‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’

  • rojane
  • 12:08 15 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamenterên HDP’ê ku diyar kirin ku gelê Botanê bi berxwedanê bersiv da ye serdegirtina HDP’a Cizîrê û wiha gotin: “Hewayê tirsê li ser Cizîrê rabûye. Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê berbelav bikin.” 
 
Di 11’ê nîsanê de polîsên tîmên taybet bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di heman saetan de li taxên Cûdî, Nûr, Dagkapi û li gundê Dîrsekliyê jî bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Di nava operasyonên 6 mehên dawî yên li Şirnex û navçeyên wê de heta niha 218 kes hatine binçavkirin. Ji binçavkiriyan 150 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan û 68 kes jî hatin girtin. Gelemperiya kesên hatine girtin jî di danişînên navberê de hatin berdan. 
Di nava 4 mehên dawî de ev bû 4 car ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de digirin. Di serdegirtina 11’ê nîsanê de jî derî û pacên avahiya partiyê hatin şikandin. Li dijî vê serdegirtinê, HDP’iyan li pêşiya avahiya partiyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Tevî hemû zext û êrişan jî gelê navçeyê xwedî li çalakiyê derdikeve û çalakî didome. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, ya Stenbolê Dilşat Canbaz û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Velî Saçilik jî bertek nîşanî serdegirtinê dan û gotin ku dozger jî nikarin tiştên têne kirin biparêzin. 
 
SENARYOYÊN AKP’Ê 
 
Parlamenter Kemal Bulbul, serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê weke bêhiqûqî û sûc pênase kir û wiha got: “Ji bo demên pêş AKP hinek planan dike û êrişa li dijî partiya me jî yek ji van senaryoyan e. Di nava van 20 salan de AKP’ê di hêla aborî, siyasî, exlaqî, civakî û polîtîk de ev welêt têk bir. Dixwaze bo xwe dijminan biafirîne û xwe konsolîde bike. Têkildarî binçavkirinên li Şirnexê me bi dozger re hevdîtin kir. Wî jî nekarî vê bêhiqûqiyê biparêze. Girîng e ku xelkê Cizîrê li dijî van neheqiyan li ber xwe dide. Xwedîderketina wan a li hemberî van zebaniyên di nava şevê de bi ser partiyê de girin, sekneke çandî û siyasî bû. Em ê vê berxwedana gelê Cizîrê li Tirkiyeyê belav bikin.”
 
‘NAVNÎŞANA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’
 
Bulbul, destnîşan kir ku HDP yek ji saziyên demokratîk û rewa yên gelê kurd e û wiha domand: “Dixwaze ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk çareser bibe. Lê AKP-MHP û dewlet di şer de israr dike. Lewma tecrîda li Îmraliyê jî didome. Amadekariyên ji bo operasyona derveyî sînor jî vê israrê nîşan dide. Her wiha zilmê li xelkê dikin. Divê desthilatdarî bizane ku heke demokrasî, wekhevî, edalet û aştiya civakî bixwaze, navnîşana wê ne Ûkrayna lê Cizîr e. Li Ûkraynayê aştiyê dixwazin lê li Cizîrê, li Kurdistanê şer dikin. Navnîşana aştiyê, Îmrali ye û hevdîtinên bi HDP’ê re ne. Ne tenê ji bo Ûkraynayê lê ji bo Rojava, Şengal, Hewlêr, Amed û Cizîrê jî aştî pêwîst e. Em ji bo vê amade ne.” 
 
‘NÎJADPERESTÎ DÎSA HAR BÛ’ 
 
Parlamenter Dilşat Canbaz jî kiryarên polîsan ên di dema serdegirtinê de bi bîr xist û wiha got: “Di êrişên berê yên li Cizîrê de polîsan digot; ‘hûn ê hêza tirkan bibînin.’ Em dibînin ku ev polîtîka dîsa di meriyetê de ye. Ev ne êrişeke jirêzê ye. Divê neyê jibîrkirin ku hêrs û nîjadperestî li vir dîsa har bûye. Erdogan digot; ‘taqeta wan nema ye.’ Lê di Newrozên Şirnex, Cizîr, Hezex, Silopiya, Kurdistan û Tirkiyeyê de bersiveke baş hat dayîn. Di esasê xwe de yek ji sedema vê doza kompasê jî ew bû ku tola Newrozê hilînin. Gelê me xwedî li partiya xwe derket. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê bihêzin. Me li Cizîrê bi gelê xwe re bersiv da faşîzmê. Divê êrişa li dijî Cizîrê weke êrişa li dijî Stenbolê bê dîtin. Divê em baş bi gelên Tirkiyeyê bidin fêmkirin ku guherîn tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e.” 
 
PEYAMA ‘MUXATAB ÎMRALI YE’ 
 
Ji parlamenteran Mûrat Çepnî jî destnîşan kir ku gelê kurd li dijî amûrên zordariyê yên dewletê li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Çi biçûk çi jî mezin, hema hema li her deverê berxwedana gel heye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê rewşa li Cizîrê fêm bike. Li dijî gelê kurd êrişên dijwar hene. Tu êş û elem neman ku gelê kurd nejiya. Rastî siyaseta qirkirinê tên. Lê tevî vê yekê jî li ber xwe didin. Xeteka berxwedanê heye. Bi milyonan kesan peyama; em bêdeng namînin û li ser pêya ne dan. Li dijî faşîzmê derketin û xwedî li HDP’ê derketin. Ya din jî di mijara birêz Abdullah Ocalan de peyameke siyasî ya vekirî dan û got; ‘heke pirsgirêka kurd were çareserkirin, muxatab Ocalan e.’ Ev êrişa li dijî partiya me, êrişeke hovane ya talanê ye. Peywireke me ya esasî heye ku em vê berxwedana gelê Botanê li her devera Tirkiyeyê berbelav bikin. Heke gelek di bin zilmê de be, gelên din jî nikarin azad bijîn. Gelê Cizîrê nîşan da ku gelekî birêxistinkirî û berxwedêr di çi şert û mercan de têk naçe.” 
 
‘SEFER ÇÊBÛ LÊ SERKEFTIN ÇÊNEBÛ’ 
 
Endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Berxwedana gelê Cizîrê bandoreke mezin li min kir. Li dijî HDP’ê sefer çêbûye lê serkeftin çênebûye. Weke tirkekî ji Çorumê dibêjim ku ev kes dijminatiya Tirkiyeyê, elewiyan an jî nasnnameyeke din nakin. Dijminên zîhniyeta zordar û faşîst in. Taybetiyeke gelê vê derê heye ku kurd in. Ya ku min li vir dîtî ew e ku dewlet ne aîdî vê derê ye. Yên ku aîdî vê derê gelê kurd e. Bi zimanê xwe dijîn û divê êdî dewlet hînî vê bibe. Nikare bi rûxandin, lêdan û girtinê tiştekî biguherîne. Li her derê şopên guleyan hene. Li vir şer qewimî lê xelkê vî bajarî hebûna xwe teslîm nekiriye. Dê Cizîr, weke dilê têkoşînê bimîne. Divê gelên Tirkiyeyê êdî guhên xwe ji daxwaza wekhevî û azadiyê ya gelê kurd negire. Min ferq kir ku li Cizîrê êdî hewayê tirsê belav bûye. Jiyan û berxwedana li vir didome û hêjta hêvî heye. Divê em vê hêviyê bidin Enqere û Stenbolê jî.” 
 
MA / Omer Akin - Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16/04/2022
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê