Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe

  • rojane
  • 09:02 20 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku kurdî çendî bê statu be û çendî ji gelek derfetan bêpar be jî, bi berxwedanê hatiye roja îroyîn û got: “Bingeha zimanê kurdî li ser zaravayan e. Tenê zaraveyek jî lawaz bibe, ew bingeh an yê bimire yan jî yê winda bibe.”
 
Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li seranserî cîhanê di du hefteyan carakê de zimanek dimire. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê û teşwîqkirina pirzimaniyê, UNESCO’yê di sala 1999’an de biryarek girt û 21’ê Sibat wekî Roja Zimanê Zikmakî ragihand. Piştî biryara UNESCO’yê, ji sala 2000’î heya niha li gelek deverên cîhanê di çarçoveya 21’ê Sibatê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. 
 
Li Tirkiyeyê ku erdnîgarîyeke pirçandî û pirzimanî ye, tenê bi zimanê tirkî perwerde tê dayîn. Lê li hemberî vê di serî de kurd û bi giştî gelek neteweyên din tevî hemû tundî û qedexeyan jî vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin. 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Eyyup Sûbaşi bi boneya 21’ê Sibatê li ser girîngîya ziman û polîtîkayên bişavtinê axivî. 
 
21 SIBATÊ ROJEKE GIRÎNG E
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Sûbaşi bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zimakî ya Cîhanê û got: “Gelê kurd jî, di çarçoveya têkoşîna zimanê xwe de vê rojê wekî rojeke girîng esas digire. Di vê rojê de bi xebat û çalakiyên xwe hem polîtîkayên asîmîlasyonê şermezar dike, hem jî hişmendiya ji bo zimên berbelavtir dike. Lewma vê rojê wekî rojeke pîroz dihesibîne û pîroz dike.”
 
BERXWEDANA KURDÎ
 
Sûbaşi, li ser malbata ku zimanê kurdî perçeyeke wê ye jî sekinî û diyar kir ku li gor hinek kesan di malabata zimanê Ewrupî de, di beşa Îranî de ye, li gor hinek kesan jî, ji ber ku kurd bê statu bûne navê zimanê Îranî lê kirine. Sûbaşî ji bo vê got: “Hinek kes jî dibêjin zimanê kurdî zimanekî Zagrosî ye. Ên vê dibêjin jî piranî kurd in. Zimanê kurdî xwedî dîrokeke pir qedîm e. Zimanê kurdî ji Medan, ji Avestayê heya îro hatiye. Dema mirov li zimanê kurdî mêze dike, xwedî wêjeyeke xurt e. Ne tenê bi zaravayê xwe yê kurmancî, bi gelek zaravayên xwe yên din jî xwedî wêjeyeke klasîk û modern e û zimanekî qedîm e. Zimanê kurdî bi hemû zaraveyên xwe, bi gelek, bişavtin, qirkirin, tunekirin û zehmetiyan re rû bi rû maye, lê dîsa jî hatiye roja îroyîn." 
 
‘HER ZARAVAYEK KURDÎ BI SERÊ XWE ZIMANEK E’
 
Subaşî, bibîr xist ku zimanê kurdî pirzaravayî ye û got: “Kurdî tenê ji zaravayê kurmancî pêk nayê, ji xeynî kurmancî hewramî, kelhurî, lekî, zazaki û soranî jî hene. Ew hemû zaravayên kurdî ne. Bi wan zaravayan jî wêjeyek xurt heye. Zimanê kurdî çendî bê statu ye û çendî ji gelek derfetan bêpar e jî, li ber xwe daye û heya roja îro li ser pêyan maye. Bi hemû hêza xwe, xwe pêşvetir dibe. Zimanê kurdî xwe bi zaravayên xwe, xwe ava kiriye û her zaravayek wê, bi tena serê xwe zimanek e."
 
Subaşi, destnîşan kir ku hejmara kurdîaxêvan di ser 50 milyonî re ye û got: “Ji bilî Kurdistanê zimanê kurdî, li Qafkasyayê, Ewropayê û aliyê Çînê jî tê axaftin. Zimanê me li erdnigariyeke mezin belav bûye." 
 
POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ
 
Subaşi, bilêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser kurdî piranî dema ji aliyê osmaniyan ve statuya mirektiyên kurdan hatiye xerakirin dest pê kiriye û got: “Ji hêla osmaniyan ve, zimanê kurdî hat astengkirin û qedexekirin û cihên ku arşîva pirtûkên kurdî tê de ye hatiye şewitandin an jî ji holê hatiye rakirin. Ji dawiya sedsala 19’an heya îro li ser zimanê kurdî, polîtîkayên, qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin. Zimanekî bê statu be û ji dibistan, zanîngeh, navendên lêkolînê, weşanxane û çapemeniyan ve bêpar be tu bixwazî nexwazî jî ew ziman di sînorekî teng de dimîne. Ew nayê wê wateyê ku potansiyela wî zimanî tune ye, tenê derfetên wî tune ne û nikare pêşvetir biçe.”
 
Şubaşi, da zanîn ku, gelek malbatên kurd bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî naaxivin û di berdewama axaftina xwe de got: “Mirov dibîne ku ew rewş her roj xirabtir dibe. Her wiha em dibînin ku ji bo ziman karibe bijî, tekoşînek bêhempa heye. Hişmendiya neqilkirina ziman a ji bo zarok jî pêşvetir dibe. Dema ku em lê dinêrin, zaravayên zimanê kurdî li Bakurê Kurdîstanê zazakî/kurmanckî û şêxbizinî heye. Mixabin zaravaya şêxbizinî ji ber ku li bakur kêm tê axaftin zêde nayê zanîn û pîranî li Anatolîayê tê axaftin. Zazakî û şêxbizinî, ji wan derfetên ku di kurmancî de hene, bêpar mane. Ew jî rewşa van zaravayan li gorî kurmancî xirabtir dike.
 
ZARAVAYÊN DIN LI BER XETEREYÊ NE
 
Bingeha avahiya zimanê kurdî li ser zaravayan we tê awakirin. Tenê zaravayek jî lawaz bibe, wê ew bingeh yan bimire yan jî yê winda bibe. Di heman demê de ew jî dikeve ser milê me. Divê em ji bo hemû zaravayên kurdî derfetan peyda bikin. Bila tu kes nebêje ‘zazakî biçe jî tiştek nabe.’ Eger zazakî beçe sitûnek avahiyê jî diçe. Li gorî demê hêdî hêdî diçe, dema sitûnek çû, ev bandorê li sitûnên din jî dike û wê gav bi gav ber bi hilweşandinê ve dibe. Bi texmînî eger zazakî di nav 20 salan da xilas bibe yê kurmancî jî di nav 40 salan de xilas bibe. Ji bilî zaravayê kurmancî hemû zaravayên din li ber xetereya xilasbûnê ne. Sedem jî ew e ku axîvînerên van zaravayan kêmtir in û zêde nayê axaftin. Xetere ji bo hemû zaravayan heye." 
 
 

Sernavên din

24/02/2022
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin