Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin

img

RIHA - Serlêdana 3 parêzeran a ji bo îşkenceyêa ku di Newroza sala 2012'an de hatibû kirin rexmî biryara AYM'ê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve nehat qebûlkirin. Dozgeriyê, bi hinceta "demboriyê" biryara neşopandinê da. Di doza ku polisan li parêzeran vekiribû de jî dê sibê biryar bê dayîn. 

Di sala 2012'an de polisan êrişî pîrozbahiya Newroza Rihayê kiribû û mehmeleya nebaş li beşdarên Newrozê kiribûn. Parêzerên bi navê Hîdayet Enmek, Eyup Sabrî Tînaş û Mehmet Emîn Ûygûner ku Baroya Rihayê wan peydirwar kiribû dema ku xwestibûn vê mehmeleya xerab a polisan asteng bikin, polisan êrişî wan kiribû. Polisan destê parêzeran bi pişt ve kelemçe kiribûn û di maşîneya xwe de gaza îsotê berî serçavê wan dabûn. Parêzeran piştre li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliya polisan kiribû û serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kiribû. 
 
PIŞTÎ SALAN ENCAM RAGIHAND
 
Piştî ku serlêdana wan a dozgeriyê hatibû redkirin parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê serlêdana parêzeran qebûl kiribû û di 21'ê nîsana 2016'an de nirxandibû. AYM'ê biryar dabû ku polisan qedexeya îşkence, eziyet û mehmeleya ne li gorî heysiyeta mirovan bin pê kiriye û xwestibû ku encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin. AYM'ê biryara xwe ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re jî şandibû. 
 
Piştî biryara AYM'ê, dozgeriyê encama lêpirsîna ku ji sala 2016'an ve didome ji parezeran re ragihand. Dozgeriyê, vê carê jî derbarê sûcê polisan de bi hinceta demboriyê biryara neşopandinê daye. Dozgeriyê, derbarê dîmenên mehmeleya xerab a di maşîneya polisan de û nexweşxaneyê de jî qinyat aniye ku "dîmenên wê kêliyê tunene" û angaşt kiriye ku delîlenan tespît nekiriye û dosyayê girtiye.  
 
JI PARÊZERAN RE DAXWAZA CEZA 
 
Li aliyê din di çarçoveya heman bûyerê de danişîna biryarê ya doza ku piştî giliya polisan bi angaşta "heqareta li karmendên dewletê" û "astengkirina peywirê" li parêzeran hatibû vekirin jî dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. 
 
WÊ DÎSA BIBIN AYM'Ê
 
Ji parêzerên parêzeran Alî Arslan, derbarê danişîna ku bê dîtin û biryara neşopandinê de axivî û ev tişt got: "Piştî 6 salan dozgeriyê qinyat aniye ku çalakiya mijara gotinê ne îşkence ye. Bi hinceta demboriyê biryara neşopandinê da. Em li benda biryareke wiha bûn. Diyar bû ku wiha bibe. Em ê li dijî vê biryarê careke din serî li AYM'ê bidin. Di danişa beriya niha ya doza ku li parêzeran hatiye vekirin de dozgeriyê mutalaaya xwe da û ji parezeran re ceza xwest. Dive xwedî li vê dosyayê bê derketin. Di dosyayê de dadgeh qet bi peşve neçûye. Wê bi girteka ku polisan girtiye ceza li parêzeran bê birîn. 
 
BANGA DANIŞÎNA PARÊZERAN
 
Arslan, ji bo danişîna doza ku li parêzeran hatiye vekirin jî ev bang kir: "Roja duşemê em hemû hempîşeyên xwe û herkesên ku di mijara îşkenceyê de xwedîhestiyar in vedixwînin şopandina danişînê û xwedîderketina li parêzeran."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

05/08/2022
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan