Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin

  • rojane
  • 11:12 12 Çile 2022
  • |
img

AMED - Hunermend û ekolojîstan bertek nîşanî navê “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku tê xwestin li Çiyayê Kirklarê bikin dan û gotin: “Ev talana ekolojiyê ye. Dixwazin me bêbîr bihêlin. Em esl û feslê kesek ku di bîrdoziya wî de qetlîam heye qebûl nakin.” 

Di bîr û bawerî û çanda Amedê de Çiyayê Kirklarê xwedî girîngiyek mezin e. Heta îro gelek stran û destan li serê hatine nivîsandin. Ev Çiyayê Kirklarê li miqabilî Sûrên Amedê ye û li qeraxê Çemê Dîcleyê ye. Niha jî tê xwestin ku li ser navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daristana bîranînê were çêkirin û navê wê bikin “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî.” Lê her roja ku diçe bertek û hêrsa li dijî navê Bahçelî zêde dibe. Hunermend, ekolojîst û nûnerên rêxistinên sivîl di 11’ê çile de li ber Pira Deh Derî daxuyanî dan û ragihandin ku ew ê destûr nedin daristanek bi vî navî. 
 
BEDRAN: EM QEBÛL NAKIN 
 
Yek ji hunermendên beşdarî daxuyaniyê bû Azad Bedran diyar kir ku ew ne bi nasnameya xwe ya hunermendiyê ew wek welatiyek kurd navê Devlet Bahçelî qebûl nake û got: “Ez wek ciwanek kur dli dijî vî navî me ku li daristanê were kirin. Em bi malbatî li dijî vî navî ne. Ez pir eşkere û zelal bêjim, em navê wî naxwazin. Di bîrdoziya wî de mirin, qetlîam, darvekirin û zilm heye, em esl û fesle wî naxwazin. Em vê şermezar dikin.” 
 
‘NAVÊ WÎ QETLÎAMAN TÎNE BÎRA ME’ 
 
Bedran destnîşan kir ku Bahçelî gelê kurd temsîl nake û wiha dewam kir: “Dema navê wî dibînim û dibihîzim tenê qetlîma, darbe, darvekirin û zilm tê bîra min. Tu hurmeta wî ji gelê me re tune ye. Lewma em naxwazin navê wî li cihek bajarê me were kirin. Ev berdewama qirkirina çandî ye. Em behsa kesek ku hemû nirxên me tune dihesibîne dikin. A rast Devlet Bahçelî ne şexsek e hilberîna zîhniyetekê ye. Em wek hunermendên kurd li dijî vê yekê ne.” 
 
‘TALANA EKOLOJÎK Û BÊBÎR HIŞTIN E’ 
 
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli jî destnîşan kir ku ew li dijî navê Devlet Bahçelî ne ku li daristan û çiya bikin û wiha got: “Çima em li dijî navê wî ne; çimkî ew û zîhniyeta xwe wê biçin li Cûdî, li Licê, li Dêrsimê dar û berên me bişewîtinin û bibirin û wê paşê jî werin li Amedê ser navê wî daristana bîranînê çêkin. Ev li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Bila bi bîra me were, digot li Kurdistanê bila kevir li ser kevirê nemîne. Niha tişta ku tê xwestin li ser navê Bahçelî were çêkirin, polîtîkayek qirkirina çandî û ekolojîk e û dixwazin gelê kurd bêhiş û bêbîr bihêlin. Bila kes li qisûrê nenêre xwediyê vî welatî hene. Em ê qet û qet navê kujerên kurdan qebûl nekin. Heke ev daristan tê çêkirin jî bila navê dengbêjên bajêr, nivîskarên bajêr û hunermendên bajêr lê were kirin. Bila navê siyasetmedarên bajêr lê were kirin.”
 
 

Sernavên din

17/01/2022
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin