Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye

  • rojane
  • 11:33 16 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Hevseroke MED-DER’ê Rifat Ronî derbarê hefteya roja 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de axivî û got: "Daxwaza gelê kurd a sereke perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Gelê me dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Îktidar dîsa dixwaze gelê kurd bixapîne."

Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17’ê Mijdara 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Ji sala 2000’î û vir ve hemû netew vê rojê pîroz dikin. Bi vê minasebetê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) jî hefteya di navbera 17-23'ê sibatê de wek hefteya ziman ragihand. Di vê çarçoveyê de MED-DER'ê bernameyek têr û tije amade kir û bi raya giştî re belav kir. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî di çarçoveya bernameya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li ser têkoşîna ji bo zimanê kurdî tê dayîn ji ajansa me re axivî. Ronî bal kişand ser polîtikayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî. 
 
GIRÎNGIYA 21’Ê SIBATÊ
 
Ronî qala dîroka 21’ê Sibatê kir û da zanîn ku ev roj ji bo gelên bindest girîng e. Ronî, destnîşan kir ku dewletê ji aliyê mafê perwerdehiyê ve gelê kurd bêpar hiştiye û wiha got: “Gelê kurd ji avabûna komarê û vir ve ji perwerdeya zimanê dayikê bêpar hatiyê hiştin û polîtîkayeke zext û zorê li ser gelê kurd tê meşandin. Bêguman gelê kurd dê di vê rojê de mafê perwerdeya zimanê dayikê di asta herî jor de bilind bike. MED-DER jî dê ji van çalakiyan re pêşengiyê bikê. Ji bo ku em vê daxwaza gelê Kurd hem ji aliyê hundirîn hem ji navneteweyî bigihijînin raya giştî ya cihanê, em ê bi awayekî çalakiyên pêwîst derxînin.”
 
DAXWAZA GELÊ KURD PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ YE
 
Ronî bal kişand ser qedexekirin û polîtikayên dewletê yên li ser zimanê kurdî û wiha berdewam kir: “ Rêvêberên dewletê 99 sal in zimanê kurdî qedexe dikin û polîtîkayên zext, zor û bişaftinê dimeşînin. Car caran jî rayedarên dewletê ji bo hêviyê bidin gelê kurd, ji Ewropayê re digotin ‘li welatê me jî demokrasî heye’ dersên bijarte, qenala trt kurdî û li zanîngehan beşên kurdî hatin vekirin. Lê daxwaza gelê kurd ewe ku ji dibistanan heta zanîngehan perwerdeya zimanê dayikê were dayîn. 
 
'DIXWAZIN GELÊ KURD BIXAPÎNIN' 
 
Ronî destnîşan ki ku dersên bijarte xapandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku zimanêk zindî bimîne, pêşbikeve, bibê zimanê perwerdehiyê û jiyanê, pêwîste ji dibîstanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Lê em dibînin ku di demên dawî de bi dersên bijarte, dixwazin rojeva gele kurd û raya giştî ya demokratik îşgal bikin û gelê kurd bixapînin. Gelê kurd bi sed salan e têkoşîna zimanê xwe dimeşînê. Daxwaza gelê kurd ne dersên bijarte ye, TRT Kurdî ye û ne jî vekirina beşên kurdî ya li zanîngehan e, daxwaza gele kurd perwedehiya bi zimanê dayikê ye.”
 
BERNAMEYA HEFTEYA ZIMAN 
 
Ronî diyar kir ku ji bo roja ziman wê heftekeykî çalakiyan li dar bixin û derbare çalakiyên ku li dar bixin de ev agahî dan: "Çalakiyên me di 17'ê sibatê e dest pê dikin. Di vê çerçove de xebatên me yek ji çalakiya bazaran e. Ji bo ku esnafên bazaran hişyarî û hişmendiya ziman li ber çavan bigirn. 21'ê Sibatê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê  em ê li Qada Şex Seîd daxuyanî bidin çapemeniyê. Platforma Ziman û Tora Ziman jî wê derbarê xebatên xwe yên salekî de raporek ango daxuyaniyek eşkere bike. Heman rojê dê Baroya Amedê saet di 17.30'an de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panelek li ser ziman bi rê ve bibe." 
 
'EM HER QADÊN JIYANÊ VEGUHERÎNIN JIYANEKE KURDEWAR' 
 
Ronî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ziman nasnameya mirovan e û ev bangewazî kir: "Ziman nasnameya devê mirovan e. Ziman stûna bingehîn a netewbûnê ye. Netewe ji bo ku hebûna xwe berdewam bikin, pêwîste ziman di warê perwerdehiyê de û zimanê jiyanê fermî be. Ji bo wê jî em bang li gelê kurd dikin; Ji bo ku gelê kurd perwerdehiya zimanê xwe bi dest bixe, divê meriv bêtir xwedî zimanê xwe derkeve. Dê û bav dibistanên zarokan in.  Em bang li dayik û bavan dikin ku zarokên xwe bi kurd perwerde bikin û bi wan re bi kurdî biaxivin. Divê her qadê bikin qada axaftina zimanê kurdî. Lazim e bi nivîsên xwe bi kurdî binivisînin. Em dibêjin pêwîste em bi kurdî bijîn û her qadên jîyanê veguherînin jiyaneke kurdewar."
 
'EM XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKEVIN' 
 
 
Mamosteyê MED-DER'ê Rêzan Aktulum jî anî ziman ku ziman azadiya mirovan e û ev roja girîng 21'ê Sibatê ji bo gelê kurd jî girîng e. Aktulum wiha got: "Zimanê kurdî her tim ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin û astengkirin. Her wiha sed sal in zimanê me bi polîtîkayên dewletê tê asîmîlekirin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin û dibêjin werin tevlî bernameyên me bibin. Ziman hebûna me ye. Em xwedî li hebûna xwe derkevin."  
 

Sernavên din

18/02/2022
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN