Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir

  • rojane
  • 16:38 18 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Li navçeya Farqînê, rêxistinên HDP, DBP, CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û ÎYÎ Partiyê yên navçeyê bi hev re bertek nîşanî zemên ceyranê dan. 
 
Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, bertekên li dijî zemên zêde yên ceyranê berdewam dikin. Li navçeya Farqînê ya Amedê, rêxistinên CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û ÎYÎ Partiyê yên navçeyê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê hatin gelhev û bi daxuyaniyeke hevpar zemên zêde yên ceyranê şermezar kirin. Partiyên muxalefetê li ber Qaymeqamiya Farqînê li hev civiyan û li ser navê hevserok, serok û rêveberên partiyan Hevserokê HDP'a Navçeya Farqînê Şenol Çapan, daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend. 
 
PITIK YÛNÛS EMRE BI BÎR XIST
 
Hevserok Şenol Çapan, beriya ku dest bi axaftina xwe bike bertek nîşanî bi cihbûna polisan a li ser avahiya Qaymeqamiyê da û diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên hemû gelên Tirkiyeyê û Farqînê hatine gelhev. Çapan, mirina pitikê bi navê Yûnûs Emre ku li navçeyê ji ber birîna ceyranê ji sermana jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha got: "Em dixwazin ku li her tax, kuçe û kolanê gel li mafê xwe xwedî derkeve. Ji bo gel em neçar in ku peywirên xwe bi cih bînin. Zema ceyranê ji bo zêdekirina qezenca şîrketên taybet e. Dîsa zemên hatine ser gaza siruştî, benzîn, mazot, gaza otomobîlan û xurekan jî. Bihabûnê êdî mirovan ji canê wan aciz kiriye. Di van rojên sar de em polîtîkaya we ya ji ber nedayîna fatoreyên zêde birîna ceyran, gaz û avê îtîraz dikin û dixwazin deng bidin dengê gel. Em dixwazin zemên hatine kirin bên vekişandin." 
 
'BI BIRÇÎBÛNÊ GEF LI MIROVAN DIXWIN'
 
Di berdewamê de Çapan, destnîşan kir ku li Farqînê, bi birçîbûnê gef li mirovan dixwin û ev tişt anîn ziman: "Daxuyaniya ku tê dayîn hemû beşên gel dihewîne. Weke hûn jî dibînin li derdora me hêzên ewlehiyê hene. Me anîne rewşeke wisa ku herkesê li vir dizane Tirkiye bi çeteyên mafyayî tê birêvebirin.
 
BAL KIŞANDI SER HIŞBIRE JÎ
 
Çapan, bal kişand ser ser bikaranîna hişbirê ya li navçeye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Li Farqînê li aliyekê ev tişt pêk tên, li aliyê din jî bazirganiya hişbirê tê kirin. Me gelek caran bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re vê derbarê de hevdîtinan kir. Lê ji aliyê desthilatê ve jibo ciwanê me tu xebat nehate kirin. Em dixwazin ji bo zêdebûna tiryakê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê navenda rehabîlîtasyonê bê vekirin. Em dixwazin êdî li vir gavên şênber bên avêtin. Em tev bi hev re destê xwe bikin bin kevir. Li kîjan taxê, li kîjan avahiyê û li kîjan dikanê hişbirê tê firotin gelê Farqînê tev dizane. Bi motosîkletan servîsên hişbirê tên kirin. Dema ku em vê tînin ziman dibêjin "îxbar" dikin. Em ê giliya kê li kê bikin? Li her derê mobese hene û diyar e ku kê çi dike. Daxwaza me ji gelê Farqînê ew e ku em tev dest bidine hev û kesên ku jehrê li nav me belav dikin teşhîr bikin û dawî li vê bînin."
 
di dawiya axaftina xwe de Çapan, êrişa ku li navçeya Yuregîr a Edenê li dijî avahiya partiya wan pêk hatibû jî şermezar kir. 
 
Piştî daxuyaniya hat dayîn hevserok, serok û endamên hemû partiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakiya bi çepikan bi dawî kirin. 
 

Sernavên din

21/02/2022
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin