Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in

  • rojane
  • 11:36 30 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Ji salên 1990'î ve 62 gund bi hinceta "ewlehiyê" ji gel re qedexe ne û welatiyên ku dixwazin biçin gundên xwe re jî ev tişt tê gotin: " Heke tu bibî cerdevan tu serbestî, dikarî biçî gundê xwe. lê heke nebî cerdevan tu nikarî biçî."
 
Li Tirkiyeyê, ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin di salên 1990'î de gelek gund hatin valakirin û şewitandin. Armanca vê polîtîkaya valakirinê bêmirovkirina herêmê bû. Li van gundên ku hatine valakirin hê jî şopên zilma dewletê hene û gundî nikarin bi serbestî biçine gundên xwe. Şirnex jî yek bajarên herêmê ye ku gelek gundên wê ji mirovan hatine xalîkirin. Li herêma Cudî 14 gund, Gabarê 26 gund û Besta 22 gund bi giştî ketin û derketina 62 gundan li Şirnexê qedexe ye. Gundiyên ku dixwazin biçin gundên xwe tên astengkirin û belgeya destûrê li wan tê ferzkirin. Cerdevanî li gundiyan ku ji bo çûna gundên xwe serî li walîtî û qaymeqamtiyan didin tê ferzkirin. 
 
GUNDÊ QEXEXEKIRÎ
 
Li Cudî gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: "Nêvava, Gilundor, Gundikeremo, Şilyan, Cifanê, Gundikêspîndaro, Serêdehlê, Şilerû, Gireçolya, Xinis, Sorbitmê Şemga, Dêrgê, Başak
 
Li Besta gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: "Xirbkê Bestê, Avyan, Belûzer, Cinîwer, Behrahincê, kurtaxanê, Gundikê Mehemê Ûso, Çemkêtehlo, Ramoran, Bîşêreş, Şehriwan, Zivrît, Çemê Mezin, Genîferşik, Sinê, Talga, Berazan, Gozakur, Besta Meyremê, Genîferşkê, Giregê, Bacrit.
 
Li Gabarê gundên ku qedexe ne navên wan wiha ne: Şikevtiya, Kêrxwer, Guyina, Zîvinga Şikaka, Zivînga Haci Eliya, Bînat, Bunîsra, Xursê, Hêrarîş, Finîka Geliya, Deşta Lela, Meydîn, Derşewa. Bîra Mîra, Spîvîyan , Basret , Dêrajêrî, Ayrî, Qerneh, Cinit, Nihkê, Gundikê Mitirp, Serde, Firîsan, Bêsûke, Gabar.
 
Welatiyan ji van gundan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn bertek nîşanî ferzkirinên walîtî û qaymeqamtiyan dan û gotin ku wê tu caran ferzkirinên li xwe qebûl nekin.
 
'MIN ÎŞKENCE KIRIN' 
 
Ji gundê Deşta Lela ku dikeve quntara çiyayê Gabarê Omer Duymak (73), diyar kir ku di sala 1984'an de ji gundê xwe hatine derxistin û wiha got: "Em ji wê demê ve neçûne gundê xwe. Em xwediyên erd û rezan bûn. Lê hemû ji destê me çûn. Tişta ku me li Cizîrê dikirî kîsik şekir û kîloyek çay bû. Me tişt nedikirîn. Piştî ku gundê me valakirin em ji nêçarî derbasî gundekê din bûn. Li wir jî me rehet bernedan. Top avêtin ber deriyê min. Avahiya me hilweşiya. Nehiştin ku ez mala xwe berhev bikim û ji nêçarî hatim Cizîrê. Piştre nexweşî li min peyda bûn. Tişta ku hatî serê me neyê serê tu kesî." 
 
CERDEVANÎ FERZ KIRIN
 
Dûymak di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li wan cerdevanî tê ferzkirin û axaftina xwe wiha domand: "Cerdewan diçin keda me dixwin. Ez pir beriya gundê xwe dikim. Ez pir kezeb şewitîme. Ji bo ku em biçin gund me daxwazname dan. Min bi destê xwe daxwazname da destê Walî. Walî ji min re got, 'Ez ê ji qeymeqamiyê re bişînim'. Piştre Qaymeqam ez daxwaz kirim. Ez çûm cihê wî. Qaymeqam ji min re got, 'Tu dê bibî cerdevan an na? Heke tu bibî cerdevan tu serbestî dikarî biçî gundê xwe. Heke nebî cerdevan tu nikarî biçî. Walitiyê wiha ferman daye'.  Min jê re got, 'Piştî vî emrê xwe ez nabim cerdevan' û daxwaznameyê çirand û avêt. Gelek kes bi vî rengî kirin cerdevan."
 
'BI HESRETIM KU GUNDÊ XWE BIBÎNIM'
 
Ji gundê Meydîn Fatma Guzen (70) jî ku bi klaman hesreta xwe ya li hemberî gundê xwe tîne ziman, diyar kir ku jiyana bajaran tu caran weke jiyana gundan nabe û ev tişt got: "Ez 30 sal in neçûme gund. Gundê me xweş bû. Nahêlin ku em tenê carekê jî biçin gundê xwe. Heger bihêlin em ê deqeyek jî li vir nesekin. Diçin gundên me dikevin rezên me û zeviyên me tiştên me tînin li ber çavên me difiroşin. Jiyana me xweş bû. Lê xelas kirin. Walî derewan dike, ne aramî heye û ne jî em dikarin biçin gundên xwe. Ev çend sal in nahêlin em biçin gundên xwe. Me pir ji gundên xwe hez dikir. Pezê me hebû, zeviyên me hebûn. Lê her tişt ji destê me çû û niha jî em bi hesretin ku gundên xwe bibînin. Me ji bajaran hez nedikir. Kesek tune ye ku mirov pê re sohbet bike." 
 
'WÊ KÊ BIBE CERDEVANÊ WAN?' 
 
Ji gundê Derşêwa Hatîce Durmuş (60), destnîşan kir ku 20 sal in nahêlin biçine gundê xwe û wiha axivî: "Piştî ku gundê me vala kirin, bi rêbaza destûr girtine dihiştin ku em biçin gundê xwe. Em dema ku diçûn gund jî helîkopter li ser serê me digeriyan. Kesê ku navê xwe nenivisîne nahêlin ku biçe gund. Heron li ser serê me ye ku heta em vedigerin. Gundê me bûye weke çol. Ne rêya gund heye û ne jî em dizanin ku avahiyên me li ku derê ne. Ji xeynî wê 10 caran bêtirê erdê me şewitandine. Ew gundê ku her fêkî û zebze lê çêdibûn niha tiştek nehiştine. Dar hişkbûn, giya nehiştin. Dibêjin aramî heye û destûr heye ku herkes biçe gundên xwe. Lê tişteke wisa tune ye. Derewan dikin destûr nadin. Salê carekî tenê destûr didin. Ew jî didin hevalên xwe û kesên nêzikî xwe. Dibêjin, 'Bibin cerdevan û herin gundên xwe ava bikin' Kesek nabe cerdevan. Wê kê bibe cerdevanê wan? Em dixwazin biçin ser gundê xwe. Lê heger ku em bi aram bikaribîn bijîn."
 
'ZAROKÊN MIN GUND NEDITÎNE' 
 
Yek ji gundên ku ketina wî qedexe ye gundê Şaxê yê girêdayî navçeya Cizîrê ye. Gund kîlometreyeke dûrî navenda Cizîrê ye. Ji Şeniyên gund Xezal Îşçî (50), bi lêv kir ku zarokên wê bi hesreta dîtina gund dijîn û wiha got: "Gundê me şewitandin û  her roj bi ser me de digirtin. Ji ber van zextan em ji gundê xwe derketin. Gundê me qedexe ye û em nikarin biçinê. Em li van deran perîşan bûn. Ne kar heye ne jî em dikarin debara xwe dikin. Min 9 zarok hene tenê yek ji wan gund dîtiye. Ji ber ku qedexe ye zarokên min nedîtine. Em jî weke herkesî dixwazin biçin ser axa xwe."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 

Sernavên din

05/01/2022
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin