Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin

  • rojane
  • 09:04 13 Çile 2022
  • |
img

RIHA - Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê Ferhad Şamî, destnîşan kir ku di 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de êriş zêde bûne û got: "3 armancên me yên bingehîn hene; bidawîkirina dagirkeriyê, tunekirina DAIŞ'ê û zêdekirina aramiya herêmê." 

Êrişên Tirkiyeyê û hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Di 20 rojên dawî de, di êrişên hewayî û bejahiyî de zarok û jin jî di nav de 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di 8'ê Çileyê de gundê Elîşar, Til Hacib, Qeremox, Xanî, Serzûrî û Gultepe yên Kobaniyê hatin bombebarankirin û di vê bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku ev êriş di 7'emîn salvegera azadkirina Kobaniyê de pêk hatin. 
 
Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî, êrişên li ser Kobanê û bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
 
ÊRIŞÊN DAIŞÊ Û TIRKIYEYÊ
 
Şamî, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2021'm bi êrişan û li dijî êrişan bi berxwedanê derbas bûye û ji bo têkoşîna wan salek girîng bûye. Şamî, destnîşan kir ku êrişên ji çar aliyan ve hatine kirin nikaribûne pêşî li ber berxwedanê bigirin û got: "Saleke ku li dijî DAIŞ'ê bi sedan operasyon hatin çêkirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya cîhanê çepereke girîng e. Ger Rêvebiriya xweser li dijî DAIŞ'ê û çeteyên din şer neke, dê ev yek ji bo her kesî bibe cihê rewşeke nebaş. Her kesî bala xwe daye vê herêmê û rêzê nîşanî têkoşîna gelan dide. Ji xeynî DAIŞ'ê hêza din a êrişî herêmê de jî Tirkiye ye. Paralelî êrişên DAIŞ'ê, êrişên Tirkiyeyê jî zêde bûn. Ev ne tiştekî tesadufî ye. Di seranserê 2021'ê de, di serî de Kobanê êriş anîn ser gelek deverên herêmê. Ev wekî xelekekê, di seranserê salê de dewam kirin. Lê gelên herêmê jî li dijî êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê, ji bo aştiyeke mayinde di bin banê QSD'ê de têkoşîna xwe mezin kirin. Gava em li bîlançoya xwe ya 2021'ê mêze dikin, em dibînin ku berxwedaneke pir balkêş hatiye kirin." 
 
‘ARMANCA ÊRIŞAN ÇAVTIRSANDINA GELAN E'
 
Şamî, diyar kir ku êrişên ku di Kanûna 2021'ê de li hemberî Til Temir, Zirgan û Kobanê hatind estpêkirin hê jî didomin û got: "Li gelek herêman, êrişine bi rêbazên cuda tên kirin. Li herêmê xebatên sîxurtiyê tên kirin. Piraniya êrişên tên kirin ne li hemberî hêzên çekdar in, li hemberî gelên sivîl in. Mirovên berbiçav ên herêmê hedef hatin girtin. Armanca êrişan çavtirsandina gel e. Dixwazin bi vî awayî gel piştgiriyê nede Rêvebiriya Xweser. Êrişên li Til Temir û Zirganê hatin kirin, ne êrişne ji rêzê ne. Li wir welatiyên ermen, asûrî, xirîstiyan hene. DAIŞ'ê jî ermenî, êzidî kuştin. Niha heman rêbazê pêk tînin ûd ixwazin gel koç bike. Gava Rêvebiriya Xweser ev herêm ji dagirkeriyê xelas kirin, gelek kes vegeriyan. Lê niha dixwazin cardin wan ji malên wan derxînin. Ger ji wan bê dê komkujiyên mezin bikin." 
 
‘JI CIWANAN DITIRSIN'
 
Şamî, bibîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 20'ê Mijdara 2021'ê ve 13 sivîl di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Şamî, destnîşan kir ku lê 20 rojên dawî êrişên li hemberî herêmê pir zêde bûne û got: "Li Kobanê ciwanên endamên TEVDEM'ê hedef hatin girtin. 5 ciwan jiyana xwe ji dest dan. Hîmê Rêvebiriya Xweser xwe disipêre ciwanan. Ji ber vê êrişî wan dikin. Tenê ji QSD'ê natirsin, ji ciwan û jinan jî ditirsin. Kî xwe birêxistin kiribe; zarok, ciwan, jin dixwazî bila çke bi wan re hebin an jî tune bin, ferq nake hemûyan hedef digirin. Ji lew re kesên rêxistinkirî tu carî serî natewînin. Ji ber ku ji vê ditirsin, êriş dikin." 
 
‘AZADIYA KOBANÊ BÛ KABÛSÊ WAN'
 
Şamî, bibîr xist ku êrişên DAIŞ'ê yên di 2014'an de li hemberî Kobanê detspêkirin di 27'ê Çileya 2015'an de hatine berterfkirin. Şamî, destnîşan kir ku lewma êrişên di 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de tên kirin ne tesadufî ne. Şamî got: "Kobanê, astengiyek mezin bû ji bo pêkanîna projeyên wan. 7 sal berê DAIŞ'ê ceriband, lê bi ser neket. Niha jî Tirkiye hewl dide bi ser bikeve. BErterefkirina DAIŞ'ê bi taybetî bû kabûsê Tayyip Erdogan. Xeyala wî ew bû ku Kobanê bikeve û têkeve destê DAIŞ'ê. Lê hemû çeteyên êrişî herêmê kirin hatin berterefkirin. Tirkiye jî bêçare ma û ji vê carê hêzên xwe bera herêmê da û xwest herêmê dagir bike." 
 
ŞERÊ DERÛNÎ
 
Şamî, destnîşan kir ku dê êrişên li hemberî Kobanê bi ser nekevin û got: "Hemû gel di warê eskerî, aborî û siyasî de pêşeroja xwe di Rêvebiriya XWeser de dibînin. Berxwedana gelê Kobanê qîrîna 'em ê xwe radestî tarîtiyê nekin' bû. Ne ji KObanê bûna, niha ev der hemû ektibûn destê DAIŞ'ê. PIştî ragihandina Rêvebiriya XWeser, şerê derûnî dan detspêkirin. Ji bo gelê herêmê xwe ji Rêvebiriya Xweser dûr bixe çi ji destê wan hat kirin. Ewilî xwestin di warê aborî de gel muhtacî xwe bikin. Lê negihaştin emxseda xwe. Vê carê jî bi îstixbaratê ceribandin. Di demên dawî de di çapemeniyêde gelek nûçeyên derew parve dikin. Dibêjin, 'me di du rojan de ev qas terorîst kuştin', 'êriş çêbûn em bersiv da 'filan bêvan. Em jî bi raya giştî re parve dikin ku ev ne rast in. Nûçeyên vê dawiyê tên çêkirin hemû derew in. Armanca wan ew e ku bi vî awayî gel çavtirsandî bikin. Armancek din jî ber dilê netewperestên faşit ên tirk xweş bikin. Her wiha bi van nûçeyan dixwazin ji hêzên garantor ên li herêmê re bibêjin 'QSD êrişî me dike û bi vî awayî ser dagirkeriyê xwe bigirin." 
 
GARANTOR BÊDENG IN
 
Şamî, bal kişand ser bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê jî û got: "Gava em li van hêzan mêze dikin em dibînin ku yên berbiçav Rûsya, Îran, Tirkiye û koalîsyona navneteweyî ye. Tirkiyeya dagirker xwe li Îdlîbê wekî gantor dihesibîne. Lê hêzên navnetewyî ji ber berjewendiyên xwe deng ji xwe naynin. Li Bakur û Rjhilatê Sûriyeyê jî Amerîka û Rûsya hene. Xwe wekî garantor lanse kirin. Ger welatên garantor rola xwe bilîzin, xwedî cihekî girîng in. Lê divê ev hêz ne li gel dagirkeran bin, divê gelê herêmê biparêzin. Di demên dawî de êdî Tirkiyeya dagirker guh li van hêzên garantor nake. Êrişên xwe li ber çavên wan dike. Çendî garantor bi devkî dibêjin dixwazin pêşî li ber van êrişan bigirin jî, lê di pratîkê de hê gavek neavêtine. Peywira garantoran ew e ku ewlehiya gelên herêmê pêk bînin." 
 
‘EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN'
 
Şamî, detsnîşan kir ku heya niha yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze QSD ye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Em ê wekî sala 2021'ê, di sala 2022'yan de jî şert û merc çid ibin bila bibin, gelê xwe biparêzin. Peywira me parastina gel e. Em zarokên vî gelî ne. Kes ji derve nayê me naparêze. Divê em xwe bi xwe xwe biparêzin. 3 armancên me yên bingehîn hene; bidawîkirina dagirkeriyê, tunekirina DAIŞ'ê û zêdekirina aramiya herêmê. Armanca me, em dixwazin gel xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe." 
 

Sernavên din

17/01/2022
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin