‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'

  • rojane
  • 09:00 23 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Parêzer Emrah Baran, anî ziman ku girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn ji ber îhmalkariya îdareya girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û di lêpirsînê de hê jî îfadeyên gardiyanên berpirs nehatine girtin. 

Li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn di 30'yê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên wî yên pê re di heman qawîşê de, di nameya xwe de ragihandibûn ku berî mirina Bîlgîn bi 2-3 rojan ew jî nerihet bûne, lê îdareya girtîgehê ew nebirine revîrê û ji bo vê tu tevdîr jî nestendine. 
 
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Emrah Baran ku tim serdana Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê dike, anî ziman ku berî Bîlgîn jiyana xwe ji dest bide bi 3 rojan li qawîşa wî nîşaneyên Covîd-19'ê hebûne, lê ji bo vê tiştek nehatiye kirin û mafê jiyana wî hatiye binpêkirin. 
 
‘DAXWAZÊN WAN NEHATINE QEBÛLKIRIN'
 
Baran, ragihand ku nerihetiya girtiyên di qawîşa Bîlgîn de ji 27'ê Çileyê dest pê kiriye û li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê testa Covîd-19'ê ya 7 girtiyan pozîtîf derketiye. Baran, bilêv kir ku girtiyan hem bi devkî hem jî bi nivîskî nerihetiya xwe ragihandine îdareya girtîgehê û got: "Lê îdareya girtîgeê daxwazên wan qebûl nekiriye. Gardiyanek çûye li nebza girtiyan mêze kiriye û gotiye dê hemşîre were. Lê hemşîre naçe û daxwaza wan a ji bo revîrê û nexweşxaneyê jî nayê qebûlkirin. Ahmed Îbrahîm Abdî di 27'ê Çileyê de nerihet dibe. A din a rojê jî Cabbar Palabiyik û Mehmet Hanefî Bîlgîn nerihet dibin. Dilê wan dixele, bêhal dikevin û navêşî dibin. Girtî cardin ji îdareya girtîgehê re dibêjin, lê îdare cardin tiştekî nake. Yanî daxwaza girtiyan a ji bo çûne revîrê yan jî nexweşxaneyê nayê qebûlkirin. Testa wan a Covîd-19'ê jî nayê kirin." 
 
‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'
 
Baran, destnîşan kir ku bi awayekî pir aşkere îdareya girtîgehê berprisê mirina Bîlgîn e, ji lew re peywira îdareya girtîgehê ye ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêzer û got: "Lê ev nehatiye kirin û mafê jiyanê yê Mehmet Hanefî Bîlgîn hatiye binpêkirin." 
 
JI BER GARDIYANAN BI COVÎD-19'Ê KETINE
 
Baran, bibîr xist ku di rapora OHD'ê de ragihandine ku girtîgeh berpirsiyariyên xwe yên dema pandemiyê pêk neanîne. Baran, destnîşan kir ku ji ber ku gardiyan li gor tevdîrên pandemiyê tevnegeriyane bûne sedema mirina girtiyên wekî Bîlgîn û got: "Di giştînameyên Wezareta Dadê de, tê diyarkirin ku hin tevdîr hatine girtin. Van giştînameyan ji xwe re dikin hincet û mafê girtiyan binpê dikin. Her wiha bi qasî ku girtiyan ragihandiye gardiyan di dema belavkirina xwarinê, jimariyê û lêgerîna li qawîşan de bê maske bûne an jî di dema belavkirina xwarinê de lepik nexistine destên xwe. Em wisa difikirin ku girtî ji ber gardiyanan bi şewbê ketine." 
 
‘BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'
 
Baran, destnîşan kir ku ewilî nîşaneyên Covîd-19'ê di girtî Îbrahîm Abdî de xwe dane der lê dîsa jî nehatiye dermankirin û got: "Necxweşiya girtî Mehmet Hanefî Bîlgîn nexweşiyeke kronîk bû. Nexweşîna qelb. Berê anjiyo bûbû. Û di warê şewbê de di koma xetere de bû. Saziyên rêxistina civaka sivîl ji bo berdana van girtiyan gelek caran bang kiribûn. Lê Wezareta Dadê û saziyên din guh li van bangawaziyan nekiribûn." 
 
Baran got: "Piştî mirina Bîlgîn,tTesta Covîd-19'ê hatiye kirin. Di 31'ê Çileyê de. Yanî test piştî semptom diqedin bi 5 rojan hatine kirin. Jixwe em hemû dizanin test bi temamî ne rast in. Di heman qawşê de semptomên 3 kesan wekî hev bûne û jixwe wê demê li Girtîgeha Bolûyê testa gelek kesan pozîtîf bûye. Nexwe ev yek îhtimala ku girtî bi Covîd-19'ê ketine piştrast dike." 
 
‘ÎFADEYA BERPIRSAN NEHATIYE GIRTIN'
 
Baran, bilêv kir ku Serdozgeriya Komarê ya Bolûyê têkildarî mirina Bîlgîn lêpirsîn daye destpêkirin û got: "Heya niha tenê îfadeyên hevalên Mehmet Hanefî Bîlgîn ên di qawîşa wî de, hatine girtin. Li gor agahiyên di dest me de îfadeyên gardiyanên berpirs nehatine girtin." 

Sernavên din

26/02/2022
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin