Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan û got: "Ev wêneyê erêkirina êrişa li ser kurdan e. Wêneyê erêkirina polîtîkaya şer, dijminatiya li hemberî kurdan e. Helwesta xwe li dijî dijminatiya kurdan nîşan bidin." 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Gunay di civînê de bi taybetî bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne û rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan. 
 
 
‘AKP SÛCÊN ŞER DIKE' 
 
Gunay destnîşan kir ku berdevkên AKP'ê Û rayedarên îktidarê di bin navê "terorê" de êrişan rewa dike û wiha got: “Lê her kes baş dizane ku desthilatdariya AKP-MHP'ê cihên sivîlan bombe dike. Li cihên sivîlan qetlîamên sivîl pêk tîne. Şer û sûcên li dijî mirovahiyê didomîne. Êrişên li dijî sivîlan li her derê cîhanê qet nikarin tu pîvanên exlaqî, hiqûqî û polîtîk rewa bikin. Ev êriş qet nayên qebûlkirin û kes nikare rewa bike. Komkujiyên sivîl li gorî ti qanûnan nayên qebûlkirin. Îktidara AKP'ê sûcên şer didomîne." 
 
GAZÎ RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ KIR
 
Gunay bal kişand ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê AKP'yî yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan a li Qesra Serokkomariyê û wiha got: "Dema ev êriş hemû tên kirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e. Piştî van êrişan tavilê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir. Ji qesrê wêneyek hat belavkirin. Ev wêneyê erêkirina êrişa li ser kurdan e. Wêneyê erêkirina polîtîkaya şer, dijminatiya li hemberî kurdan e. Ew wêneyê AKP'ê û hemû polîtîkayên şer, îmha û qetlîamê yên ku li derveyî sînor dimeşîne ye. Ew wêne nîşanek eşkere ya piştgirîya şer e û qet nayê pejirandin. Li vir ez xîtabî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim; helwesta xwe, helwesta xwe ya Kurdistanî ne ji bo siyaseta şer a AKP'ê, ne ji bo dijminatiya Kurdan, ji bo siberoj û destkeftî û aştiya gelê kurd nîşan bidin." 
 
'AKP-MHP DIXWAZE TOLA DAIŞ'Ê BIGIRE' 
 
Gunay anî ziman ku li hemberî kurdan di her aliyê de êriş û zordarî berdewam dikin û wiha axivî: "Li hemberî zimanê kurdî him li hemberî girtiyên nexweş li derveyê sînor jî êrişên dijwar berdewam dikin. Herî dawî êrişê Şengal, Mexmûr û Dêrikê hate kirin. Em dizanin ew êriş, bombebarankirinê AKP-MHP karê ku DAIŞ'ê temam nekiriye dixwazin kirinên DAIŞ'ê temam bike. Dixwaze tola DAIŞ'ê bigire. Li tu deverê dinyayê êrişên li hemberî qadên sivîl nayê qebûlkirin. Tu exlaq siyaset van êrişan qebûl bike û tû kes nikare van êrişyan rewa bide nîşan. Ev di heman demê de suçê şer e. AKP suçê mirovahiyê pêk tîne." 
 
'DIVÊ DEMILDEST TUGLUK Û GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN' 
 
Gunay bal kişand ser rewşa girtîgehan û mirinên pêk tên û wiha got: "Rewşa girtîgehan her roj xirabtir dibe. AKP û MHP girtîgehan kirin cihê kuştin û işkencexaneyan. Herî dawî li girtîgeha Boluyê girtiyê nexweş Mehmet Henifî Bilgin jiyana xwe ji dest da. Pişt re Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da. Her du jî girtiyên nexweşbûn. Mehmet Hanifî Bilgîn 29 sale girtîbû, 5 meh mabû ku bê berdan mixabin, wekî buyerên jî desthilatdaran girtiyê nexweş tahliye nekir, cenazeyê wî da maltaba wî. Em van kirinan û pêkhatinên desthilatdaran qebûl nakin. Niha li Wan û Amedê malbatên girtiyan nobatê dadê li hemberî van îşkeyan digirin. Em bang li raya giştî dikin da ku ew hişyar bibin. Divê demildest Aysel Tugluk û nexweşên girtî bên tahliyekirin." 

Sernavên din

08/02/2022
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin