîtîkayeke cezakirinê pêk tîne. Dîlmeç, destnîşan kir ku girtî bi cezayine bêhiqûqî re rû bi rû ne û got: "Jixwe mirov tên hepskirin, lê bi ser de jî tên tecrîdkirin. Tevahiya welêt veguheriye girtîgehê. Êdî bûye cihê nîqaşê; gelo ên li hundir azad din an ên li derve. Li hemberî vê rejîma çewisîner jî hem li derve hem jî li hundir berxwedan didome. Em DÎB jî li dijî vê polîtîkaya tecrîdê ne. Ev polîtîka li qada navneteweyî tê teşhîrkirin, binpêkirinên mafan tên tespîtkirin, lê dîsa jî pêkanînên çewisandinê naguherin. Tekane sedema vê yekê tecrîd e." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Dîlmeç, li ser binpêkirinên mafan ên li welêt jî sekinî û got: "Tiştên Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din bi wan re rû bi rû dimînin, nîşan didin ku hiqûqeke dijminatiyê tê pêkanîn. Kengî qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê tê betalkirin û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêdibin, li vî welatî ji bo çareserkirina meseleya kurdî pêşniyar tên kirin. A rast gava dilê wan û çareserkirina vê meseleyê hebe, hevdîtin zûzûka tên kirin û derî vedibin. Piştî dauxyaniyên Ocalan tevahiya gelê kurd û hêza wê ya rêxistinkirî li gor pêşniyarên ji wir tên gavina davêjin ji bo çareserkirina meseleya kurdî. Nexwe em dikarin bibêjin ku tecrîd encama neçareserkirina meseleya kurdî û polîtîkaya şer e. Ji ber ku tecrîd têkildarî meseleya kurdî ye. Nexwe çareserkirina wê jî bi têkoşîneke hevpar pêkan e." 
 
Dîlmeç, bilêv kir ku dewlet û îqtidar li dor polîtîkayên tecrîdê dibin xelek û bi vî awayî meseleya kurdî kûrtir dikin û got: "Îqtidar bi operasyonên hundir û derve re, îqtidara xwe didomîne. Lewma têkoşîna li dijî van polîtîkayên şer dê polîtîkaya tecrîdê bişikîne." 
 
Dîlmeç, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî û meseleyên welêt û tecrîdê divê hêzên demokrasiyê hîn bêtir bitêkoşin. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

05/01/2022
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin