‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’

img

MÊRSÎN - Hevjînê Hatîce Aydin, Omer Aydin di Newroza 2002’yan de li Mêrsînê di pîrozbahiya Newrozê de hat kuştin. Aydin got: “Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma. Heta roja dawiya emrê xwe jî ezê wî agirî vêxim.”

Agirê Newrozê bûye remza hebûna kurdan a neteweyî, azadî û têkoşîna wan. Ruhê kurdan û Newrozê bûye yek û ev kevneşopî didome. Yek ji welatiyên di pîrozbahiyên Newrozê de hat qetilkirin, Omer Aydin e. Ew di pîrozbahiya Newroza 2002’yan de li Mêrsînê ku li dijî qedexekirina pîrozbahiyê li ber xwe dida hat qetilkirin. Panzêrê li Mehmet Şen diqelibînin û yê Omer Aydin jî fişeka gaza îsotê li ser dilê wî dixînin û jiyana xwe ji dest didin. 
 
Hatîce Aydin (50) hevjîna Omer Aydin e û behsa serpêhatiyên hatiye serê wê kir. Hatîce Aydin diyar kir ku hevjînê wê Omer heta roja hat qetilkirin ji Newrozê û têkoşîna xwe hez dikir û got: “Omer ji wî agirî hez dikir û me jî ji wî agirî hez dikir. Heta roja ku ez bijîm, ez ê ji wî agirî hez bikim.” 
 
 
HEVJÎNÊ WÊ GOTIYE, ‘EZ Ê BIÇIM VÊ NEWROZÊ’ 
 
Hatîce Aydin da zanîn ku wê demê hevjînê wê delegeye partiya HADEP’ê bûye û ji ber Newroz hatiye qedexekirin her çiqas nexwestiye hevjînê wê biçe pîrozbahiyê jî lê hevjînê wê re gotiye, “Ez bizanibim cenazeyê min jî were malê, ez ê biçim vê Newrozê. Serê sibê zû rabû û xwe amade kir û bi kelecanî ji malê derket. Min jî da pey wî û ez çûm qada Newrozê. Panzêran bi ser însanan de diajotin. Bombeyên gazê dadikirin xelkê. Gel li hemberî polîsan li ber xwe dida. Panzêrê pê li Mehmet Şen kir û ew kuştin. Lê gel li ber xwe da.” 
 
‘SAQOYÊ WÎ DAN MIN’ 
 
Hatîce Aydin anî ziman ku di nava wê berxwedanê de polîsan bombeya gazê avêtiye li hevjînê wê xistine û ji ber bombe li ser dilê wî dikeve, hunavê wî xwîn dibin û jiyana xwe ji dest dide. Aydin got heta ew çûye cihê hevjînê wê lê şehîd ketiye wî rakirine nexweşxaneyê û saqoyê wî li wir mabû dane wê.
 
‘KURD NATIRSIN’ 
 
Aydin diyar kir ku wan ji gundê Bizika bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Mêrsînê kirine û wan her dem pîrozbahiya Newrozê kirine. Aydin anî ziman ku Newroz ji bo kurdan gelek girîng e û wek mizgîniya biharê dibînin û sala wan nû ye. Aydin got êdî nema kurd ji tiştekî bitirsin û her çiqas zext li ser gelê kurd tê kirin, kurd ewqas bi hêz û zane dibin. 
 
‘MÎRASA HEVJÎNÊ MIN JI ME RE MA’ 
 
 Hatîce Aydin dibêje ji ber ku ew li erdê ketiye û lingên wê şikestine dê nikaribe tevli pîrozbahiya Newroza îsal bibe û got: “Xwezî lingên min neşikestina û ez beşdarî pîrozbahiyê bibûma. Em ji zarokatiya xwe heta niha Newrozê pîroz dikin. Piştî ku Omer şehîd bû hin bêtir em çûn qadên Newrozê. Newroz wek berxwedana mîrasa hevjînê min ji me re maye. Her çiqas dewletê me kuşt jî lê me paş ve gav neavêt. Piştî qetilkirina Omer ez hin bêtir bi ruhek berxwedê çûm Newrozê. Divê her kes ji bo nirxên xwe biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê û vê roja xwe ya netewî pîroz bikin. Helbet em ê bi ser bikevin. Hêviya me qet qût nebû.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Cemîl Ûgûr 
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide