Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû

  • rojane
  • 09:20 22 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil a bi Şandeya Îmraliyê re de ji bo pêvajoya çareseriyê ku weke “gava herî bingehîn” pênase dikir, ev hişyarî kiribû: “Heke ev pêvajoye têk biçe, dê bi xwe re karesatan bîne. Lê heke bi ser keve, dê azadiyê bi xwe re bîne.” 

Di 3’yê çileya sala 2013’an de di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de pêvajoya “çareseriyê” hatibû destpêkirin ku piştre ev hevdîtin veguherîbûn pêvajoya “tesfiyeyê.” Di dîroka çareseriya pirsgirêka kurd de “Mitabeqeta Dolmabahçeyê” xwedî cihekî girîng bû lê dîsa jî Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, ev pêvajo di 5’ê nîsana sala 2015’an de bi dawî kir. Ocalan, ji sala 1993’yan heta niha ji bo pirsgirêka kurd, di çareseriya demokratîk de israr dike û di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya agirbestê dabû destpêkirin. Lê AKP’ê ev pêvajo têk bir û dest bi şerekî giştî kir. Piştî daxuyaniya Erdogan ku digot “me pêvajo xist sarincê”, ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an ve pêvajoya şer dest pê kir. Di vê navberê de qedexeyên derketina kolanan hatin ragihandin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bajar hatin hilweşandin. Ev pêvajoya şer niha jî bi operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê hêj jî bênavber didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hevdîtinan de Ocalan her tim digot ku AKP jidil nêz nabe û heke ev pêvajo têk biçe dê bi xwe re karesatan bîne. 
 
HEVDÎTINA EWIL A ŞANDEYÊ
 
Bi destpêkirina pêvajoya li Îmraliyê re, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî beşdarî hevdîtinan bû û berpirsyarî li xwe girt. Ocalan, cara ewil di 3’yê çileya sala 2013’an de bi Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamentera BDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, “Şandeya Îmraliyê” ku ji parlamenterên BDP’ê pêk dihat hate avakirin û pêvajo bi vî rengî domiya. Şandeyê, hevdîtina ewil di 23’yê sibata sala 2013’an de û ya dawî jî di 5’ê nîsana 2015’an de kir. 
 
GAVA HERÎ BINGEHÎN
 
Di hevdîtinê de Ocalan balê dikişîne ser girîngiya hevdîtina di vê pêvajoyê de û wiha dibêje: “Gavekî dîrokî ye. Di sala 1993’yan de me hewl da bi Turgut Ozal re çareseriyeke demokratîk pêş bixin. Lê temamiya van hewldanan têk çûn. Em niha dest bi civîneke dîrokî dikin. Ji serdema Ozal heta niha di nava hewldanan de me. Lê ev hewldan tevek jî bi ser neketin. Divê hewldana niha têk neçe. Nexwe dê bi xwe re karesatan bîne. Divê tirk jî vê rastiyê bizanin; heke ev pêvajo têk biçe, dê bi xwe re şerekî dijwar, serhildan û aloziyê bîne. Mijara behsê xeberê, jiyana me tevekan e. Ew tiştên ku heta niha bi serê me hatine, dê li ber tiştên ku biqewimin pir biçûk bimînin. Divê teqez bi ser kevin. Li ser pêvajoyeke gûftûgoyê ya nû disekinim. Hewceye heval, dost û gelê me dev ji qalibên têkoşînê yên berê berdin û tevlihev nekin. Divê bi temamî dev ji wan hînbûnên xwe yên berê berdin. Ji ber ku dê rejîm were guhertin. Ji guherînên bi Tanzîmat, Meşrûtiyet, Komar û yên di sala 1950’an de bi pirpartîtiyê gelek girîngtirin. Ev, dê ji wan tevekan jî kûrtir be. Heke em bikarin bi ser kevin, em ê derbasî komareke nû bibin. Demokrasiya radîkal, demokrasiya rast û durist, demokratîkbûneke rast û durist a Anatoliya û Mezopotamyayê! Ev, dibe gava herî bingehîn.” 
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Ocalan, pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” pênase dike û nirxandina xwe wiha didomîne: “Min ev biwêj, bi awayekî rasthatî ne hilbijart. Di dema xwe de min gotibû lê fêm nekirin. Heke wê demê fêm bikirana, Ergenekon çênedibû. AKP van tiştan tîne ziman lê bi kûrahî li mijarê nanihêre. Hûn jî dizanin bê ka ez kesekî çiqas biînad im. Ez, ji roja destpêkê heta niha komara demokratîk diparêzim. Lê wan ji min fêm nekir. Ji xwe re digotin; ‘me Apo tune kir.’ Xeletiyên stratejîk kirin. Xwe, dan aliyê Ergenekonê. Hêvîdarim vê carê wisa nebe. Bi taybet jî divê hûn bi AKP’ê baş bidin fêmkirin ku kesek nikare bi min bilîze. Bi AKP’iyan re biaxivin û jê re bibêjin. Heke di serdema Ecevît de lihevkirinên baş bihatina kirin, niha ne AKP û ne jî Ergenokan dê hebûya.” 
 
BERPIRSYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA DARBEYÊ
 
Di berdewamê de jî Ocalan da zanîn ku bi pêşîlêgirtina darbeyan re dest bi vê pêvajoyê kiriye û wiha didomîne: “Baykal (Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Denîz Baykal) ev pêvajoya qirêj dewrî AKP’ê kir. Baykal, xeletiyekî dîrokî kir. Tayyîp Beg (Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan) kesekî fêlbaz derket û Denîz Baykal bi kar anî. Daxwaza Ergenekonê ya ji me ew bû ku ji sala 2002’yan ve şerî dijwar nekin. Darbeyek heye lê nizanim bê ka çiqas kûr e. Heke bikariyan MÎT’ê têk bibin, dê hemû kelehên Tirkiyeyê biketina. Ger Hakan Fîdan bihata girtin dê piştre jî dor bihata Serokwezîr. Bi zindîkirina vê pêvajoyê re rê li ber darbeyê hate girtin ku min ev yek weke berpirsyarî di dît. Min ferq kir ku dê bikarim pêşî li darbeyê bigirim lewma jî min pêvajo da destpêkirin. Li Tirkiyeyê ji sê aliyan ve xebatên paralel ên dewletê hene. Dest bi sabotekirina van têkiliyan kirin. Ev lobî, ne lobiyên ji rêzê ne. DYA jî destwerdanên stratejîk û taktîkî dike. Jêderka her sê aliyan jî Anatoliya ye.”
 
GLADIYOYA NÛ NAYÊ FÊMKIRIN
 
Di hevdîtinê de Ocalan dibêje ku CHP û MHP yek ji parçeyên dewletên paralel in û AKP’ê jî para xwe ji vê girtiye. Ocalan, wiha dirêjî dide nirxandina xwe: “Pêvajoya ku me daye destpêkirin, di hedefa wan de ye. Hewl didin Musteşarê MÎT’ê bigirin. E.U. û M.B., MÎT hedef girt. Hêzeke pir mezin li pişt wan e. Navenda kontrgerîlayê jî Florîda ye. Abdullah Çatli du caran çû wir. Suîqesta li dijî Papa û cînayeta Palme çêbûn. Cînayeta Sakîneyê karê van koman e. Gladiyoya nû baş nayê fêmkirin. Her tiştekî bi navê çareseriyê hate sabotekirin. Bûyera Sakîneyê, dudiliyeke mezin di min de çê kir. Baş zelal nîne. Sakîneyê li Ewropayê nûnertiya aştiyê dikir. Komkujî hêj jî nehatiye zelalkirin. Ha em kuştin ha Sakîne. Bûyereke pir tarî ye.”
 
HIŞYARIYA JI BO XWEPARASTINÊ
 
Parlamenterên BDP’ê beriya hevdîtinê di 18’ê sibata sala 2013’an de di çarçoveya pêvajoyê de li Silopiya ya Şirnexê çendek hevdîtin kirin. Lê rastî êrişê hatibûn. Ocalan jî balê dikişîne ser vê êrişê û wiha dibêje: “Heke li deverekê parastina we ya cewherî nebe, êdî bi tu awayî neçin wir. Dema li we dixin heke hûn nekarin deh caran bêhtir lê bixin, neçin wir. Baweriya xwe bi dewletê neyînin. Wekî ku hûn jî dizanin, du caran li Ahmet Turk xistin. Carekî li Samsûnê û carekî jî li Îzmîrê. Tişta ku li Sakîneyê hatiye kirin, dikare bi serê me tevan jî bê. Em ê jixwe li ser şerê taybet biaxivin. Gelo hikûmetê teqez karî xwe ji wesayetê xelas bike, karî tam hesabê bipirse? Mekanîka hikûmetê ya Tayyîp wiha ye; bi qasî ku li Tevgera Kurd dixe destûrê didinê. Saziya wesayetê û hêzên diyarker jê re qadê vedikin. Serokwezîr, ev mekanîke pir biaqilane teşhîs kiriye û baş bi kar tîne. Parçeyeke komployê nîne. Ez nabêjim serokwezîr parçeyeke komployê ye, rewşekî pevşêwrî ye. Lê belê vê rêbazê weke amûrekî desthilatdariyê dibîne û bi derbkirina PKK’ê cihê xwe qahîm dike.” 
 
LÊGERÎNA AKP’Ê YA HEGEMONYAYÊ
 
Ocalan dibêje ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de, hegemonyaya xwe ava bike û vê nirxandinê dike: “AKP’ê xwest hegemonyayê ava bike lê em li dijî vê hegemonyayê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji wan re ji asîman hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînan û gel çiqas dijwar e. Min, taktîka Denîz Baykal vala derxist. AKP, hegemonyayê dixwaze û hewl dide şûna CHP’ê bigire. Em, destûrê nadin vê yekê. Nexwe dê derfetên bêsînor ên rantê ji AKP’ê re çêbibin. Ez nabim amûra vê. Tekane şertê min ew e ku AKP nebe hêzeke hegemonîk. Me têra xwe ji ya berê kişand, hewcehî bi bareke din nîne. Hewldanên AKP’ê xelet in. Di nava sal û nîvên dawî de şerekî dijwar dan destpêkirin. Operasyonên binbir ên tesfiyeyê kirin. Koma ku ev yek bi birêz serokwezîr daye bawerkirin, di sala 2011’an de digotin; ‘em ê PKK’ê tune bikin.’ Deh hezar kes (operasyonên KCK’ê) xistin zindanan. Vê hêzê li dijî MÎT’ê darbe kir. Ez jî demildest ketim dewrê û min got ev yek darbe ye. Tu ferqa wê ji Ergenekonê nîne. Bi darbeya li dijî MÎT’ê re serokwezîr fêm kir ku dor li wî tê. Dê serokwezîr bi tawana îxanetê bihata girtin.” 
 
‘DARBE BERDEWAM E’
 
Di hevdîtinê de Ocalan, operasyonên KCK’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd weke teşwîqa ji bo “serhildan” û “raperînê” dinirxîne û wiha berdewam dike: “Lê nêzikatiya min û BDP’ê rê li ber vê armancê girt. Li bendê bûn ku ez serî hildim. Em serî hildin nabe û serî nehildin jî nabe. Girtina her KCK’iyekî, sedema raperînekê ye. Me serhildan nekir. Deh hezar kes hatin girtin. Ji hêlekî ve ev jî darbeyeke. Dê herî dawî jî hûn bihatina girtin. Lê me hemleyek pêş xist. Herî dawî, koma parlamentoyê mabû. Şêweyê darbeyê guherandin lê hêjta berdewam e. Darbeya nû li Bruksel û DYA’yê tê plankirin. Jinûve pênasekirina têkiliyên kurt-tirkan bi kêrî karê wan nayê. Bawerim ev hewldana me dê bi kêr bê.” 
 
‘KURD BO XWE LI CIH DIGERIN’
 
Bi domdarî Ocalan dibêje ku “kurd bo xwe li cihekî digerin” û ev nirxandin kir: “Ev sedsal in ku kurd ji dewletê tên dûrxistin. Heta Abdulhamît jî cih dabû kurdan. Mûstafa Kemal jî di demên destpêkê de cih da. Ev, dewleta paralel e. Çandekî bi hezaran salan e. Dibêjin; ‘em çiqas kurdan derxînin pêşiya tirkan, dê tirk ewqas bêhtir li cem me cih bigirin. Heke em bikarin kurd û tirkan bînin hemberî hev, em ê wê demê tawîzan jê bigirin.’ Divê tirk, kurdan bieciqîne û kurd jî li tirkan bixin. MHP û CHP, her yek ji van mezhebeke hişk ên laîk in. CHP a faşîst hêj mîna xwe disekine. Neteweperestiya CHP û MHP’ê mîna nîjadperestiya Hîtler e. Jixwe her du jî di heman serdemê de hatine damezirandin. Heke derfeta çêkirina qanûneke bingehîn çêbibe jî, ev her du partî dê li dij derkevin. Di Qanûna Bingehîn de dewlet, bi vî awayî nayê pênasekirin. Nîjad û ola dewletê nîne. Qanûna bingehîn, rastiyeke hiqûqî ye.” 
 
PÊNASEYA HEMWELATIYÊ
 
Ji bo pênaseya hemwelatîtiyê ya di Qanûna Bingehîn de jî Ocalan van tiştan tîne ziman: “Divê ew pênase wiha be; ‘her kesê ku girêdana xwe ya bi Komarê Tirkiyeyê re bi îradeya xwe ya azad tîne ziman, hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.’ Divê hûn aîdiyeta neteweyê û ya dewletê tevlihev nekin. CHP û MHP vê yekê didin gotin. Ya ku hûn jê re dibêjin neteweperestiya tirk, rêxistiniyeke faşîst e. Em nayên lîstoka wê. Em aîdî dewletê ne lê ne aîdî neteweperwerestiya tirk in. Rêjeya neteweperestên tirk a li Tirkiyeyê, ji sedî 10 jî nîne. Lê têgeha milet, her wiha ereb, kurd û tirkan jî digire nava xwe. Lê millet-î hakîmeyê na. Têgeha milet, hem têgeheke kolektîfe û hem jî têgeheke şexsî ye. Milet, enternasyonalîzma Îslamê îfade dike. Pêxember dibêje; ‘tu mezinahiya ereban ji ya eceman nîne.’ Wer in em li têgehên gerdûnî binêrin. Em dûrî têgehên tekane ne. Em, endamên miletekî hevpar in. Ne endamên wî tiştê ku neteweperestiya tirk pênase dike. Heke em bi vî awayî qebûl bikin, wê demê ew jî dê qebûl bikin. Gelo armanca me çi ye? Mebesta min ew e ku têkiliyên di navbera kurd-tirkan de li ser bingeheke azad, di qanûna bingehîn de bi cih bikim. Erê baş e lê em ê di pêşerojê de çi bikin? Dê kurd bi awayekî azad xwe bînin ziman û birêve bibin. Heke em niha qanûnan li ser wan ferz bikin, ev yek dê çavên wan bitirsîne. Lê di pêşerojê de dibe. Mînak, Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê. Ku heke vê qebûl bikin, dê beşeke mezin a pirsgirêkê çareser bibe.” 
 
DI SÊ GAVAN DE 10 RÊGEZ
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtinê de balê dikişîne ser vekişînê û qala girîngiya Meclisê dike. Ocalan, wiha domand: “Her vekişîn ne wekî hev in. Dê ev, vekişîneke yekalî nebe. Vekişîn, dê bi biryara parlamentoyê bibe. Ev kar, bi gotina serokwezîr a ‘bila vekişin, em dest nadin wan’ re nabe. Divê TBMM erê bike û bi komîsyona vekişînê çêbibe. Ji ewil dê komîsyon bên avakirin. Dê Komîsyona Heqîqetê jê were avakirin. Ev komîsyon dê di bin venihêrîna Mirovên Aqilmend de be. Vekişîn dê wê demê dest pê bike. Dê xelk li gundên xwe vegerin. Nexwe em ê dest bi vekişînê nekin. Ez tev li nêrîna ‘heke em xwe vekişînin dê gerîla tune bibe’ nabim. Em ê li qadên ku me xwe jê vekişandiye, gerîla hîn mezintir bikin. Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar û li Îranê jî çil hezar hene.”
 
‘EZ JI XWE BAWERIM’
 
Ocalan dibêje ku heke pêngava wan a çareseriyê bi ser keve, dê azadî pêk bê û wiha bi dawî dike: “Ne hefsa malê û ne jî efû, dê hewcehî bi van tiştan nemîne. Hemû kes, em tevek dê azad bibin. Vê yekê bizanin ku, dê ev pêngave komployê vala derxîne. Ez vê komployê derbas dikim. Heke ez bi ser kevim, dê ne girtiyekî KCK’î û ne jî girtiyeke din bimîne. Heke ev nebe jî, dê bi beşdariya 50 hezar kesan şerê gel dest pê bike. Yên mirin dê bimrin, ez xwe tev li nakim. Lê divê her kes baş bizane ku em ne dê wekî berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawerim. Vê yekê baş bizanin; ne dewlet û ne jî ez, em nikarin jê vegerin. Aştiyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk... Hêvîdarim AKP me xelet fêm neke. Nexwe dê rê li ber felaketê veke. Tevî vê yekê jî heke AKP dîktatoriyê li ser me ferz bike, wê demê em ê qebûl nekin.” 
 

Sernavên din

26/02/2022
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin