Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye

img

AMED - Sakîne Demîr, dayika siyasetmedar Sêvê Demîr, got: "Belkî Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be, lê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Ruhê wê yê berxwedêr li her derê Kurdistanê ye." 

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jina Azad (TJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Her sê siyasetmedar di 4'ê Çileya 2016'an de gava ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîltepeyê hatibûn qetilkirin. 
 
5 sal di ser qetilkirina her sê siyasetmedaran re derbas bû, lê hê jî kujerên wan nehatine darizandin. 
 
11 GULE JI BEDENA WÊ HATIN DERXISTIN
 
Sêvê Demîr ku 11 gule ji bedena wê hatibûn derxistin, li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di salên 90'î de ji ber tahdeya dewletê bi malbatî koçî navçeya Bismil a Amedê kirine. Malbata di 1995'an de jî ji Bismilê diçe navçeya Salihlî ya Manîsayê. Demîr, li vira tevî malbata xwe pembo berhev dike û hewl dide debara malbata xwe bike. Hem dixebite hem jî di nav xebatên partiyasî de cih digire. 
 
Di 5'emîn salvegera qetilkirina wê de dêya wê û hevala wê behsa wê kirin. 
 
KOÇBERÎ
 
Dayik Sakîne Demîr, diyar kir ku gava keça wê 6 salî bûye koçî Manîsayê kirine. Demîr got: "Wê çaxê em li navçeya Bismilê ya Amedê bûn. Di salên 90'î de li Bismilê valakirina gundan, şewitandina malan û komkujî pir bûn. GElek caran davêtins er mala me jî. Sêvê wê çaxê hay ji zilma dewletê ya li kurdan dikir çêbû. Ji ber tahdeya sîstematîk a dewletê me koçî navçeya Salihlî ya Manîsayê kir. Sêvê li wir ev tişt hîn bêtir hîs kirin û hem li nav erd dixebitî hem jî diçû partiyê. Bîr ahin tiştan bûbû û digot êdî dê di nav xebatan de cih bigire." 
 
Demîr ku got "Hê zarok bû, pir jêhatî bû, durist bû, qet derew nedikirin" anî ziman ku hevalên keça wê tenê ne kurd bûn, gelek hevalên wê yên erebe, çerkez û tirk jî hebûn. 
 
Demîr got: "Tu deverê Kurdistanê nema ku Sêvê neçûyê. Diçû her derî. Tevahiya Kurdistanê wê nas dike. Dilê xwe, ruhê xwe, her tiştê xwe dabû vê têkoşînê. Dema dixebitî bi gelek tahdeyan re rû bi rû ma. 5 salan di girtîgehê de ma û 60 rojî di greva birçîbûnê de." 
 
TÊKOŞÎNA JINÊ
 
Demîr, destnîşan kir ku lê keça wê tu carî serî netewandiye û bi taybetî di nav têkoşîna jina kurd de pir çalak bûye û got: "Tahdeya li jinan dihat kirin qethiyen qebûlnedikir. Ji bê vê têdikoşiya. Ji bo têkoşîn û piştevaniyê bang li hemû jinan dikir. Bi taybetî digot, jina kurd êsir e. Li ser vê hûr dibû. Digot, jina kurd hem bi tahdeya dewletê hem ji ya mêr û civakê re rû bi rû dimîne." 
 
QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE
 
Demîr, bilêv kir ku di dema qedexeyên derketine derve de çûye keça xwe dîtiye Demîr, anî ziman ku dê wan rojan qet ji bîr neke û gava pêvajo ber bi xerabbûnê ve çûye bi telefonê keça xwe re xeber daye û piştî vê xeberdanê bi 3 rojan xebera mirina keça xwe bihsîtiye. Demîr got: "Gava min ew xeber bihîst agir bi kezeba min ket. Lê me dizanibû di vê rêyê de tiştên wisa hene. Min di dilê xwe de digot, 'ger dabe ser vê rêyê yan wê bê girtin an jî wê bê kuştin.' Sêvê jî pêşî hat girtin, bi dû re hat kuştin. Me got ser sera û ser çava û ji bo em cenazeyê xwe wergirin em ketin rê. Lê ji bo em cenazeyê xwe wergirin em 10 rojan sekinîn. PIştî mirina wê zilma li ser kurdan jî dewam kir." 
 
XEYALA WÊ AZADIYA OCALAN BÛ
 
Demîr, behsa xeyalên keça xwe kir: "Doza azadiya serok, axa xwe, nasname û zimanê xwe dikir. Pir ji axa xwe û rêberê xwe hez dikir. Digot, 'Ger rêberê me azad bibe, dê axa me jî azad bibe.' Ji bo azadiya rêber pir têkoşiya." 
 
Demîr, destnîşan kir ku piştî Sêvê û hevalên wê gelek jin hatine kuştin û got: "Li vî welatî roj tune ye ku jin neyên kuştin. Sêvê ji bo ev tişt neqewimin têdikoşiya. Mesela Denîz Poyraz, jineke welatperwer bû. Hat kuştin. Çima? Ji lew re jineke kurd bû û doza azadiya xwe dikir. Tu ferq di navbera jinên kurd de tune ye. Ew jin ji ber ku doza azadiya xwe kirin hatin kuştin." 
 
RUHÊ WÊ YÊ BERXWEDÊR LI HER DERÎ YE
 
Dayik Demîr ku got "Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye" diyar kir ku dê tu carî zilma li ser kurdan qbeûl nekin û got: "Ji lew re ev doz, dozeke durist û rastiyê ye. Belê, dibe ku Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be, lê di bîra min û dilê min de dijî.  ê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Sêvê heya roja dawî jî serî netewand. Dê xeyala Sêvêyan pêk bê, hindik ma. Niha bi sedan Sêvê hene. Em ê tu carî dev ji vê têkoşînêbernedin. Roj roja azadiyê ye, serketin a kurda ye." 
 
ISRARA WÊ YA JI BO HEQÎQETÊ
 
Fadîle Goktur ku di sala 1996'an de Sêvê nas kiriye, wê wekî keseke "serî li ber pergalê rakir" pênase kir. Goktur got: "Ji bo ruhê jinê zînde bike tevli têkoşînê bû. Di lêgerîna ji bo heqîqetê de biisrar bû. Her roj jin dihatin kuştin, Sêvê niakribû bdêeng bimîne, nema jî. Dabû ser rêya azadiyê, dengê jinan bû." 
 
'NIKARIBÛN KENÊ WÊ BITEPISÎNIN'
 
Gokturk anî ziman ku kenê Sêvê qet ji bîr nekirine û got: "Nikaribûn kenê wê bitepisînin. Bi awayekî hovane hat qetilkirin. Lê dê Sêvê û hevalên me yên din tim di dilê me de bijîn. Dê şûna wan û têkoşîna wan qet vala nemîne. YEk biçe dê hezra bên." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

05/01/2022
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin