Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin

  • rojane
  • 16:25 9 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Çavên girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ji sedî 90 nabînin û li gel nexweşiya tansiyona bilind, her wiha nexweşiya kolanê jî pê re heye. Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de banga berdana Dîrekçî hate kirin. 
 
Bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” tê lidarxistin. Di hefteya 524’an de çalakî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ku ev 25 sal in di girtîgehê de ye û niha jî li Girtîgeha Jinan a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin. 
 
Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên zêde hene û wiha domand: “Têkildarî mijarê ji bo Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê serlêdan hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe ya di 2’yê nîsanê de îdia kir ku li girîgehan nêzikatiya xerab, îşkence û binpêkirinên mafan nînin. Ev helwest jî rê li ber mirina girtiyan vedike. Herî dawî jî Mehmet Sevînç bi rengekî biguman li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê wefat kir. Sevînç, girtiyê 28 salan bû û nexweşiya tansyona bilind pê re hebû. Tevî vê yekê jî di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Di 3’yê nîsanê de nexweşiya wî giran bû û wefat kir. Ev jî nîşan dide ku divê rayedar di zûtirin dem de bi berpirsyartiyên xwe rabin.” 
 
‘EV DU SAL IN BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE’ 
 
Di berdewamê de Bars, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî û ev agahî dan: “Çavên wê ji sedî 90 nabînin. Nexweşiya tansiyona bilind û kolonê pê re heye. Di sala 2019’an de bi mebesta tedawiyê rûviyên wê ji bo 6 mehan derxistibûn lê bi hinceta pandemiyê rûviyên wê di tîrmeha 2021’an de dîsa xistin hundir. Vê yekê jî kir ku emeliyat baş derbas nebe û rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir bibe. Hefteyê herî kêm du caran diçe nexweşxaneyê û nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Tevî vê rewşê û tansiyona bilind jî, ev 2 sal in di karantînayê de bi tena serê xwe tê ragirtin. Pêdiviyên wê jî nayên bicihanîn.” 
 
‘DIVÊ DÎREKÇÎ BÊ BERDAN’
 
Bi domdarî Bars, agahiyên ku xwîşka Dîrekçî dabûn parve kirin û wiha domand: “Di dema girtinê de li cem Semîreyê teqînek çêbû û çavê wê ji sedî 90 kor bû. Piştî emeliyatê, di çavê wê yên din de jî pirsgirêk rû dan. Birînên ji ber emeliyatê yên di zikê wê de hêj baş nebûne. Divê her tim di bin kontrolê de be. Lê piştî emeliyatê her tim di karantînayê de tê ragirtin. Hefteyê du caran dibin nexweşxaneyê lê carnan ji ber rewşên lezgîn carnan 3-4 caran tê sewqkirin. Divê Dîrekçî li gel malbata xwe bê dermankirin. Serlêdanên parêzerên Dîrekçî yên ji bo paşdexistina cezayê wê jî hatin redkirin. Dîrekçî dixwaze bê berdan û li cem malbata xwe bê dermankirin. Rewşa tenduristiyê ya xerab, li ser jiyana Dîrekçî xetere ye û divê were berdan.” 
 

Sernavên din

12/04/2022
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe