ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi AKP'ê re dest pê kir. Endamên şandeyê parlamenter Pervîn Bûldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol li Meclisê bi AKP'ê re civiyan.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî didomîne. Endamên şandeyê parlamenter Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Meclisê serdana AKP'ê kir. Şandeya Îmraliyê ji aliyê Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler, Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, Serokwekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.
