Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin

img

STENBOL - Rêxistinên Saziyên Civaka Sivîl ji bo penaberên li ser sînorê Edîrneyê ji serman jiyana xwe ji dest dayîn, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila hemû peymanên dersînorkirina penaberan bên betalkirin.

Rêxistinên civaka sivîl ji bo penaberên ku li ser sînorê Yewnanistanê ji sermayan jiyana xwe ji dest dabûn, li ber deriyê Konsolosxaneya Yewnanistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglu û Zuleyha Gulum û Hevserokê Gîştî ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Sînoran vekin, pêşî li mirinên ser sînoran bigirin, peymanên dersînorkirinê betal bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komeleya Şopandina Penaberan (GOÇ-DER) Kamîle Kandal axivî û wiha got: “Gelemperiya dewletan maf û azadiya mirovan binpê dikin. Ji ber polîtîkayên dijminane, gelek kes li ser sînoran di rêyên penaberiyê de jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî di 2’yê sibatê de hêzên ewlekariyê yên Yewnanistanê penaber dersînor kirin û li navçeya Îpsala ya Edîrneyê cenazeyên 19 penaberan ku ji sermayan miribûn hatin dîtin. Li Tirkiye û gelek deverên din ên cîhanê penaber rastî tundiyê tên û terkî mirinê tên kirin.” 
 
SEDEMA KOÇBERIYÊ
 
Kandal destnîşan kir ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2021’an de 82 milyon kes ji cihên xwe bûne û wiha domand: “Ev koçberî her ku diçe zêdetir dibe. Sedema vê koçberiyê jî şer, zextên siyasî, îşkence, bêkarî û hwd. in. Xetere li ser jiyana wan heye û rastî îstîsmar, neheqî û nêzikatiyên nebaş tên. Hema hema her roj nûçeyên mirinên penaberan tên parvekirin. Di sala 2016’an de di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de peymana penaberan hat îmzekirin. Penaber di navbera dewletan de wek amûr tên bikaranîn. AKP jî penaberan ji bo polîtîkaya dagirkeriyê bi kar tîne.”
 
DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber şert û mercên nebaş, birçîbûn, serma û nexweşiyan gelek penaber jiyana xwe ji dest didin. Di rewşekî wiha de YE spasiya Tirkiyeyê dike. Em dixwazin ku ev peymanên dersînorkirinê bên betalkirin. Hewceye dewlet polîtîkayên xwe li gorî qanûna penabera pêş bixin, deriyan li penaberan vekin, pêşî li mirina penaberan bigirin û peymanên dersînorkirinê betal bikin. Her wiha daxwaza me ew e ku bûyera mirina 19 penaberan a li ser sînorê Edîrneyê bê ronîkirin û hiqûqa navdewletî tevdîrên pêwîst bigire.”
 
KESÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE
 
Saziyên ku daxuyanî îmze kirîne ev in: “Platforma Piştevaniya Penaberan, Meclisa Koç û Penaberan a HDK’ê, Komeleya Şopandina Penaberan, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Stenbolê, Şaxa ÎHD’a Stenbolê, Tora Piştevaniya Koçberan a Enqereyê, Komeleya Demê ya Jinan, Komeleya Pira Gelan, Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst, Şaxa Komeleya Kedkarên Civakî ya Stenbolê. Şaxên Platforma KESK'ê, Komeleya Mafên Jiyanê, Piştevaniya Fatîh, Înîsiyatîfa Em Dixwazin Bi Hev re Bijîn, Komeleya Jiyana Nû, Hevgirtina Tarlabaşi, Partiya Çep a Kesk û Komîsyona Koçber û Penaberan.” 
 

Sernavên din

08/02/2022
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin