“Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’

img

ENQERE - Bi ser Komkujiya Helebçeyê re ku hemû dinyayê çav û guhên xwe lê girtibûn 34 sal derbas bûn. Di komkujiyê de nêzî 200 hezar kurd bi xazên kîmyewî hatin qetilkirin. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş têkildarî mijarê axivî û got: “Ji bo ku êdî tu Helebçeyên din neyên kirin, divê kurd yekitiya xwe ava bikin.” 

 
Di dema şerê Îran-Iraqê de serokomarê Iraqê Sedam Huseyîn li dijî gelê kurd Qirkirina Enfalê dabû destpêkirin. Xeleka herî dawî ya vê qirkirinê jî Komkujiya Helebçeyê bû. Bi ser komkujiyê re 34 sal derbas bûn. Sedam Huseyîn, xelkê Helebçeyê bi alîkarîdayîna Îranê sûcdar kir û fermana bombebarankirina Helebçeyê da. Bi fermana Sedam Huseyîn, di 16’ê Adara sala 1988’an de Helebçe bi xazên sarîn, VX, xaza rehikan û hardalê hate bombebarankirin. Di bombebaranê de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn. 
 
Di encama jenosîda Sedam Huseyîn de, ji 180 hezar heta 210 hezar kurd hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Enfalê re 34 sal derbas bûn lê hêj jî baş nayê zanîn bê ka di vê pêvajoyê de çend kurd hatine qetilkirin. 
 
XWESTIN GELÊ KURD TUNE BIKIN
 
Qirkirina Enfalê ku bi mebesta tunekirina gelê kurd hatibû kirin, di 29’ê Adara sala 1987’an de dest pê kir û heta 23’ê Nîsana sala 1989’an jî berdewam kir. Di dema vê operasyonê de xizmê Sedam ê bi navê Elî Hesen El Mecîd ku weke “Eliyê kîmyewî” tê binavkirin, ji hêla Konseya Komîteya Şoreşê ya Iraqê ve hat peywirdarkirin û bi vê yekê hat xwestin ku kurdan bi tevahî ji Iraqê tune bike. Di encama polîtîkaya tunekirinê ya rêveberiya Sedam a ji 83’yan heta 91’ê de, bi sedhezaran kurd hatin qetilkirin. Tenê di “Operasyona Enfalê” de di navbera 180 hezar heta 210 hezar kes hatin qetilkirin. 
 
Di pêvajoya Qirkirina Enfalê de 4 hezar û 500 gund û 30 navçe hatin tunekirin, bi hezaran mizgeft, dêr û perestgeh hatin rûxandin. 
 
3’YEMÎN MEZINTIRÎN KOMKUJIYA KÎMYEWÎ YA SEDSALA 20’AN 
 
Komkujiya Helebçeyê, piştî komkujiyên Hîroşîma û Nagazakiyê mezintirîn êrişa kîmyewî hat diyarkirin. Helebçe û derdora wê ku li Herêma Federal a Kurdistanê ye, bi xazên kîmyewî hate bombebarankirin û di vê êrişê de 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji Komkujiya Helebçeyê heta sala 2021’an, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên li Helebçeyê, 43 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dan û 62 hezar û 200 kes jî astengdar man. 
 
BÊHNA SÊVÊ 
 
Tê gotin ku di dema Komkujiya Helebçeyê de bêhna sêvan li derdorê belav dibe û zarok ber bi bêhna sêvan ve diçûn. Gotina herî dawî ya zarokekî di Komkujiya Helebçeyê de bi hovane hatiye qetilkirin ev bû; “Dayê bêhna sêvan tê.” Xazên kîmyewî yên bi bêhna sêvan, di demekî kin de bandora xwe li seranserî bajêr kir. Êrişên kîmyewî heta 17’ê Adarê jî berdewam kirin û gelek kesên li bajêr, bi hewla xwexelaskirinê xwestin bajêr biterikînin. Lê belê ji van welatiyan hinek jê dema ber bi çiyayan ve diçûn, hinek jê di nava zeviyan de û hinekan jî li ser rêyan jiyana xwe ji dest dan. Mirin, li Helebçeyê bi bêhna sêvan xwe gihandibû kurdan. Hinek ji wan bombeyên ku li Helebçeyê bûbûn sedema mirina bi hezaran kurdan, îro li Helebçeyê di muzeyê de tên pêşandan. 
 
DINYAYÊ ÇAVÊN XWE LI HELEBÇEYÊ GIRTIN
 
Dema ku kurd li Helebçeyê bi çekên kîmyewî yên Sedam dihatin qetilkirin, tevahiya cîhanê xwe li kerr û laliyê danî û çavên xwe lê girtin. Di sala 1988’an de ku komkujî hatibû kirin, di serî de DYA û Yekitiya Ewropayê (YE), hemû cîhanê xwe li bêdengiyê danîbû. Sê roj piştî Komkujiya Helebçeyê, Rêxistina Hevkariya Îslamî ku bi tevlibûna 53 welatên îslamî civiyan lê derheqê Helebçeyê de tenê yek gotin jî nehat kirin. 
 
Sedam Huseyîn bi çekên kîmyewî kurd di qirkirinê re derbas dikirin lê belê hemû cîhanê tenê temaşe dikir. Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 15 sal derbas bûn û Amerîkayê bi hinceta ku di destê Iraqê de çekên tunekirina girseyî hene, di 20’ê adara sala 2003’yan de dest bi dagirkirina Iraqê kir. 
 
SEDAM HUSEYÎN HAT BIDARVEKIRIN
 
Bi dagirkirina Iraqê ji hêla leşkerên DYA’yê ve, Sedam Huseyîn jî reviya. Lê belê 8 meh piştre ji hêla leşkerên DYA’yî ve hate girtin. Sedam Huseyîn, ji ber Komkujiya Helebçeyê û qetlîama Duceyîlê, bi sûcê li dijî mirovahiyê hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Bi ser dagirkeriya DYA’yê ku digot “Em ê demokrasiyê bînin Iraqê” re 3 sal derbas bûbûn ku Sedam Huseyîn di 30’ê Kanûna sala 2006’an de hate bidarvekirin. 
 
DINYA BÊDENG MA
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku tevahiya cîhanê li hemberî Komkujiya Helebçeyê bêdeng ma û wiha got: “Sedema vê jî bêstatûbûyîna kurdan bû. Dema mijar bû berjewendî, dewlet guh nadin heq, hiqûq û jiyana mirovan. Tu derfetên leşkerî, siyasî û aborî yên kurdan nebûn. Lewma jî qetilkirina kurdan weke rewa dihat dîtin û hebûna wan hate paşguhkirin. DYA û YE’yê Sedema li dijî Îranê weke amûrekî bi kar tînan.”
 
BÊSTATÛBÛNA KURDAN 
 
Di berdewamê de Ozguneş anî ziman ku bi Peymana Lozanê welatê kurdan bûye çar parçe û wiha domand: “Derfet çêbûn û gelek neteweyan dewletên xwe ava kirin. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de tu kes biqasî kurdan mexdûr nebûn lê nekarîn dewleta xwe ava bikin. Dewletên ku mohra xwe li binê Peymana Lozanê dane, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe parve kirin. Ji ewil di navbera Îran û Osmaniyan de welatê kurdan bû du parçe û bi Lozanê re jî bû çar parçe. Statûya kurdan nebû lewma nekarîn dewlemendiyên xaka xwe bi kar bîne û bifiroşe dewletên din. Kurdên ku di nava çar parçeyan de dabeş bûne, tu qîmetekê wan di nezera hêzên navdewletî de nîne.” 
 
‘DYA Û YE’YÊ SEDAM XWEYÎ KIR’ 
 
Ozguneş, diyar kir ku DYA’yê nexwest Sedam Huseyîn hîn bêhtir zurt bibe û wiha pê de çû: “Planên wan ên li ser Rojhilata Navîn guherîn û rewşekî wiha rû da. DYA’yê, damezirandina Dewleta Îslamî ya Îranê bo xwe weke gefek dît û bi Sedam re hevkarî kir. Lê piştre bi têkçûna Sovyetan re Projeya Rojhilata Navîn a Mezin xist meriyetê. Armanc ew bû ku statûya dewletên herêmê biguherîne û li ser mezheb û nasnameyan qadên şer biafirîne. Ji bo ku ev projeya wan bêpirsgirêk bidome, DYA’yê gelemperî welatên biçûk û bêbandor hildibijartin. Ji bo ku Sedam li dijî Îranê şer bike, DYA û YE’yê çek dan Sedam Huseyîn û bi tirran dolar danê. Sedam çawa ku hinek bihêz bû, planên xwe guherandin. Vê jî çavê wan hêzan tirsand û xwestin Sedam tune bikin.” 
 
‘YEKITIYA NETEWEYÎ FERZE’ 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş komkujiyên Helebçe, Zîlan û Dêrsimê bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim xwestin gelê kurd tune bikin. Ji bo ku pêşî li van komkujiyan were girtin, divê gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bike. Pevçûnên heyî dibe ku cîhanê ber bi Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ve bibe. Ji bo ku komkujiyên nû bi serê me neyên, divê em baldar bin. Di vê aloziya heyî de li pêşiya kurdan derfet jî hene. Di hêla leşkerî, siyasî û aborî de tecrûbeyên wê hene û di vê aloziyê de hewceye yekitiya xwe ava bike û têkoşîneke hevpar bide. Divê bo xwe dersan ji dîrokê bigire û li şûna berjewendiyên şexsî, bi stratejiyeke hevpar tevbigerin û qedera kurd û Kurdistanê biguherînin. Gelê kurd û gelên cîhanê bi yekitiya xwe dikarin pêşeroja xwe mîsoger bikin. Weke seydayê Cegerxwîn gotiye; ‘Kurdîno bibin yek. Heke hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.’” 
 

Sernavên din

20/03/2022
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin