Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e

img
STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan, diyar kir ku dê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan be û ji bo çareserkirina meseleya kurdî û demokrasiyê divê Ocalan azad bibe. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 22'yê Sibatê de rapora binpêkirinên mafan ên sala dawî yên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê daxuyandibû. Di raporêd e hatibû destnîşankirin ku 11 sal in xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin û rejîma înafza girankirî ya li Îmraliyê ji roja roj de rejma "îşkenceyê" ye. 
 
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan rapora derbarê binpêkirina mafan a têkildarî Ocalan de ku çend meh berê radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû kirin û ew bi xwe jî di nav heyetê de bû, nirxand. 
 
Aydogan, bibîr xist ku parêzer her sal raporê amade dikin û bi raya giştî re parve dikin û rapora îsal jî di wesfê xulaseya tiştên 23 sal in li Îmraliyê diqewimin de ye. 
 
Aydogan, destnîşan kir ku ger mijareke têkildarî meseleya kurdî di rojevê de be, divê kes hêviya bêalîbûn û serbixwebûnê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) neke, ji lew re dewletên YE'yê di rewşeke wiha de tenê berjewnediyên xwe esas digirin. Aydogan, bilêv kir ku YE bi biryarên xwe veguheriye saziyeke siyasî û ji ber vê ye serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzerên Ocalan bi awayekî erênî nayên bersivandin. 
 
TENDURISTÎ Û JIYANA WAN
 
Aydogan, diyar kir ku YE, biryarên xwe parelelî dîtina xwe ya ji bo meseleya kurdî dide û hevdîtina 2 meha berê ya li CPT'yê bibîr xist. Aydogan got: "Me di hevdîtinê de got, saleke hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin. Saleke ne malbata wî ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Her wiha ne name, ne faks hwd. tu tişt nayên şandin. Derbarê tenduristî û jiyana Birêz Ocalan û her sê girtiyên din ên li cem wî de tu xeber tune ne. Ev bi tena serê xwe îşkence ye. YE, divê hay ji vê yekê hebe." 
 
PERGALA ÎŞKENCEYÊ
 
Aydogan, bibîr xist ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê Pergala Înfazê ya Îmraliyê wekî "Pergala Îşkenceyê" pênase dike. Aydogan, destnîşan kir ku saziyên Ewropayê jî şirîkê vê pergala îşkenceyê ne û di hevdîtina xwe ya bi CPT'yê re li ser vê pergala îşkenceyê jî sekinîne. Aydogan got: "Rayedarê ku me hevdîtin pê re kiribû, gotibû dê sibê civîn çêbibe û ew ê vê yekê di civînê de bînez zimên. Piştî wê em nizanin bê çi bûye. JI lew re di qanûna damezrandina CPT'yê de tiştekî şaş heye. Belê, venihêrandinê dike, lê erkeke wê ya vê yekê bi raya giştî re parve bike tune ye. Tenê gava dewlet destûrê bidin dikare bi raya giştî re parve bike." 
 
BERPIRS KE Û CPT YE
 
Aydogan, destnîşan kir ku êdî divê ev rewş bê guherandin û got: "Gava Birêz Ocalan tînin wir, di roja ewil de du kes diçin cem wî û ev kes jê re dibêjin 'Em endamên konseya Ewropayê ne. Ji niha û pê ve berpirsê hemû tiştên vê girtîgehê em in. Ev girtîgeh girêdayî me ye.' Rast e, tiştên li Girtîgeha Îmraliyê diqewimin hemû di bin kontrola Ewropay û CPT'yê de ne. Li wir çi tiştekî erênî yan jî neyînî hebe, berprisê hemûyan Konseya Ewropayê (KE) û CPT ye." 
 
TÊKOŞÎNEK CIVAKÎ
 
Aydogan, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan têkoşîneke civakî bivê nevê ye û got: "Êdî divê em azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Jixwe di sala 2022'yan de dirûşmeya herî berbiçav ev e; Dê sala 2022'yan bibe sala azadiya Ocalan.' Niha li pêşiya me Newroz heye. Dê Newrozeke li dijî tecrîda li ser Ocalan û Newrozeke ji bo azadiya Ocalan be. Ez wisa hêvî dikim ku dê Newroza îsal jî bi girseyî bê pîrozkirin. Azadiya Ocalan jî bi têkoşîneke girseyî pêkan e." 
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'
 
Aydogan, di dawiya axaftina xwe de got: "Li cihekî wekî Tirkiyeyê ger asta têkoşînê neyê bilindkirin, hem rakirina tecrîdê hem jî azadiya Ocalan wê ne pêkan be. Em dibêjin 'Çi qas têkoşîn, çi qas berxwedan, ew qas azadî.' Ê me tenê rojevek me heye. Ew jî çareserkirina meseleya kurdî ye. Ev jî bi rakirina şert û mercên tecrîda li ser Birêz Ocalan û azadiya wî pêkan e. Ger meseleya kurdî neyê çareserkirin dê demokrasî neyê Tirkiyeyê. Ji bo çareserkirina meseleya kurdî û ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê divê Birêz Ocalan azad be." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin