Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne

  • rojane
  • 09:15 19 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Welatiyên ku bi hêviya berên erzan bikirin diçin bazaran, an destvala vedigerin malê an jî tiştên dixwazin bikirin tenê nîvî jê dikirin. Esnaf jî ji ber ku tiştek ji wan re namîne bi gilî û gazinc in. 

Welatiyên ji ber bihabûnê zehmetiyan dikişînin, ji bo berên erzan bikirin berê xwe didin bazaran. Lê di mehên dawî de êdî li bazaran jî tu tiştekî erzan nîn e. Li bazara semtê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, esnaf ji ber nebûna kar û welatî jî ber bihabûnê bi gilî û gazinc in. 
 
 
TU TIŞT NAYÊ KIRÎN
 
Seda Dagdelen, nerazîbûna xwe ya ji bo bihabûna zebzeyan anî ziman û destnîşan kir ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî jî bikirin. Dagdelen, bilêv kir ku êdî ditirsin biçin bazarê û got: "Jixwe ez behsa marketan jî nakim. Em diçin bazarê, em bitris diçin. Em diçin marketê, em bitirs diçin, em diçin çarşiyê em bi tirs diçin." Dagdelen, diyar kir ku meaşê wan hemû diçe ji fatûreyan re û got: "Em 6 kes in. 4 xwendekarên min hene. Fiyet pir xirab in. Em nikarin firingî, xiyar, bacanên reş û îsotan bikirin. Em tenê şênahiyê dikirin. Du roqa, du tûzik, 18 lîre ye. Êdî gel serî radike. Ez tenê ji bo şênahiyê hatime. Êdî dewlet me bi giha xwedî dike. Em bi giha zikê xwe têr dikin." 
 
'EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE RÊ WAN BIDIN'
 
Tulay Arat jî bilêv kir ku bi 50 lîreyî hatiye bazarê û got: "Min nîv kîlo zeytûn û kîloyek mûz stend. Ez ê roqa û bexdenûzê jî bistînim. Paşê wê pere biqede. Hêşînahiya ku min hefteya berê stendibû bi 2 lîreyan bû, niha bûye 3 lîre. Her hefte fiyet diguherin." 
 
Arat, destnîşan kir ku ji bo ev zem bi dawî bibin divê ew di hilbijartinê de bersiva vê îqtidarê bidin. 
 
Pinar Suer jî got: "Di navbera hefteya borî û ya niha de ferqek pir mezin heye. Min tenê hêşînahî stend. Gelek tişt hene divê em bistînin, lê em nikarin." 
 
Mûzaffer Kocamanoglû jî bertek nîşan da û got: "Min tenê av stend. Cardin biha, cardin biha ye. Berî ehr tiştî divê mazotê erzan bikin. Yan na wê kes nikaribe li bazarê jî tiştekî bikire." 
 
Belîha Ekîncî jî destnîşan kir ku meaşê wê yê teqawidbûnê heye, lê nikare debara xwe bike û got: "Em îsotê bikirin, em nikarin firingiyan bikirin. Ez û keça xwe hatin bazarê, lê me ji her tiştî nîv kîlo stend. Jixwe hin tişt hene em qet nikarin bistînin." 
 
ESNAF JÎ NE RAZÎ YE
 
Tûgay Okmen ku li bazarê eşyayên mitbexê difiroşe got: "Îro ji serê sibê heya niha min tenê bi 10 lîreyan tişt firotine. Berê gava mirov bi sed lîreyî dihatin bazarê têra xwe zebze û fêkiyên xwe distendin. Bi pereyê mayî jî dihatin ji cem min çend tişt dikirîn. Lê niha nikarin. Min berê çaydan bi 80 lîreyî difirot, lê niha bûye 400 lîre. Jiyan pir bargiran bûye. Êdî em nanoziko dixebitin."
 
Zengîn Çelîk jî ku li bazarê hêşînahiyê difiroşe, got: "Gelê me ji rewşa heyî ne razî ye. Ji ber bihabûnê karê me jî nabe. Em nikarin nan bibin mala xwe. Em dixwazin zem bên betalkirin. Ger fiyetê mazotê û KDV kêm bibe, em ê bi rihetî karibin nan bibin mala xwe." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

24/02/2022
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin