6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand

img
WAN- Abdulhakîm Kaval ku kurê wî Alî Kaval di dema qedexeya derketina derve ya li Geverê de jiyana xwe ji dest daye got: "Çi dikin bila bikin, qethiyen em serî natewînin û em ê netewînin jî." 
 
iştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Heîzrana 2015'an de ji sedî 13'ê rayan girt û nehişt AKP bi tena serê xwe bibe desthilat, şer û pevçûn cardin rû dabûn û li ser hev di qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin. Di dîrokên cuda de Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin hatibûn dorpêçkirin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÛHV) di vê pêvajoyê de herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kes jî bandor ji van qedexeyan girtine. 
 
Ji bajarên ku hatibûn dorpêçkirin yek jê jî navçeya Gever a Colemêrgê bû. Qedexeya derketina derve li Geverê 5 caran hatibû îlankirin. Li navçeyê qedexeya herî dirêj ku 79 rojan dewam kiribû, di navbera 13'ê Adar û 31'ê Cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
 
Beriya qedexeyê nifûsa navçeyê 120 hezar bû, lê piştî qedexeyê ji sedî 80'yê navçeyê ji bêgavî koçber bûbû. Li gor raporên ku piştî qedexeyê hatibûn ragihandin, li gundê Mexsûdava yê li kêleka navçeyê zêdetirî 5 avahî kavil bûne. Li gor rapora Odeya Endezyarên Înşeatê jî hejmara hindik texrîb bûne 3 hezar û 193, yên pir texrîb bûne 787, yên xera bûne 867 û yên hatine şewitandin jî hezar û 336 e. Her wiha hezar û 500 kargeh jî kavil bûbûn û 150 jê jî bi temamî hatibûn xerakirin. 
 
KEÇEKE WÎ YA 2 MEH Û NÎVÎ HEBÛ
 
Li Geverê ji kesên di berxwedana xwerêvebiriyê de jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Alî Kavalê YPS'î bû. Kavalê 17 salî ku di şerê li Taxa Esentepeyê de jiyana xwe ji dest dabû, zewicandî bû û zarokekî wî hebû. Gava Kaval jiyana xwe ji dest dabû keça wî Irmak (Axîn) 2 meh û nîvî bûye. Keça wî niha 6 salî ye. 
 
Abdulhakîm Kaval, bavê Alî Kaval behsa wan rojan kir. 
 
‘GER TU BIMIRÎ DÊ KÎ LI AXÎNÊ MIQATE BE'
 
Bav Kavak diyar kir ku gava kurê wî jiyana xwe ji dest daye, ew wê çaxê li Çelê li ser înşeatê dixebitî û got: "Xemgîniya min a herî mezin, em baş xwedî li van mirovên hêja derneketin. Divê em her tim xwedî li van mirovên hêja derkevin. Heval Alî, tim xwedî li hevalên xwe derdiket û fedekar bû. Di dema şer de hevjîna min ji min re got, divê em ji navçeyê derkevin. Min jî jê re got, 'Ez dernakevim, ez ji kurê xwe ne hêjatir im.' Vê carê hevjîna min got, 'Keça wî emanetî me ye, ger tu bimirî dê kî li Axînê û li me miqate be.' Piştî vê em çûn Colemêrgê. Axîn, emaneta kurê min e. Em ê her tim rêya rast li ber Axînê bixin û em tu carî dev ji rêya xwe bernedin." 
 
‘EM VÊ ZILMÊ JI BÎR NAKIN'
 
Kaval, bibîr xist ku gava ji navçeyê derketinê jî tim pêwendî bi yên li Geverê re danîne û got: "Dewletê ji hewayê û ji qereqolan navçeyê bombeberan dikir. Li ku derê çalakiyek hebûna, di cî de ew der bombebaran dikir. Îxanetkaran cihê wan digot û wan jî ew der bombebaran dikir. Wê çaxê li navçeyê sûcê şer hat kirin. Mirovên me dihatin perçekirin û wisa dihatin binaxkirin. Gava em di wan deran re derbas dibin kezeba me perçe dibe. Gava roj bê dê ew mirov çawa hesab bidin me? Wê rojê hovîtî hat kirin. Tiştên anîn serê jinan, zarokên me û malbatan ji bîra me naçin. Em heya sax bin gere ji bîr nekin. Em vê zilmê û neheqiyê ji bîr nakin." 
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Kaval, destnîşan kir ku şêniyên navçeyê tevî hemû zilm û hovîtiya dewletê jî serî netewandiye û got: "Heya dilopek xwîn jî di canê me de hebe em ê serî netewînin. Me bikujin jî em serî natewînin. Ji lew re kurdan tu carî serî netewandiye. Dê têkoşîna me heya dawiyê bidome. Dewlet dê bi van polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd bi ser nekeve. Me gelek zehmetî kişand, lê dê dewlet tu carî negihêje mexseda xwe." 
 
‘DURÎTIYA DEWLETAN'
 
Bav Kaval bal kişand ser şerê Rûsya-Ûkraynayê û polîtîkayên "durû" yên dewletan û got: "Dewlet durû ne. Wê demê li vira xaniyên me hatin rûxandin, mirovên me hatin xerakirin, lê deng ji xwe neanîn. Lê îro ji bo şerê Ûkraynayê dengê xwe bilind dikin. Ger wê çaxê ji bo me dengê xw ebilind bikirana îro dê li Başûr, li Rojavayê komkujî çênebûna. Ji Sûrê heya Geverê bajarên me hatin xerakirin, zarokên me yên di zikê dêyên xwe de hatin qetilkirin. Cîhanê ji bo Ûkraynayê her tişt seferber kir, çima ji bo kurdan tiştekî nake. Ev durûtiya herî mezin e. Tiştekî din j, kurd divê bibin yyek. Ger em bi yek bûna, dê ev tişt nehatana serê me. Li vira kurê min mir, ên li Başûr, Rojava û Rojhilatê dimirin jî zarokên min in. Gelê krud têra xwe êş kişandiye. Ger em nebin yek dê felaketên gelek mezin bên serê me. Ez ji bo yekîtiyê bang tevahiya gelê me dikim." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide