HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

  • rojane
  • 17:00 31 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan aşkera kir. HSD’ê da zanîn ku ji destpêka êrişê heta roja dawî, 121 karmend û şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 374 DAIŞ’î jî hatine kuştin. 

 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama Pêngava Gurzê Gelan bi daxuyaniyekê ragihand. Pêngav di 20’ê çileyê piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sînaayê dabûn destpêkirin.
Di daxuyaniyê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat, endamê Fermandariya Giştî ya HSD'ê Mehmûd Berxwedan û ji Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed amade bûn. 
 
‘ÊRIŞEKE BERFIREH Û PLANKIRÎ BÛ’
 
HSD’ê da zanîn ku endamên DAIŞ’ê di 20’ê çileyê saet derdora 19:00’an de li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke berfireh û plankirî daye destpêkirin û ev agahî dan: “Gelek komên çete yên DAIŞ'ê yên xwekuj ji derve ve tev li vê êrişê bûn. Ji ewil li ber deriyê girtîgehê wesayîteke teqemeniyê teqandin û ji 3 milan ve jî êriş kirin. Xwestin girtîgehê têxin bin kontrola xwe ku derbê li hêzên HSD’ê bixin. Bi hezaran çeteyên di girtîgehê de jî êrişî karmend û hêzên ewlekariyê yên girtîgehê kirin. Kamyoneke tije çek jî anîbûn cihekî nêzî girtîgehê da ku DAIŞ’iyên direvin biçek bikin. Bi vê jî dixwestin êrişî Taxa Xwêran, Taxa Zixûr, saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî bikin.” 
 
AMADEKARIYÊN DAIŞ’Ê
 
Bi domdarî jî HSD’ê diyar kir ku ji bo serxistina êrişê, li taxên navborî hendek hatibûn kolandin û ev hûrgiliye parve kirin: “Lê hêzên me baş li ber xwe dan û bi fedekariyên mezin rê li ber planê girt. Piştre jî hêzên me yên HSD û asayîşê destwerdana rewşê kirin, girtîgeh û zanîngeh dorpêç kir.  Bi dorpêçkirina taxên Xwêran û yên li derdorê re jî hêzên me dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de hêzên me bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî bi ser çeteyan de çûn û bêbandor kirin.” 
 
‘PLANA DAIŞ’Ê TÊK ÇÛ’
 
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku di encamê de hemû girtî hatin desteserkirin û li cihekî cuda hatine veguhestin. HSD’ê daxuyand ji bo ziyanek negihe dîlgirtiyan û malê xelkê, bi hişyarî tevgeriyane û ev agahî dan: “Bi saya lehengiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandariya heval Cemal Kobanê, bi lez û bez destwerdana li rewşê û bi destpêkirina pêngava paqijkirina Hesekê re ev plana DAIŞ’ê têk çû.”
 
‘ÊRIŞ LI DERVE HATIYE KOORDÎNEKIRIN’
 
HSD’ê da zanîn ku êrişa DAIŞ’ê ne êrişeke ji rêzê bû û wiha domand: “Xwedî planeke berfireh bû. Li gorî belge û îtîrafên çeteyên payebilind, ger êriş biserketa dê êrişî taxên din bikirana û li Hol, Şedad û Dêrazorê jî bi awayekî hemwext biketina nava liv û tevgerê. Piştre jî dê DAIŞ’ê dîsa xîlafeta xwe ragihandibûya. Êrişeke lokal a ji bo xelaskirina çend çeteyan nebû. Lê ev êriş bi fiyaskoyeke mezin bi dawî bû û têkçûna mezin a li Baxozê dîsa dubare bû. Li gorî çeteyan, qismekî wan ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî, qismek jî ji Iraqê hatibûn. Her wiha plan, li derveyî Sûriyeyê hatiye koordînekirin.” 
 
‘YEK JI BERPIRSYARÊN ÊRIŞÊ DEWLETA TIRK E’
 
HSD’ê bal kişand ser têkiliya Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Bêguman ev êrişa DAIŞ'ê ji nişkê ve çênebû. Ger DAIŞ’ê karîbe heta niha xwe li ser lingan bigire û êrişan pêk bîne, ev yek bingeha xwe ji şert û mercên siyasî û hevkariya hinek hêz û dewletên herêmî digire. Herî zêde rola dewleta tirk e. Anku berpirsyariyeke mezin a dewleta tirk di vê êrişê de heye. Ji ber ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma me, hem moral dide DAIŞ’ê û hem jî bingehê jê re amade dike. Herêmên wek Serêkaniyê û Girê Spî yên bûne cihên xwe birêxistinkirina DAIŞ’ê.” 
 
‘BAR LI SER PIŞTA RÊVEBERIYA XWESER MA YE’
 
HSD’ê destnîşan kir ku hevkariya wan a bi hêzên koalîsyonê re baş e û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê heta astekî jî pêşketî ye lê belê barê DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan li ser pişta Rêveberiya Xweser hatiye hiştin. Daxuyanî wiha dom kir: “Bi êrişa dawî xuya bû ku DAIŞ hêj jî hem bo herêmê û hem jî bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e. Dîsa xuya bû ku hewcehî bi alîkarî û piştgiriya cîhanê ya leşkerî, teknîkî û siyasî heye. Her wiha kampa Holê, bombeyeke ku pîmê wî hatiye kişandine. Divê dadgehekî navneteweyî bê avakirin û ev DAIŞ’î tê de bên darizandin.”
 
SPASIYA BO GEL Û ŞERVANAN
 
HSD’ê ji bo alîkarî û piştevaniyê spasiya hemû gelên li Hesekê, hêzên koalîsyona navdewletî û hemû hêzên ewlekariyê kir. Her wiha HSD’ê kesên di Pêngava Gurzê Gelan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û soza serkeftinê da. HSD’ê daxuyand ku di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de operasyonên hêzên wan ên li Dêrazor û Reqayê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in. 
 
BÎLANÇOYA ÊRIŞÊ
 
Herî dawî jî HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnan wiha aşkera kir: “Çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi hovane qetil kirin. Di şerê 7 rojan de 40 şervanên me û welatiyek şehîd bûn. Di Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi lehengiyeke mezin şehîd bûn. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin. Her wiha 374 DAIŞ’î jî hatin kuştin.” 
 

Sernavên din

02/02/2022
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’