Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin

  • rojane
  • 09:03 25 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Şêniyên Sûrê, bertek nîşanî avahiyên ku li şûna avahiyên wan hatine çêkirin û pêşkêşî sermayedaran hatine kirin dan û gotin: "Ên ji bo zengînbûnê hatine vira dê serê wan di ber wan de biçin. Em dev ji vir bernadin." 

Piştî qedexeya derketina derve ya li Sûr a Amedê ya di sala 2015an da hatibû îlankirin, 6 taxên navçeya dîrokî hatibûn serobinkirin. Ji van taxan yek jê jî Taxa Hasirliyê ye. Li Hasirliyê çêkirina 52 dikanan hat temamkirin û di 10'ê Sibatê de li Navenda Çandê û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bi mazatekê hatin berpêşkirin. Mazat ji aliyê Şîrketa Xizmetên Emlakê ya girêdayî TOKÎ'yê ve hat kirin. Şîrketê ji bo mazatê vexwendname tenê ji "sermayedarên" bajêr re şand. Xwediyên avahiyên ku li şûna avahiyên wan dikan hatin çêkirin jî nehatin vexwandin. 
 
Şêniyên Taxa Hasirliyê bertek nîşanî vê dan.
 
Îhsan Sevîktek ku berê li Hasirliyê xaniyê wî û du dikanên wî hebûn, bi vî awayî careke din hat mexdûrkirin. Sevîtek, di sala 1993'yan de piştî gundê wan Kirmî yê girêdayî navçeya Licê hatiye şewitandin hatiye Sûrê. Sevîtek, gava hatiye Sûrê ji xwe re dikanek çêkiriye û pê debara xwe kiriye. Lê di sala 2015'an de careke din mecbûr maye terka xaniyê xwe bike. Di vê pêvajoyê de tenê xanî û dikana Sevîtek ji dest neçûne, di şerê li navçeyê de zarokek wî jî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Sevîtek bi mazata vê dawiyê hat çêkirin re careke din hatiye mexdûrkirin. 
 
EW DER GUND BÛ, EV DER BAJAR...
 
Sevîtek, anî ziman ku ji roja ku hatiye Sûrê heya niha li navçeyê esnaftiyê dike û lewma her kes wî nas dike. Sevîtek, destnîşan kir ku ji salên 90'an heya niha du caran bi van bûyeran re rû bi rû maye û got: "Em mexdûrên vî bajarî ne. Em li gundê Kirmiyê diman. Gundê me di sala 1993'yan de hat şewitandin. Sûr çawa hat şewitandin, wê çaxê gundê me jî bi heman awayî hat şewitandin. Wê demê hin ferdên malbatê bêyî pêlavekê jî têxin nigê xwe, pêxwas terka gund kirin. Li vira jî heman tişt hat serê me. Ew der gund bû, ev der bajar... Li bajarekî wekî Amedê, di sala 2015'an de xaniyên mirovan bi ser serê wan de xera kirin an jî di jêrzemînan de mirov şewitandin. Me qet etxmîn nedikir dê tiştekî wisa çêbibe." 
 
Sevîtek, da zanîn ku xaniyê wî yê li Sûrê hat şewitandin 3 qatî û 190 metrekare bû û got: "Şer dest pê kir. Ji bo mirov derkevin tenê rojekê muhlet dan. Em jî wê rojê ji Sûrê derketin. Gava em ji vir derketin hema bibêje em tazî bûn. Me dua kir ku em ji birçîna nemirine. Tam mehekê me ji bo wergirtina cenazeyê xwe li ber xwe da. Şerê di navbera du dewletan de çawa be, şerê li vira jî heman tişt bû." 
 
DOZA XANIYÊ XWE DIKE
 
Sevîtek, diyar kir ku TOKÎ'yê ji bo xaniyê wî û dikana wî ya hatine xerakirin 6 daîre teklîfî w kirine, lê wan qebûl nekiriye. Sevîtek, bilêv kir ku piştî teklîf red kirine, vê carê pere teklîfî wan hatiye kirin, lê wan pere jî qebûl nekiriye. Sevîtek, got: "Li vê kolanê du dikanên min hebûn. Niha xaniyê min jî kirine dikan. Ev der ên min bûn û tapoya wan li ser min bû. Ez ê xaniyê xwe nedim. Çi teklîf dikin bila bikin. 100 sal jî derbas bibe ez ê dev ji xaniyê xwe bernedim." 
 
'WÊ DERKEVIN'
 
Sevîtek, bertek nîşanî sermayedarên ku dikanên li ser xaniyê wî hatine çêkirin da û got: "Ên dixwazin van dikanan bikirin, dixwazin bêtir zengîn bibin. Divê baş zanibin dê serê xwe têxin ber xwe û ji vir derkevin. Ger bi şertên qeyûm û îqtidara AKP-MHP'ê hatibin û vira û çavê wan li zengînbûnê be, şaşiyê dikin. Dibe ku niha em li kuçeyan bibin, lê qethiyen em dev ji vira bernadin. Gava heman zilm li wan bihata kirin û dest daniyana ser xanî û dikanên wan wê çi bikirana? Wê destê me di paxila wan kesan de be ku komkujî kirin û ev der xera kirin." 
 
TOKIYÊ QEBÛL NEKIR
 
Tahsîn Aktaş ku zêdetirî 40 salan qehwexaneya wî li kêleka Dêra Sûrp Gîragosê bû, piştî ji bêgavî ji Sûrê derketiye, TOKI'yê ji bo xaniyê wî û dikana wî xanî teklîfî wî kiriye. Lê Aktaş teklîfa TOKÎ'yê qebûl nekiriye û doza erseya xwe dike. Her wiha ji bo qehwexaneya wî jî ew şandine weqfê. 
 
Aktaş got: "Her tişt ji me re qedexe kirine. Ev der milkê min ê bi tapo ye. Ez bi salan li vira mam. Gava ez nû hatim vira çî min hebû min ji bo vir xerc kir. Lê niha ez di kirê de me." 
 
Aktaş, da zanîn ku xaniyê wî li qada ku berê Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf lê bûye û niha Qeymeqamtiya Sûrê lê hatiye çêkirin bûye û got: "Di tapoyê de 94 metrekare bû û 3 qatî bû. 45 salên min derbas bûn di wî xaniyî de. Li ser kolana sereke bû. Ez çûm Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê. Ji min re gotin, me 180 hezar TL xistiye hesabê te. Nih tu bi wî pereyî nikarî qulûbeyekê jî bistînî. Jixwe em mexdûr kirin. Em ê çi bikin ji wî 180 hezar TL'yî? Ez doza erseya xwe dikim. Tapora wê jî heye. Heya sax bim ez ê doza xaniyê xwe bikim." 
 
MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

26/02/2022
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê